​​​​​​​Rêveberiya Xweser Nexweşxaneya Gel a Şedadê vekir

Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Nexweşxaneya Gel a Şedadê vekir.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser Nexweşxaneya Gel a Şedadê vekir
​​​​​​​Rêveberiya Xweser Nexweşxaneya Gel a Şedadê vekir
​​​​​​​Rêveberiya Xweser Nexweşxaneya Gel a Şedadê vekir
​​​​​​​Rêveberiya Xweser Nexweşxaneya Gel a Şedadê vekir
​​​​​​​Rêveberiya Xweser Nexweşxaneya Gel a Şedadê vekir
​​​​​​​Rêveberiya Xweser Nexweşxaneya Gel a Şedadê vekir
​​​​​​​Rêveberiya Xweser Nexweşxaneya Gel a Şedadê vekir
​​​​​​​Rêveberiya Xweser Nexweşxaneya Gel a Şedadê vekir
​​​​​​​Rêveberiya Xweser Nexweşxaneya Gel a Şedadê vekir
6 cotmeh, 2022   14:25
HESEKÊ

Şêniyên herêma başûr ê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriye, nûnerên Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser, Meclisa Rêvber a Herêma Cizîrê, saziyên sivîl, leşkerî û saziyên civakî tev li merasîmê vekirina Nexweşxaneya Gel a Şedadê bûn.

Hevserokê Meclisa Rêvber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yunis axivî û vekirina nexweşxaneyê li şêniyan pîroz kir. Her wiha anî ziman ku Rêveberiya Xweser di van şert û mercên êrişên dewleta Tirk a dagirker û ambargoya li ser herêmê de gaveke pir girîng avêt.

Talet Yunis eşkere kir ku lêçûna giştî ya nexweşxaneyê gihaşt milyonek û nîv û 14 hezar dolar.

Rêveberê Nexweşxaneya Gel a Şedadê Husam El Elî diyar kir ku Nexweşxaneya Gel a Şedadê yekemîn nexweşxaneya giştî li başûrê Hesekê ye, xizmeta derdora 50 hezar malbat ji gund û bajarokên girêdayî Şedadê, Kebdan, Dişêşe, Mergda û Ebû Fas û hwd dike

El Elî anî ziman ku niha tenê 4 beş (Destwerdana lezgîn, taqîgeh, kilînîkên bijîşkî û jidayikbûna xwezayî ) hatin vekirin û di demên pêş de dê beşên din werin vekirin.

El Elî bang li rêxistinên navneteweyî kir ku divê destekê bidin nexweşxaneyê da ku beşên din vekin, ji ber ku hewcedariya herêmê pê heye.

8 bijîşkên giştî û 6 bijîşkên pispor û kadroyên hemşîretî  di nexweşxaneyê de kar dikin, her wiha du taqîgeh û du ambulans hene. Xebatên amadekirina nexweşxaneyê derdora salekê dewam kir.

Hêjayî gotinê ku çeteyên DAIŞ'ê dema ku gundewarên başûr ê Hesekê sala 2014'an dagir kiribû, nexweşxane kiribûn baregeh, ji ber vê yekê jî ji sedî 90 nexweşxaneyê hatibû rûxandin

 (dm)

ANHA