​​​​​​​Krîza sotmeniyê li herêmên hikumeta Şamê rê li karesatan vekiriye

Krîza kêmbûna sotemeniyê li herêmê hikumeta Şamê ku sedema wê hikumet e, rê li ber rewşên ku em dikarin bi karesatan bi nav bikin vekir, wekî zehmetiya debara jiyanê, bûyerên destdirêjiyê di wesayîtên veguhastinê de û jiyana welatiyan xistina xeteriyê de.

​​​​​​​Krîza sotmeniyê li herêmên hikumeta Şamê rê li karesatan vekiriye
10 cotmeh, 2022   01:37
HELEB-XEYS ŞEMSEDÎN

Krîza sotemeniyê ya li herêmên hikumeta Şamê bû sedema rûdana karestên civakî ku gihîştin asta belavbûna destdirêjiyê belav bû û jiyana welatiyan xist xeteriyê.

Bi nêzbûna demsala zivistanê re, buhayên madeyên sotemeniyê yên bingehîn mîna mazot, benzîn û gaza malan rabû. Her lîtreyeke mazota ku erebe bi kar tînin û mazota germkirinê gihîşt 5 hezar û 500 lîreyê Sûriyê û nirxê her bermîlek mazot gihîşt milyonek û 210 hezar lîreyê Sûriyê ye. Li sûka reş her lîtreyek benzînê gihişt 8 hezar lîreyê. Wê yekê bandor li buhayên wesayîtên veguhastinê kir, tevî hewldana hikumetê ku buhayekî standard ji erebeyên kirê re deyne.

Li kêlek wê jî gaza malan li sûka reş gihaşt 75 lîreyên Sûriyê ji her torbeyeke gazê re.

Cîhad (47) yê ku ev nav bi kar aniye, li herêmên hikumeta Şamê li Helebê dijî, bavê 6 zarokan e û ajokarê otobîsekê li ser xeta giştî ya Helebê ye, wiha dibêje: "Her tobeyeke gazê bi 'karta zîrek' ya bi piştgiriya hikumeta Şamê bi 10 hezar lîreyê Sûriyê ye. Ew torbeya gazê bi peyaman tê, lê heta peyama din were, ew neçar dibe ku torbeyekî ji sûka reş bikire, ji ber ku têra wan nake û heta 90 rojan peyam dirêj dike. Ew yek barekî li ser welatiyên li herêmên hikumeta Şamê dijîn, çêdike."

BIRYAR Û NIRXÊN NE LI GORÎ REWŞÊ

Cîhad ji ajansa me re destnîşan kir ku gelek caran, ji ber zextên jiyanê nizane li derdora wî çi diqewime û wiha got: "Buhaya ku hikumeta ji her siwarvanekê re bi 150 lîreyî diyar kiriye, ne li gorî rewşa em tê de dijîn e. Bo nimûne, ger xerabbûneke biçûk di jenetorê de çêbibe, lêçûna wê bi milyonan e, ji ber parçe nayên peydakirin. Yan buha bilind bikin an jî buhayên kel û pelan kêm bikin."

Piştî Qanûna Qeyser li ser Sûriyê hate ferzkirin, buhayên parçeyên erebeyan bi awayekî dûrî aqilan bilind bû. Wê jî hişt gelek parçeyên erebeyan kêm bibin û bazirgan vê yekê bi rêya bilindkirina buhayan bi kar tînin û krîzê çêdikin. Lê di vê yekê de bi rêya qanûn bacan hikumeta bi bazirganan re qezencê par ve dikin.

Piştî diyarkirina buhayên taksiyên giştî ji dest hikumeta Şamê filitîn, beşa veguhastina hundirîn ku li ser mazotê dixebitin destek dike. Bi wê re ji her mîkrobasekê re 15 lîtreyên mazotê bi hezar û 500 lîreya sûrî dide û bihaya her siwarvanekî/ê bi 150 lîreya sûrî ye. xwediyên van wesayîtan jî barekê zêde li erebeyên xwe dikin, da ku qûta xwe li hember rewşên jiyanê yên dijwar zêde bikin.

BIKARANÎNA WESAYÎTÊN VEGUHASTINÊ YÊN GIŞTÎ

Zexmbûna di wesayîtên veguhastina hundirîn de ku li ser mazotê dixebitin, encama kêmbûna bihayên wê bi hevrûkirina wesayîtên din re ye. Li ser vê yekê welatiya bi navê Bûseyne (32) ku navê wê ne yê rastîn e û karmendeke Qesra Edilî ya Helebê û li taxa Zehra rûniştiye destnîşan kir ku ger bixweze bi wesayîtên teksiyan biçe karê xwe rojane 20 hezar lîreyên Sûriyê divê, ev jî li gorî mûçeya wê nayê aqilan.

Mûçeyên karkerên li saziyên fermî yên hikumeta Şamê dixebitin nêzî 146 hezar lîreyên Sûriyê ye anku 30 dolar e.

Bûseyne da zanîn ku wesayîtên giştî tijî dibin. Di basa veguhastina hundirîn de nêzî 35 danişt hene, lê li Sûriyê zêdetirî 100 kes lê siwar dibe. Lê ruxmî mîkrobas biçûk in, lê barekî ji xwe zêdetir hildigir in. Bo nimûne mîkrobas têra 11 kesî dike, lê nêzî 15 heta 17 kesan hin caran lê siwar dibin û xwe bi derî ve digirin û vekirî dimîne. Ev yek jî hem li ser jiyana kesên siwar bûne, hem jî li ser jiyana ajokar xeteriyê çêdike.

‛GER BIXWAZÎ BI EREBEYAN BIÇÎ KAR, JIYANA TE DI XETERIYÊ DE YE’

Zexmbûna zêde qezayan çêdike, hin ji ber ketinê yan dehefdanê yan jî heta vegirtina nexweşiyên mîna Korona yan jî Kolêrayê digihîne radeya mirinê.

Ev xeterî di rastiyê de çêbûn. Hin welatî ji erebeyan de ketin xwarê û jiyana xwe ji dest da. Herî dawî ev yek beriya çend rojan çêbû ku ciwanê bi navê Merwan Faris Cizmatî ji ber ji mîkrobasê li taxa Furqan a Helebê kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Bûseyne diyar kir ku gotin li hember tiştên di wesayîtên veguhastinên giştî de pêk tên têrê nakin û wiha domand: "Rewş, piştî ketina xwarinê û mirinê de bêyî ku aliyên têkildarî çareseriyekê deyne, êdî bi tirs e."

WESAYÎTÊN VEGUHASTINÊ BÛNE CIHÊ DERSTDIRÊJIYAN

Delal (27) ya ku li taxeke Helebê dijîn got ew êdî naçe sûka Bab Cinên ku yek ji sûkên gelêrî yên mezin e ku buhayên sebzeyan li gorî sûkên din kêmtir e. Ew ji ber wesayîtan, tijîbûna wan û bikaranîna wan ji aliyê hin kesên bêexlaq ve.

Delal destnîşan kir ku wesayîtên veguhastinê êdî bûne berêdana nexweşên derûnî ku destdirêjiyê dikin û tijîbûna şêniyan derfet digirin û xwe ji jinan ve nêz dikin.

Gelek malperên medeya dijîtal ên li herêmên hikumeta Şamê çalak in pêşniyar û nêrînên sînordarkirina diyardeya destdirêjiyê di wesayîtên veguhastina giştî de pêşkêş kirin, mîna deriyê dawî yê basê ji bo jinan be û yê pêş jî bibe yê mêran da ku ev diyarde sînordar bibe.

(fr)

ANHA