Bêhuquqiya 24 salan ya Îmraliyê: Helwesta DMME û CPT ya li dijî ‘mafê hêviyê’

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal diyar kir ku li hember Komploya Navneteweyî berxwedaneke bi israr tê meşandin û li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi astengkirina pêvajoyên bidestxistina statuya siyasî dewam dike.

Bêhuquqiya 24 salan ya Îmraliyê: Helwesta DMME û CPT ya li dijî ‘mafê hêviyê’
9 cotmeh, 2022   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Beriya 24 salan di şexsê rêber Abdullah Ocalan de bi derxistina ji Sûriyê re Komploya Navneteweyi dest pê kir. Rêber Ocalan 15’ê Sibata 1999'an radestî dewleta Tirk hate kirin, di nava şert û mercên tecrîda giran a li Girtîgeha Îmraliyê de li ber xwe dide. 19 meh e bi tu awayî jê xeber nîn e, şert û mercên tecrîdê girantir bûne. Lê belê hewldanên dewleta Tirk ên ji bo bêparhiştina rêber Ocalan ji “mafê hêviyê” didomin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de CPT bi rengekî bêplan serdana Îmraliyê kir. CPT'yê der barê rêber Ocalan de tu agahî nedan û derket holê ku beriya serdanê wan cezayê dîsîplînê dane rêber Ocalan.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal qala Komploya Navneteweyî, tecrîda girankirî, serdana CPT'ê ya bêplan a li Îmraliyê û ‘mafê hêviyê’ kir.

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ DI KÎJAN ASTÊ DE DEWAM DIKE?

Newroz Uysal got: "Di aliyê hiqûqî de ku em jê re dibêjin dîlgirtina navneteweyî, ne di qanûnên Tirkiyê bi xwe de heye ne jî ne li gorî peymanên penaberiyê yên navneteweyî û yên welatên Ewropayê yan jî statu û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi xwe de heye. Ev yek îro jî bi tecrîdê û nebûna biryarên hiqûqî û tevî nerazîbûnên li dijî tecrîdê jî dewam dike. Di wateya siyasî de her çi qas komployê armanc dikir ku hemû bandorên Abdulah Ocalan û Tevgera Kurd, di şexsê Abdulah Ocalan de bi dawî bike jî, bi heman şêweyî û bi dîzaynkirina her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn dewam neke jî, komplo hê jî li ser astengkirina pêvajoya bidestxistina statuya siyasî ya li Kurdistanê 4 parçeyan bêbersivhiştina şerê ku Tirkiye li ser Kurdistanê dide meşandin, didome.”

Newroz Uysal got: "Israra di dewamkirina armanca bingehîn a komployê de, di heman demê de dewamkirina sekna biprensîb a Abdulah Ocalan a li Îmraliyê, dewamkirina dilsoziya gelên Kurd û Rojhilata Navîn ji birêz Ocalan re û her wiha armanca komployê ku hîna ji her du aliyan ve dewam dike û çanda berxwedanê ya li dijî vê jî dewam dike.”

LI ÎMRALIYÊ PÊKANÎNÊN 24 SALAN

Di pêvajoya 24 salan de di şexsê rêber Ocalan de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê gelek tişt guherîn. Li ser van guherîn û veguherînan Newroz Uysal wiha axivî: "Îmrali, avakirina sîstemeke giştî û rejîmeke ku ji dema avabûna xwe û vir ve bi rejîmeke taybet hatiye avakirin û domandin. Di nava vê rejîmê de aliyên wê yên qanûnî û siyasî hene. Sedema herî mezin a ragirtina Abdulah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê ew e ku girtîgeha giravê ye. Ev 10 sal e bi tena serê xwe li girava Îmraliyê tê ragirtin. Odeya ku Abdulah Ocalan tê de ye wek odeyeke beton a klasîk tê zanîn, di heman odeyê de tuwaletek heye, pirtûkxane û hewadarkirina ku di hin demên rojê de hatiye vekirin û girêdayî odeyê ye. Odeya wî di nava salan de 2 caran hat guhertin, lê şert kêm zêde heman bûn. Mixabin, ew rojê 23 saetan li odeyekê bi tenê ye, tenê saetek ji bo hewadarkirinê heye. Ji ber girtîgeha lê bû demeke dirêj televîzyon ji Abdulah Ocalan re nehat dayîn, radyoya jê re hat dayîn bi tenê kanalek lê hebû û piştre destûr hat dayîn ku ev radyo kanalên cuda bikişîne. Piştî 10 salan di hucreya yekkesî de ma, di sala 2009'an de girtiyên din veguhastin girtîgehê. Qadeke wan a cuda ya jiyanê nîn e, di rojên diyar û demên hefteyê de dikarin li odeyeke cuda, li van odeyan saetekê li hev bicivin. Têkiliya di navbera odeyan de hêsan nîn e.”

JI BER HEWAYÊ BI NÊM KIŞANDINÊ NEXWEŞIYÊN GIRAN

Pergala Îmralî bandorên neyînî û giran li ser tenduristiya rêber Ocalan kirin. Parêzer Uysal got: “Heke em şertên Abdulah Ocalan li ber çavan bigirin, ji ber sedema ku giravek e û hewayê binêm, dibe sedem ku bandoreke giran li ser tenduristiyê çêke. Em dizanin ku ji dema birin wir, ji ber nêmê nexweşiyên giran ên mîna astimê, bronşît û pirsgirêkên bêhnstandinê pê re çêbûne. Hatin û çûna li giravê bi tenê bi keştiyan pêkan e. Ji ber ku girav ji aliyên bejahî, deryayî û hewayî ve herêmeke qedexe ye, tenê bi keştiyên destûra wan hatiye dayîn, dikarin biçin Îmraliyê.”

'BI TEDBÎRÊN GIRAN ÊN EWLEHIYÊ RE RÛ BI RÛ YE'

Newroz Uysal diyar kir ku li derveyî beşa ku rêber Ocalan lê dima, yekîneyên cendirmeyan ên taybet hene ku heta niha hejmara wan tam nedihatiye gotin û wiha dewam kir: "Herêma ji têketina yekemîn a giravê heta girtîgehê, ji hêla Wezareta Karên Hundir ve tê birêvebirin. Abdulah Ocalan bi tedbîrên gelekî cidî yên ewlekariyê re rû bi rû ye. Avahiya ku ew lê dimîne dişibe girtîgehên li Tirkiyê, lê belê qadeke tecrîdê ye ku ew bi tena serê xwe lê tê hiştin."

ASTENGKIRINA XIZMETÊN TENDURISTIYÊ

Newroz Uysal bi bîr xist ku bi salan e qedexe ye ku bi gardiyanan re biaxive û wiha dewam kir: "Tenê rêveberiya girtîgehê kengî bixwaze dikare hevdîtinê bike. Di nava şert û mercên Abdullah Ocalan de muxatabiya yekser nîn e. Ji ber ku li giravê ye, her cure hewcedariyek heta ku jê re tê, demeke dirêj diajo. Çûyîna bajarekî din bi keştiyan, 3-4 saetan diajo. Lewma divê xizmetên tenduristiyê bibin giravê. Heta niha li giravê ekîbeke pispor a tenduristiyê nîn e. Hewl tê dayîn ku ev yek bi hekîmên giştî yên ku her 15 rojan carekê diguherin, ji holê bê rakirin an jî bi şêweyê wergirtina bijîşkên pispor ên cuda li gorî pêwîstiyê tê kirin. Lê belê ev yek têrê nake.”

‘ASTENGKIRINA HEVDÎTINAN LI GORÎ TU QANÛNAN NÎN E’

19 meh e ji rêber Ocalan xeber nayê wergirtin. Newroz Uysal diyar kir ku di şert û mercên girtîgehê de têkiliya bi derve re şertê herî girîng e û wiha got: "Hevdîtinên di 24 salan de yên li Îmraliyê ne tenê bi astengiyan di salên dawî de, li gorî hiqûqa ceza û înfazê jî pêk nehatiye û ne jî li gorî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye bi wan ve girêdayî ye. Ev yek rewşeke fîzîkî-mekanî ye ku em wek îşkenceya li qada navneteweyî bi nav bikin ku li derveyî mirovahiyê ye.”

Balkêş e ku cezayê disîplînê bi serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) a Girtîgeha Îmraliyê re pêk hat. CPT di 3'yê Cotmehê de dabû xuyakirin ku di navbera 20-29 'ê Îlonê de serdana Tirkiyê kiriye. Aşkera bû ku beriya serdana CPT’yê 3 meh cezayê dîsîplînê dane rêber Ocalan û di 28’ê Îlonê de dest pê kiriye.

Newroz Uysal têkildarî xebata hiqûqî yê CPT’yê ku 46 welat endamên wê ne, wiha rave kir: "CPT saziya navneteweyî ya ji pêşîgirtina li îşkenceya ye û li girtîgehên Tirkiyê ji şopandina rewşa heyî berpirsyar e, li gorî peymanên Tirkiye û Konseya Ewropayê. Ji roja Abdullah Ocalan birin girava Îmraliyê ve wek parêzerên wî me bi sedan serlêdan kirin. Sedema van serlêdanan ew e ku pêşî li îdiayeke îşkenceyê were girtin ku CPT ji bo wê heye. Rêya rêgirtina li ber vê yekê ew e ku salane an jî mehane serdanên asayî li van welatan werin kirin, li gorî rêziknameya, raporên li ser welatên têkildar werin weşandin, rewşa raporan ji welatên têkildar re ragihînin û piştî ku welatê têkildar li dijî van raportan ragihîne, ev rapor an li ser daxwaza welat an jî welatê têkildar rapora li dijî wê parve nake. Lê xwedî maf û raye ye ku daxuyaniyê bide. Ev pêvajo gelekî dirêj e.”

JI SALA 1999’AN VE TENÊ 9 SERDAN

Uysal bi bîr xist ku li girtîgehên 46 welatan ên di bin kontrola CPT’yê de mînakeke wekî girtîgeha Îmraliyê tune ye û destnîşan kir ku CPT bi xwe jî vê yekê qebûl dike û diyar kir ku ji ber van binpêkirinên peymanên hiqûqî, pêkanînên dermirovahî û bêexlaqî divê CPT rêk û pêk serdana girava Îmraliyê bike. Uysal got divê CPT bi serdanên raporê yên salane yan jî her 3-6 mehan carekê zexteke dîplomatîk û hiqûqî li guhertina sîstema heyî ya li Îmraliyê bike û wiha dewam kir: "CPT ne berpirsyariyên xwe bi cih tîne, ne jî raporên di dema serdanan de derdikevin dişopîne, ne jî bi veguherandina amûreke zextê ya dîplomatîk dixwaze rewşa heyî biguherîne. Serdana dawîn ne tê de, tenê 8 serdan pêk hatin. Ev helwesteke pir qels û bêcidiyet e û tenê dema hewcedarî pê hebe, tê kirin. "

‘CPT’YÊ SERDANEKE BÊPLAN KIR’

Newroz Uysal diyar kir ku nizanin bê ka serdana CPT'yê ya dawîn di encama çi de pêk hatiye û têkildarî serdanê got: "Serdana wan a dawîn ne di nava plana wan de ye. Ji bo teftîşkirina daîreyên koçberiyê û navendên penaberan hatine û yekane girtîgeha ku ew çûnê Îmrali bû. Em her 3 mehan carekê bi berdewamî raporan ji CPT'yê re dişînin. Em di hin serdeman de hevdîtinên rû bi rû pêk tînin û li dijî bêagahiya mutlaq ku ev 19 meh e dewam dike, gelek caran me serlêdan û bangewazî kirin. Lê belê CPT bêyî ku di vê mijarê de gavekê biavêje, serdanek kir. Em nizanin ka ev serdan ji ber serlêdanên me, zêdebûna zext û bangên navneteweyî ye yan jî ji ber serlêdana nêzî 2 hezar parêzeran a li Wezareta Edaletê, CPT û Konseya Ewropayê ye.”

Newroz Uysal wiha pê de çû: “Weke prosedureke asayî ev serdan bêyî agahîdayîna me tên kirin, berpirsyariyeke wan a bi vî rengî nîn e. Ne mecbûr in ku piştî ziyaretê gel agahdar bikin. Tenê daxuyaniyek heye ku ew tên serdanê. Lê belê girtîgeheke ku di aliyê hiqûqî de ew qasî awarte heye. Herî dawî di rapora wan a sala 2020'an de îşkence û rejîma wê diyar kirin. Rejîma înfazê wek mirovî nayê dîtin, got divê bê guhertin. Dîsa ji bo têkiliya bi cîhana derve re gelek pêşniyar dan Tirkiyê. Lê belê qet bi cih nehatin. Tecrîdek heye ku bi israr tê girankirin û CPT ne raporên xwe hene ne jî xwedî li berpirsyarî û peymanên xwe derdikeve."

POZÎSYONA DMME'YÊ NE CUDA YE

Parêzer Newroz Uysal diyar kir ku pozîsyona DMME’yê ji ya CPT'yê zêde ne cuda ye û got: "Abdulah Ocalan heta niha ji bo DMME'yê bi dehan serlêdanên wî çêbûn. Dadgehê carinan îşkence dît û bi biryarên xwe tecrîd qebûl kir. Ji bo guhertina qanûnê biryarên ku Tirkiyê li gorî xwe fikarên ewlehiyê qebûl kiriye û li gorî wê biryar daye, der barê helwesta siyasî ya Abdulah Ocalan de jî biryarên diyarkirina qanûnê hene. Heke em rewşa DMME’yê kurteber bikin; herî dawî piştî 8 salan 5 parêzeran serdana birêz Ocalan kir. Hevdîtinên malbatê jî bi salan hatin astengkirin. Ji bo vê serlêdaneke wî heye û ji 10 salan zêdetir e her cure prosedurên hiqûqî qediyane û nêzî 2 salan e pêvajoya hiqûqî temam bûye, lê DMME'yê biryarek jî nedaye nivîsandin. Pêvajoya nivîsandina vê biryarê ev qas najo. Mekanîzmayek heye ku li demê belav dibe, taloq dike, pêşbîniya pêvajoyên siyasî û deman dike. Ev helwesta van mekanîzmayan mixabin Tirkiyê teşwîqî mayîndekirina tecrîda heyî dike û wan dike parçeyek ji van pêkanînên derveyî mirovahiyê.”

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de têkildarî serlêdana cezayê muebbetê yê giran ê li ser rêber Abdullah Ocalan ku 23 sal e di bin şertên tecrîda giran de li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, biryar dabû. Dewleta Tirk di bersiva xwe ya li hemberî Konseya Ewropayê de, piştî serlêdana ji bo bicihanîna biryara DMME’yê, qebûl kir ku 'mafê hêviyê' nehatiye bikaranîn.

‘MAFÊ HÊVIYÊ’ Û RÊBER OCALAN

DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de biryar da ku cezayê muebbetê yê li ser rêber Abdullah Ocalan bêyî tehliyekirina bişert, binpêkirina xala 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Ev biryara ku wek "Ocalan 2" tê zanîn, destnîşan dike ku rêber Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ bê par hatiye hiştin û ev jî sedema binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye.

Piştî ku dewleta Tirk li dijî biryara binpêkirinê tu gav neavêtin, Buroya Hiqûqê ya Asrinê roja 9 'ê Tebaxê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da. Di bersiva serlêdanê de Tirkiyê qebûl kir ku Ocalan ji "mafê hêviyê" bê par kiriye.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bang li Tirkiyê kiribû ku herî dawî di dawiya Îlona 2022'yan de li ser pêşketina bicihanîna tedbîrên giştî agahiyan bide.

Li ser mafê hêviyê ku rêber Ocalan jê bêpar kirine, Newroz Uysal wiha got: "Mafê hêviyê ew e ku girtî heta mirinê li girtîgehê nemîne, sererastkirinên hiqûqî yên têkildarî vê rake û mafê ji girtîgehê derketinê ji holê neyê rakirin.

Cezayê îdamê yê li Abdulah Ocalan hatiye birîn, veguherandin cezayê muebbetê yê girankirî. Li Tirkiyê gotin cezayê muebbetê yê girankirî; yanî heta mirinê di hucreyê de bimîne. Ev qanûneke ku bi taybet ji bo ku birêz Ocalan rojekê azad nebe, hatiye derxistin. Pêşî li Abdulah Ocalan hate kirin û îro bi hezaran kes bi heman cezayî re rû bi rû ne. Li hemberî vê yekê DMME li gorî hiqûqa xwe got; "Heta mirinê di girtîgehê de hiştin, ew ji mafê hêviyê bê par kirin e. Mayîndekirina vê yekê bi vî rengî binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye. Ji ber vê yekê, divê welat bi destnîşankirina demekê re derfeta mafê hêviyê bidin.” Dadgeha Ceza ya Navneteweyî sînorê 25 salan diyar kiriye. Yên ku ev sûc kirine jî, mafê wan heye ku ji nû ve li ber çavan derbas bikin. Dema herî zêde wek 25 salan dihat pêşbînîkirin. Çavdêriya biryarê jî spartin Komîteya Wezîran.”

'TIRKIYE RED DIKE KU QANÛNÊ SERERAST BIKE'

Newroz Uysal diyar kir ku Tirkiye bi tu awayî naxwaze qanûnê biguherîne û wiha axivî: "Komîteyê ji Tirkiyê xwestibû ku heta 30ê Îlonê nexşerêyê xêz bike. Di nava vê demê de gelo Tirkiyê bersiva wan daye yan na, em nizanin. Ji ber ku piştî vê bersivê, komîte li hundir dinirxîne û heke pêwîstî pê hebe bi raya giştî re parve dike. Di hevdîtina meha Îlonê de biryara li ser Abdulah Ocalan ne di rojevê de bû. Di meha Kanûnê de hevdîtin hene û em dizanin ku biryara li ser Abdulah Ocalan hê neketiye rojevê. Em wek parêzerên Abdulah Ocalan, her wiha rêxistinên nehikûmî, saziyên mafên mirovan û gelek saziyên hiqûqî û mafên mirovan di wateya navneteweyî de biryara têkildar agahdar bikin û gelek danezanan bidin ku biryar çiqasî ne mirovî ye, divê di şexsê Abdulah Ocalan de wek amûreke bazareke siyasî neyê bikaranîn û ji ‘mafê hêviyê’ sûdê wergire.”

Her wiha parêzer Newroz Uysal diyar kir ku wan daxwazên komîteyê yên ji bo guhertina qanûnan li Tirkiyê dubare kirine û wiha lê zêde kir: "Ev nayê wateya 25 salan, Tirkiye dikare di nava 10-15 salan de diyar bike. An jî ji bo pêşîlêgirtin an jî neastengkirina azadiya Abdulah Ocalan bi guhertina qanûnan û danîna rêziknameyeke pir cuda dikare biryareke fermî bide. Di dawiya vê pêvajoyê de, sererastkirinên qanûnî yên pêwîst dibe ku rê li ber azadiya Abdulah Ocalan veke û di aliyê berevajî vê de jî tiştên gelekî cuda dibe ku pêk bên. Ya ku ev ê diyar bike bê guman cidiyeta hem têkoşîna hiqûqî ya parêzeran, hem jî şopandina bi baldarî ya sazî û kesên li Tirkiye û cîhanê di warê hiqûqî û mafên mirovan de ye. Ji ber ku komîte heta niha ne amade ye di vê mijarê de gaveke cidî biavêje. Em ê bi isrartir bişopînin da ku ev yek pêk were.”

ANHA