​​​​​​​Di encama topbarana li dijî Zirganê de welatiyek birîndar bûye-hat nûkirin

Li Zirganê, di encama topbarana dagirkeriya Tirk de welatiyek birîndar bûye û zirar gihîşt xaniyên welatiyan. Nûçegihanê me da zanîn ku topbaran heta vê kêliyê didome.

​​​​​​​Di encama topbarana li dijî Zirganê de welatiyek birîndar bûye-hat nûkirin
4 cotmeh, 2022   18:50
HESEKÊ

Navçeya Zirganê ya Hesekê û gundên wê ji çend saetan ve ji aliyê dagirkeriya Tirk ve bi çekên tên topbarankirin.

Nûçegihanê me yê li navçeyê destnîşan kir ku bi giranî taxên rojava û başûrê navçeyê, her wiha bakur, rojava û başûrê navçeyê, tên topbarankirin.

Her wiha da zanîn ku di encama topbaranê de zirarên mezin gihaştine xaniyên welatiyan.

Nûçegihanê me eşkere kir ku welatiya bi navê Ayşer Hisên El Kemorî (23) li gundê Matmûra yê bakurê navçeyê di encama topbaranê de birîndar bûye.

Nûçegihanê me da zanîn ku topbarana dagirkeriya Tirk li dijî navçeyê û gundên wê heta vê kêliyê didome.

(mh)

ANHA