​​​​​​​Balefirên artêşa Tirk gundên Pêncwên û Şarbajêr bombebaran kir

Balefirên şer û balefirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gundên navçeya Pêncwên û Şarbajêr ên girêdayî Silêmaniyê bombebaran kir.

​​​​​​​Balefirên artêşa Tirk gundên Pêncwên û Şarbajêr bombebaran kir
4 cotmeh, 2022   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Roj News`ê ku agahiyên xwe dispêre qeymeqamê navçeya Pêncwên Zana Hesen hatine girtin, balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker di saetên şevê de gundên Zerdekawe, Kuşkewe, Beyane û Renêne yên girêdayî Pêncwênê bombebaran kir.

Li gor heman zanyariyan heta van kêliyan jî sê balefirên bê mirov ên dewleta Tirk li ser asîmanê herêmê difirin û dem bi dem deverê bombebaran kirin.

Zana Hesen diyar kir, li gor wan agahiyên ji xelkê deverê girtine heta niha ti ziyanên canî çênebûne.

Li aliyê din hemwextê êrişên li Pêncwên balefirên bê mirov ên dewleta Tirk gundê Şêxelmarênî yê Şarbajêr a girêdayî Silêmaniyê bombebaran kir.

Li gor agahiyên ku ji Qeymeqamê Şarbajêr Şaho Hesen jî hatine girtin, îşev carek din balefirên bê mirov ên dewleta Tirk heman cihê ku îro êriş lê pêkanî bû li gundê Şêxlemarên bombebaran kir.

Şaho diyarkir di heman kêliyan de bi belefirên şer jî gundên Beyane û Renêne yên dikevin navbera sinorê Şarbajêr û Pêncwên hatin bombebarankirin.

Her wiha eşkere kir heta van kêliyan jî dengê balefirên şer û balefirên bê mirov li ser asîmanê deverê tê bihîstin û ji ber vê yekê wan nekarîne tîmên xwe bigihînin cihên hatine bombebarankirin.