‛Hedefgirtina Nagîhan Akarsel temamkirina komployên li dijî gelan in’

Komîteyên Jinan ên Meclisa Malbatên Şehîdan ên bajar û navçeyên Qamişlo sûca sûîqastkirina çalakger û akademisyen Nagîhan Akarsal li Silêmaniyê şermezar kir û got armanca hedegirtina wê temamkirina komployên li dijî gelan in ku ew jî bi plana dîlgirtina rêber Ocalan di 1998’an de dest pê kiribû.

‛Hedefgirtina Nagîhan Akarsel temamkirina komployên li dijî gelan in’
‛Hedefgirtina Nagîhan Akarsel temamkirina komployên li dijî gelan in’
‛Hedefgirtina Nagîhan Akarsel temamkirina komployên li dijî gelan in’
‛Hedefgirtina Nagîhan Akarsel temamkirina komployên li dijî gelan in’
‛Hedefgirtina Nagîhan Akarsel temamkirina komployên li dijî gelan in’
‛Hedefgirtina Nagîhan Akarsel temamkirina komployên li dijî gelan in’
‛Hedefgirtina Nagîhan Akarsel temamkirina komployên li dijî gelan in’
5 cotmeh, 2022   10:30
QAMIŞLO

Çalakger û akademisyen Nagîhan Akarsal duh, li pêş mala xwe ya li taxa Bextiyar a li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê rastî êrişeke çekdarî hat, di encamê de şehîd bû.

Têkildarî mijarê, Komîteyên Jinan ên Meclisa Malbatên Şehîdan li bajar û navçeyên Qamişlo daxuyaniyeke hevbeş da.

Li Dêrikê, endama Meclis Malbatên Şehîdan Şadiye Yûsif, li Girkê Legê endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Rûken Xişman, li Çilaxa endama Meclisa Malbatên Şehîdan Lîna Yûsif, li Qamişlo endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Hesen El Casim, li Amûdê endama Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan Kewser Ebdulezîz, li Til Brakê endama Meclisa Mablatên Şehîdan  Merwa El Hesir û li Til Hemîsê jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Ehmed, daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Divê gelê me baş bizane plana saziyên dewleta Tirk û hikumeta Başurê kurdistanê di serî de mala Barzanî ku çawa dixwazin wan plansaziyên qirêj ên ku di sala 1998’an de dest pê kirin, niha jî bikin ku çawa serok Apo girtin û xistin destê dijmin û di şexsê serok Apo de vîna gel bin bixin û niha jinên ku neheqiyê û koletiyê qebûl nakin wan hedef digirin. Ji ber mejiyên wan jinên azad qebûl nakin û ji wan ditirsin. Ji ber azadiya jin destpêka azadiya civakê ye , dest bi êrişa xwe li ser van jinên berxwedêr kir.

Em Komîteyên Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan êrişa li ser jinên azad di hemû herêman de şermezar dikin. Çawa ku Jîna Emînî , Zeyneb Sarûxan hedef girtin, niha jî hevala me jina çalakvana mafên mirovan Nagîhan Akarsal li Başûrê Kurdistanê hedef girtin.

Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û Konseya Ewlehiyê dikin ku zextê li van hikumetên faşîstê bikin ku qetilkirin were sekinandin. Ji ber jin jiyan e û em hemû Jîna, Zeyneb, Nagîhan Akarsal in , şehîdên me di dilan de ne tu carî namirin.”

ANHA