Jinên ciwan ên Reqayê qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir

Yekitiya Jinên Ciwan a Reqa bi daxuyaniyekê êrişa çekdarî ya li Silêmaniyê li dijî endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel şermezar kir û soza tolhildana tevahî jinan da.

Jinên ciwan ên Reqayê qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir
6 cotmeh, 2022   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de qetilkirina akademîsyen Nagîhan Akarsel hat şermezarkirin û hate goitin, bi vê êrişê xwestin doza jinan  û azadiya gelê bindest ji holê rakin

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê, ji ber têkçûnên xwe yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêşengên saziya sivîl û leşkerî hemûyan dikin hedef. Ev planên ku tên kirin, li ser tevahî mirovahiyê sûc e bi taybet jî ji bo jinan.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Sedema van êrişan jî nîşaneya tirsa welatên kapîtalîst û hegomanîk a ji hêz, fikir û vîna jinan e. Di heman demê de ji bo dewletan weke xaleke lawaz tê dîtin ku ger jin di mijara xwe ya azadiyê de bi israr bin. Di encama israr û girêdana xurt a di navbera jin û azadiyê de, tirsa di dilê dijminên mirovahiyê de zêde dibe. Da ku vê tirsa xwe derbas bikin, dest bi êrişên hovane dikin.ʹʹ

Jinên ciwan her wiha got, "Em ê li hemberî hemû êrişên li ser jinan bibin li ber xwe bidin û bibin bendeke asê.

Di dawiyê de em soz didin rêberê xwe rêber Abdullah Ocalan ku em ê li ser fikr û felsefeya wî, şopa şehîdên xwe heya serkeftinê berdewam bikin.”

ANHA