Şêniyên Qamişlo li dijî tecrîdê xwepêşandan kir

Şêniyên Qamişlo li ser bangewaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger derketin xwepêşandanê û tecrîda li ser rêber Adullah Ocalan şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Şêniyên Qamişlo li dijî tecrîdê xwepêşandan kir
4 cotmeh, 2022   18:34
QAMIŞLO

Xwepêşandan ji taxa Enteriyê yê rojhilatê Qamişlo dest pê kir. Bi sedan şênî û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger tev lê bûn.

Xwepêşandan ji çerxerêya depoyan ber bi çerxerêya Efrîn ve dewam kir.

Xwepêşandêr li çerxerêya Efrîn kom bûn û piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Şêro Qamişlo axivî û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê hatiye ferzkirin, şermezar kir.

Şêro Qamişlo piştrast kir ku çalakî û têkoşîna wan dê berdewam bike heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were. Her wiha bang li ciwanan kir ku asta têkoşîn, berxwedan û sekina li hember komployên dijmin, bilind bikin.

Xwepêşendêran di dawiya çalakiyê de berxwedana li Îmraliyê silav kir.

(dm)

ANHA