​​​​​​​Artêşa Îranê baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike

Balafirên biçek û bêmirov ên rejîma Îranê baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li herêma Zirgiwê ya Silêmaniyê û navçeya Koyeyê yên Başûr bombebaran dikin.

​​​​​​​Artêşa Îranê baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike
28 îlon, 2022   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê êrişê de endamê deftera Siyasî ya Rêxistinên Kurdistanî yê Hizba Komunîst ya Îranê (Komeleya Komûnîst) Hesen Rehman Pena ji Rojnewsê re axivî.

Hesen Rehman got ji danê sibê ve çend balafirên bêmirov ên dewleta Îranê baregehên wan ên li Zirgiwê ya nêzî Silêmaniyê bombebaran dikin.

Hesen Rehman Pena got heya niha jî êrişa bi balafirên bêmirov dewam dike û navenda wargehê bi dijwarî tê bombebarankirin.

Rehman Pena got: “Ji ber ku êriş heya niha jî dewam dike, em nikarin der barê ziyanan de agahiyekê bidin.”

Berpirsekî din ê Komeleya Komûnîst Seîd Emanî jî got: “3 caran baregeha Komeleya Zehmetkêşan û 4 caran jî baregeha Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşan hatiye bombebarankirin.”

Her wiha balafirên bêmirov û biçek ên Îranê baregehên Hizba Demokratîk ya Kurdistana Îranê ya li navçeya Koyeyê jî bombebaran dikin. Li her du herêman êrişa li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê dewam dike.