Ji Hevrînê heta Zeynebê rêwîtiya têkoşînê ku bi îdeolojiya rizgariya jinan şerê koletiyê kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû rê û rêbazan pêşengên Şoreşa 19’ê Tîrmehê dikin hedef, ji çêkera aştiyê şehîd Hevrîn Xelef heta bi pêşenga Nivîsgeha Kar û Barên Edaletê û Çeksaziyê Zeyneb Mihemed rêwîtiyeke têkoşînê ya şehîdên ku navên xwe li rûpela dîrokê bi tîpên zêrîn neqişandine û bi îdeolojiya rizgariya jinan ji tevahî şêweyên koletiyê şer kir.

Ji Hevrînê heta Zeynebê rêwîtiya têkoşînê ku bi îdeolojiya rizgariya jinan şerê koletiyê kir
11 cotmeh, 2022   23:38
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên mezin bi dest xistin, êdî ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber têkçûyînê ne. Destpêkê ji kantona Efrînê ve di 2018’an de dest bi êrişên dagirkeriyê kirin, dûre di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişên dagirkeriyê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîn. Armanca sereke ya dagirkeriya Tirk jin bûn, da ku vîna wan bişikînin û bihêlin dev ji têkoşînê û xwesta pêkanîna azadiyê berdin.

DEWLETA TIRK A DAGIRKER ÊRIŞÎ PÊŞENGÊN ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ DIKE

Ji rêzesûc, sûîqast û êrişên li dijî sembolên nîştimanî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker bi hovîtî êrişî kesayetên jin ên ku destê wan di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de heye, kirin hedef. Ji lew re bi hemû rê û rêbazan hewl didin van sembolan têk bibe û tola DAIŞ’ê hilîne.

Di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê de, 56 jin şehîd bûne û 104 jin birîndar bûne.

Li ser dezgehên çapemeniyê dîmena lîstina bi cenazeyê şervana YPJ’ê Barîn Kobanê ku di 1’ê Sibata 2018’an de dema parastina Efrînê hate belavkirin, tevî Barîn Kobanê 3 hevrêyên wê yên din li gundê Qurnê yê Bilbilê şehîd bûn.

Di 12’yê Cotmeha 2019’an de, sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef tevî ajokarê wê Ferhad Remedan li ser rêya M4 ji hêla çeteyên dagirkeriya Tirk ve hatin şehîdxistin û bi cenazeya wê lîstin. Ew yek di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî di 9’ê Cotmeha heman mehê de pêk hat.

Di 13’yê heman mehê de, Yadê Eqîde di encama topbarana dewleta Tirk a li ser sivîlên ku beşdarî karwanê ber bi Serêkaniyê ve çûne ku piştgiriya şêniyan û hêzên leşkerî li eniyan bikin, şehîd bû.

Destkeftiyên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn ku ji hemû jinên li cîhanê re bûn nimûne, bi kêrî dewleta Tirk a dgairker nehatin. Bi wê re ji eriş û desthilata xwe ya baviksalar û rêbazeke nû ji bo hedefgirtina pêşengên şoreşa jinan de pêk anî. Di 23’yê Hezîrana 2020’an de balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker maleke sivîlan li gundê Helnicê yê li başûrê rojhilatê Kobanê bombebaran kiribû. Di encamê de du endamên Kongra Star; Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî şehîd bûbûn.

Di dawiya Gulana 2020’an de, hate eşkerekirin ku bi dehan jinên Kurd di girtîgehên çeteyên Firqet Hemzat ên dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê de îşkenceya cinsî û fîzîkî lê tê kirin.

Di 25’ê Hezîrana 2021’ê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Kobanê bombebaran kiribû, di encamê de 6 endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîd bûbûn; Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm, Welîd Mihemed Menla Hisên û Mesûd Îbrahîm.

Di 22’yê Çileya 2021’ê de hevseroka Meclisa Til Şayir a Hesekê Sede Hirmas û cîgira wê Hind Xidir ji hêla çeteyên DAIŞ’ê û bi piştgiriya dewleta Tirk ve hatin sûîqastkirin.

Di 19’ê Tebaxa 2021’ê de, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker navenda Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bombebaran kiribû, di encamê de endama meclisê ya YPJ’ê û endama Meclisa Leşkerî ya QSD’ê Sosin Bîrhat şehîd bûbûn.

Di 30’yê Gulana 2022’yan de, dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek erebeyek li Qamişloyê bombebaran kiribû, di encamê de şervana YPJ’ê Mizgîn Botan û welatparêz Kîsra Melek şehîd bûbûn û du şervanên YPJ’ê Dicle Cûdî û Hêvîdar Dirbêsiyê bi giranî birîndar bûbûn.

Di 2’yê Tîrmeha 2022’yan de, balafireke bêmirov erebeyek li gundê Til Semin ê Reqayê bombebaran kiribû, di encamê de yek ji fermandarên YPJ’ê Mizgîn Kobanê şehîd bûbû. Di 22 – 28’ê heman mehê de fermandara YAT’ê Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ’ê Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan birîndar şehîd bûbûn. Her wiha li Eyn Îsayê erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate hedefgirtin, di encamê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûbûn; Beşar Mihemed Elî Bozan, Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed El Hisên û Selma Elî Mistefa.

Di 27’ê Îlona 2022’yan de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke Hevserokatiya Nivîsgeha Kar û Barên Edlê û Çeksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li çerxerêya gundê Til Cemal ê Dêrikê kir hedef. Di encamê de Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şehîd bûbûn.

HEVRÎN XELEF SEMBOLA AŞTIYÊ YE

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinên têkoşer derketin pêş, ji wan jî sekretera giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef e ku bû sembola aştî û berxwedanê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker. Armanca wê avakirina pira aştiyê û lihevkirina di navbera sazûmaniyên etnîkî yên cuda û xebata ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û pirrengî ya nenavendî bû. Xwedî peyama aştiyê bû û banga projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş dikir, her wih adengê jina azad bû. Di oxira pêkanîn aştiyê, bidawîkirina wêraniyê û parastina gel û xaka Sûriyê de tê koşiya.

Bi destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî di 9’ê Cotmeha 2019’an de, çeteyên dagirkeriyê dest bi derbekirina îstîqrara herêmê kir. Di roja înê de (11’ê Cotmehê), dema Hevrîn Xelef ji bo pêkanîna erka xebatê li ser rêya M4 ku berê xwe dida Qamişloyê, bi hovîtiyekê ji hêla çeteyên dagirkeriya Tirk ve hate hedefgirtin û gihaşt asta şehadetê. Meclisa Malbatên Şehîdan di 12’yê Cotmehê de bi awayekî fermî şehadeta wê ragihand.

HEVRÎN XELEF KÎ YE?

Şehîd Hevrîn Xelef ji malbateke welatparêz a navçeya Dêrikê ya Qamişloyê ye. Di 15’ê Mijdara 1984’an de hate dinê. Di dibistanên Dêrikê de dixwîne û piştre di Zanîngeha Helebê de endezyariya sivîl dixwîne. Di destpêka krîza Sûriyê de di nava saziyên mirovî, hiqûqî û sivîl de çalak dibe û dûre dest bi xebata siyasî dike.

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ew ji bo sekreteriya giştî ya partiyê hilbijartin. Hevrîn Xelef ne tenê parastina mafên kurdan dikir. Partiya Sûriya Pêşerojê ku Hevrîn Xelef bû alîkariya damezrandina wê, xwest xiristiyan, kurd û ereb bi hev re li dijî astengiyên jinûve avakirina herêmê bixebitin ku çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk wêraniyeke mezin li her derê pêk anîbûn.

Bi rêya tevlêbûna xwe li xebata civakî û siyasî ya li herêmê di avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê ya 2014’an de destek da. Di saziyên rêveberiyê de çalak bû. Xebata damezrandina Saziya Zanist û Fikra Azad a 2012’yan kir, her wiha ji damezrînerên Nivîsgeha Perwerdeya Civakî û Akademî bû.

Di 2014’an de erka cîgira Hevserokatiya Desteya Enerjiyê wergirt û piştre bû Hevseroka Desteya Aborî ya kantona Cizîrê. Di bihara 2018’an de bû Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ku hîna nû hatibû damezirandin.

Projeya Hevrîn Xelef a siyasî li ser aştiya welatiyan bû. Ji ber wê bi çêkera aştiyê hate binavkirin. Her tim digot ew di xîtabên xwe de behsa pêkhatiyên etnîkî û olî bi giştî li Sûriyê ji Kurd, EReb, Suryan, Asûr, Ermen, Kildan, Çeçen û Tirkmen dike û banga avakirina Sûriyeke nenavendî û welatekî ji hemûyan re li ser bingeha yekitiya gelê Sûriyê dikir.

Piştî li ser destê çeteyên Ehrar El Şerqiye şehîd bû, piranî malbatên nave Hevrîn li çekên xwe kirin. Dûre komîteyek lêpirsînê ku doza sûîqastkirina şehîd Hevrînê lêkolîn bike û sûcdaran veguhêze dadgehên navneteweyî hate avakirin.

Weqfa Mafên Jinan a Geşkirinê (AWID) gelek navên jinên Ereb, Amazig û Kurd tev li "Arşîva Hêviya Jinan" kir ku "jinên cîhana me guhartine" xelat û zindî bikin. Ji wan jî têkoşeran Hevrîn Xelef heye.

Şaredariya Barcetoyê ya bajarê Barma yê Îtaliya navê Hevrîn Xelef li pira çemê sar " Rio Revo Freddy" kir û wêneya wê li her du aliyên pirê daliqandin û li ser pirê "Ji bo mafên jinan tê koşiya û bi sedema îxanetê jiyana xwe ji dest da" hate nivîsandin, li gel wê jî navê wê li park, cihên giştî û akademiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.

YASMÎNA AŞTIYÊ

Şehîd Hevrîn Xelef daxmeya jina cesaret, bihêz û têkoşer bedew di dilê her kesa nas dikir de hişt û ji ber nazikbûn, bedewbûn û dilnizmiya wê bi yasmînê hate binavkirin. Bi van gotinan de hevala wê ya têkoşîn û xebatê, Perwîn Yûsif ku Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo bû, Hevrîn Xelef wesif kir.

Perwîn Yûsif di axaftina xwe de behsa salvegera 3’yemîn a şehadet şehîd Hevrîn Xelef kir û wiha got: "Em îro yasmîna atiyê, azadî û vînê bi bîr tînin. Ji ber hemû enerjiya xwe ji bo pêşxistina jinan pêk anî."

Perwîn Yûsif wiha domand: "Hevrîn ji hevrêyên ku nayê jibîrkirin û bîranîna wê hîna her roj zindî ye. Cihekî mezin di jiyana me de digirt, her erkeke li ser mila wê bêyî guhd bide astengî û zextan, bi taybet li gel êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk dianî."

‛ME SOZA AVAKIRINA SÛRIYEKE DEMOKRATÎK A NENAVENDÎ YA PIRRENG DA’

Li ser kesayeta şehîd Hevrîn Xelef Perwîn Xelef ev tişt got: "Şehîd Hevrîn Xelef bi hezrineke mezin dixebitî, her kesê li derdora xwe bi xebatê teşwîq dikir, bi taybet di karên girêdayî jinan de. Ji wê zêdetir girîngiyeke mezin dida xebatên jinan û hêviya pêşxistina kesayeta jin, girîngiya rola wê û fermandariya wê bû. Bi hêvî bû ku projeya neteweya demokratîk pêk bê û jin di hemû aliyan de cihê xwe bigire."

Şehîd Hevrîn Xelef yek ji damezrînerên Partiya Sûriya Pêşerojê de û dendika yekemîn a nexşekirina partiyê danî, têkoşîneke bênavber ji bo xurtkirina jinan, çareserkirina krîza Sûriyê û avakirina Sûriyeke pirrengî û nenavendî pêkêş kir.

Perwîn Yûsif da zanîn ku jin di Rêveberiya Xweser de bi israr dixebitin û guh nadin tu sûcên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêk tînin ku îsrar û vîna jiyan têk bibin û wiha anî ziman: "Me soz da hevalên me yên gihaştine asta şehadetê, em ê ji bo pêkanîna azadiya jinê bixebitin û dev ji rêya me dest pê kiriye bernadin û li ser berxwedan û xebata ji bo pêşxistina projeya Rêveberiya Xweser a avairina Sûriyeke demokratîk a nenavendî ya pirrengî bi pêşengtiya jinê, bi îsrar in."

Perwîn Yûsif bal kişand ser destkeftiyên Şoreşa Rojava yên bi pêşengtiya jinê û diyar kir ku ev yek li kêrî dewletên hegemon ên desthilat nehatin, di serî de dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide rê li pêş pêşketina jinan, azadî û xwestekên mafên wê bigire.

Perwîn Yûsif ev tişt got: "Jin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûneke xwe ya taybet ava kir û li ser xwe hemû adat û kevneşopî paqij kirin û zihniyeta baviksalarî ya nijadperestî ku li dijî pirrengî û wekheviya her du zayendeyan e red kir. Ji lew re îro jin rastî qetilkirin û sûîqastkirinan bi hemû rê û rêbazan tên. Zihniyeta ku Hevrîn Xelef qetil kiriye heman zihniyeta Hind û Sede, Jîna Emînî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Nagîhan Akarsel a li Başûrê Kurdistanê qetil kiriye."

Perwîn Yûsif bang li rêxistinên navneteweyî û cîhanê kir ku sûcdarên kujerên şehîd Hevrîn Xelef darizînin ku hîna sûcan li dijî welatiyên li herêmên dagirkirî yên li Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Cerablus, Ezaz û Babê pêk tînin.

Perwîn Yûsif got: "Em ê her tim banga darizandina kujerên şehîd Hevrîn Xelef û hemû jinên bi destê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine qetilkirin, bikin û em dev ji têkoşîn û berxwedana xwe heta çi dikin bila bikin, bernadin."

Perwîn Yûsif wiha dawî li gotinên xwe anî: "Sûîqastkirina kesayetên pêşeng li pêş têkoşîna me nabe bend. Her wiha krîmînalîzekirina wan jî me natirsîne, lê belê israra me li ser meşa hevrêyên me yên şehîd zêde dikin. Yên ku çêja azadiyê kirine, ne pêkan e ku serî ji sûcên krîmînalîzekirinê re deynin."

(fr)

ANHA