Îran bajarokekî ser bi Silêmaniyê ve bi dijwarî topbaran dike

Rejîma Îranê bi dijwarî herêma bajaroka Mawet ê ser bi Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ve topbaran dike.

Îran bajarokekî ser bi Silêmaniyê ve bi dijwarî topbaran dike
28 îlon, 2022   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, rejîma Îranê bi dijwarî herêma bajaroka Mawet a ser bi Silêmaniyê topbaran dike. Tê gotin ku nêzî 20 topan li nêzî gundên Jajle û Giwêzelê ketine.

Beriya çend kêliyan jî balafirên biçek û bêmirov ên rejîma Îranê baregehên her sê hizbên Komeleya Rojhilatê Kurdistanê yên li herêma Zirgiwê ya nêzî Silêmaniyê û navçeya Koyeyê bombebaran kiribûn.

Rejîma Îranê ev 5 roj in herêma Bridost û Balekateyetî bombebaran dike.