​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya ji bo şehîd Nagîhan Akarsel di roja duyemîn de dewam dike

Çalakiya konvedanê ya li Hesekê ya ji bo şermezarkirina qetilkirina Nagîhan Akarsel hatiye lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ku tev li çalakiyê bûn soza şopa xeta şehîdan û felsefeya rêber Abdullah Ocalan heta pêkanîna serkeftinê da.

​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya ji bo şehîd Nagîhan Akarsel di roja duyemîn de dewam dike
6 cotmeh, 2022   14:07
 HESEKÊ

Duh Akademiya Jinelojiyê bi koordîneya Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star ji bo şermezarkirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jinelojiyê Nagîhan Akarsel çalakiya konvedanê li bajarê Hesekê dest pê kir.

Îro çalakî bi tevlêbûna endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê berdewam kir.

Di çalakiyê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Ehmed Dawûd axivî û got: “Ev kon, konê berxwedanê ye li gel pêvajoya heyî ku herêm tê re derbas dibe, êrişên bi rêya balafirên bê mirov û li ser sînorên herêmê li dijî herêmê pêk tên.”

Dawûd wiha behsa şehîd Nagîhan Akarsel kir: ʹʹŞehîd Nagîhan ji bo azadiya jinan û bi rêxistinkirina wan, roleke çalak di şoreşa Rojava de lîst. ʹʹ

Dawûd soz da malbatên şehîdan ku li ser şopa şehîdan bin û hêviyên wan pêk bînin.

Tê destnîşankirin ku î dê nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê tev li çalakiyê bibin.

Li gorî komîteya amadekar, tê payîn ku çalakî îro êvarê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA