​​​​​​​'Hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê planên dewleta Tirk têk bibe'

Siyasetmedarên ji Tebqayê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe civaka herêmê dike hedef û nakokiyan di navbera pêkhateyan de derxe. Siyasetmedaran got "Hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê hemû planên dewleta Tirk ku hewl dide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, ji nav bibe."

​​​​​​​'Hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê planên dewleta Tirk têk bibe'
5 cotmeh, 2022   00:51
TEBQA – SELAM KÊRWAN

Dewleta Tirk a dagirker di şerê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, gelek rêbazan bi kar tîne. Li kêleka êrişên domdar, dewleta dagirker şerê taybet li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Piştî têkçûna wê di şerê leşkerî de, ji bo têkbirina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya Rêveberiya Xweser li wê herêmê, hewl dide nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de çêke û piştgiriyeke bênavber dide şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Têkildarî mijarê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê a bajarê Tebqayê Ehmed El Xelef wiha got: "Dewleta Tirk ji tirsa projeya neteweya demokratîk a ku tehdîdeke li ser netewdewleta wan a ku hebûna pêkhateyên din înkar dike, her tim li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê alozî û pevçûnan çêdike û di nava hemû pêkhateyan de tevliheviyê derdixe."

 ‘DEWLETA TIRK HEWL DIDE HEMÛ ÇAND Û NETEWEYAN BIHELÎNE’

El Xelef wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk dixwaze hemû çand û neteweyan bihelîne û wan nas neke, ger ev têr neke jî hewl dide pêşengên azadîxwaz bi awayekî fizîkî qir bike. Ji bo van armancan pêk bîne ti rûmeta mirovahiyê nas nake, bi awayekî bêexlaqî tev digere û komkujiyan dike."

El Xelef wiha pê de çû: "Hemû welatên cîhanê ji vê rewşê haydar in, lê bê deng dimînin û tenê temaşe dikin. Ew vê yekê dikin ji ber ku ew jî şirîkên vê siyaseta qirkirinê û xwediyên van  biryarên zalimane ne. Ew bi hemû hêza xwe piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û faşîst dikin."

El Xelef wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker şerê taybet li dijî herêmê dimeşîne. Ew jî bi rêya propagendeya madeyên hişber, teşwîqkirina koçberiyê, belavkirina fitneyê ji bo têkbirina ewlehî û aramiyê. Her wiha sîxuran bi cih dike da ku bi balafirên xwe yên bêmirov ên biçek pêşengan bike hedef, ew pêşengên ku li dijî mezintirîn rêxistina terorîst a ku tehdîda tevahî cîhanê dikir, şer kirine."

Ehmed El Xelef axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi saya têgihîştina siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vê herêmê bi ruhê heyî û nirxên biratiyê dikarîbû projeyeke nîştimanî bi nûnertiya projeya Rêveberiya Xweser ava bike. Vê projeyê dikarîbû mezintirîn rêxistina terorîst a li cîhanê têk bibe, şerê dewleta Tirk bike û hemû projeyên wê yên xirab têk bibin. Berovajî herêmên opozîsyonê ku li wir tevlihevî û bêewlehî heye."

Têkildarî mijarê berdevka Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Şeza El Elî jî wiha got: "Ev sûc ji bo dewleteke wekî dewleta Tirk a dagirker ne nû ne, ji ber ku dîroka wê bi gelek sûc û komkujiyên dermirovî tijî ye."  

Şeza El Elî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk her tim dixwaze vîna jina azad bişkîne. Hefteya borî jî şehîd Zeyneb Mihemed û şehîd Yilmaz kir hedef. Her wiha gelek şehîdên din ên ku ji bo azadiya hemû gelan canê xwe feda kirin, kir armanc."

Şeza El Elî her wiha tekezî li ser van mijaran jî kir: "Tiştê ku hişt projeya Rêveberiya Xweser bibe modela hêviyeke rasteqîn ji bo bidawîkirina êş û azarên gelê Sûriyê, pêkanîna ewlehî û aramiyê û beşdariya hemû pêkhateyan di rêvebirina herêmê de bû. Îro li dijî hemû projeyên dagirkeriyê û projeyên ku hewl didin Sûriyê vegerînin beriya sala 2011’an, li ber xwe dide."

Şeza El Elî got: "Ev proje ne tenê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bûye modelek, lê belê bala hemû gelên azadîxwaz dikşîne."

Şeza El Elî axaftina xwe wiha dom kir: "Dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê vekirî de yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li kêleka şerê xwe yê leşkerî hemû rêbazan bi kar tîne. Ajan û sîxuran belav dike, derbaskirina madeyên hişbir ji bo herêmê bi rêya herêmên dagirkirî û sînorê xwe hêsan dike. Ciwanan bi kar tîne, koçberiyê teşwîq dike û projeya Rêveberiya Xweser reş dike."

Şeza El Elî herî dawî wiha axivî: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yekitiya xwe, bi ragihandina seferberiya giştî, hişyarî û perwerdehiyê dikarin li hember van hemû rêbazan li ber xwe bidin. Ji ber ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku tevna civakî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe."

(hs)

ANHA