​​​​​​​Kujerê Nagihan Akarsel hat girtin-hat nûkirin

Asayîşa Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi hevkariya asayîşa Koye kujerên endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel li navçeya Koye girtine.

​​​​​​​Kujerê Nagihan Akarsel hat girtin-hat nûkirin
4 cotmeh, 2022   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Asayîşa Silêmaniyê têkildarî qetilkirina endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel daxuyaniyek nivîskî belavkir û ragihand wan tawanbarên bûyerê li navçeya Koye girtine.

Daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê wihaye;

“Îro di saetên sibehê de em hatin agahdarkirin ku li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di bûyerek kuştinê de jinek bi navê Nagihan Kemal Akarsel jiyana xwe ji dest daye. Yekser hêzên me gihiştin cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin. Piştî lêkolînek baş di nava çend saetekê de di jêr fermana birêz serokê dezgeha asayîşa Herêmê de û bi hemahengiya li gel rêveberiya asayîşa rojhilatê Hewlêr-Koye, me karî tawanbarên vê bûyerê bigrin. Niha li ser fermana birêz dadwer lêpirsîna li gel wan de berdewame. Li vir em sipasiya welatiyên dilsoz û nîştimanperwer dikin ku ji bo bidestxistina zanyariyên li ser tawanbaran hevkariya me kirin.”

Asayîşa Silêmaniyê di daxuyaniya xwe de nav û nasnameya kesên hatine girtin eşkere nekiriye. Li ser vê yekê Rojnews xwest di derbarê tawanbaran de hîn zêdetir zanyariyan ji Berdevkê Asayîşa Silêmaniyê Yasîn Semîh werbigre, lê bersiva telefonê neda.

Li aliyê din li gor zanyariyên ji çavkaniyek taybet bi dest Rojnews ketine, kujerên Nagihan Akarsel li seytereya herî dawî ya asayîşa YNK’ê ya li Simaqol ku hewil didan derbasî Hewlêrê bibin hatine girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji beriya niha jî dema ku endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Şukrî Serhed, penaberê siyasî Zekî Çelebî û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Mamosta Şemal li Silêmanî û Kelarê hatibûn qetilkirin, hatibû gotin ku kujer reviyane Hewlêrê.