​​​​​​​Welatiyan bêdengiya hikumeta Şamê û Rûsyayê li hember êrişan rexne kir

Şêniyên navçeya Til Temirê bêdengiya hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê ya li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê rexne kir û da zanîn ku dê tevî hemû planên ku li dijî wan tên kirin jî li herêmên xwe bimînin.

​​​​​​​Welatiyan bêdengiya hikumeta Şamê û Rûsyayê li hember êrişan rexne kir
24 îlon, 2022   07:20
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Hin caran hêzên hikumeta Şamê yên li herêmên sînorî jî dikin armanc. Ev êriş car caran digihêjin deverên derdora baregehên Rûsyayê jî.

Hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê tu carî bersiva êrişên dewleta Tirk nedane, tevî ku hêzên hikumeta Şamê li hin navçeyên sînorî belav bûne û mafê wan heye ku bersiva her êrişekê bidin ku xaka Sûriyê dike armanc. Hêzên Rûsyayê jî li hember provokasyonên dewleta Tirk bê deng in, her çendî xwe wek "hêza garantor" a agirbestê bi nav dike jî.

Têkildarî mijarê Mehmûd Mihemed ku şêniyê Til Temirê ya Hesekê ye, wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrişî navçe û gundên me dikin.”

Mihemed matmayîna xwe li hember bêdengiya hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê li ser êrişên dewleta Tirk wiha anî ziman: "Dewleta Tirk a dagirker nuqte û baregehên hêzên ku ketine herêmê ji bo pêkanîna agirbestê, dike armanc. Ew hêz jî hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsya ne ku li hember van êrişan dengê xwe nakin."

Mihemed wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû awayan êrişî xelkê herêmê dikin. Di nav de qutkirina ava stasyona Elok ji ser zêdetirî milyon û nîvek kesî li Hesekê û stasyonên kehrebeyê dike armanc. Ew hemû ji bo koçberkirin, tevliheviya ewlehî û têkbirina îstîqrara li herêmê ne. Dewleta Tirk hewl dide dîroka bav û kalên xwe yên Osmanî vejîne. Topên ku li gundên herêmê dikevin û di ser baregehên Rûsyayê re derbas dibin, îspata peymana di navbera wan de ye."

Tahir Şêxmûs jî helwesta hêzên Rûsyayê yên ku bi îdiaya garantîkirina agirbestê ketine herêmê rexne kir. Her wiha hêzên navneteweyî, bi taybetî jî Koalîsyona Navneteweyî, rexne kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker paşguh dikin.

'TOPBARAN ÇI QAS DIJWAR BIN JÎ EM DEV JI XAKA XWE BERNADIN'

Şêxmûs anî ziman ku gelê Til Temirê tevî hemû metirsiyan jî dê li ber xwe bide û wiha got: "Em di nava xetereyê de dijîn, lê em jiyana xwe didomînin. Topbaran çi qasî dijwar be jî em dev ji axa xwe bernedin. Em ê li ser vê axê bimînin û heya nefesa dawî em ê li ber xwe bidin."

Siyasetmedar û rêveberê nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Til Temirê Ridwan Xelef jî got armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina nuqteyên hikumeta Şamê ji bo zexta siyasî ye û wiha domand: "Her kesî nêzîkbûna Enqere û Şamê fêm kir."

Ridwan Xelef wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi vehewandina çeteyan, guhertina rêya tevgerê ji bo berjewendiyên xwe û bikaranîna wê ji bo bicihanîna armancên xwe, cewhera xwe ya rast eşkere kir. Siyaseta wê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) e."

Ridwan Xelef di dewama axaftina xwe de wiha got: "Îro êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser nuqteyên hikumeta Şamê li herêmê, xwedî armancên siyasî ne. Hewl dide zextê li Şam û Rûsyayê bike û lihevkirinên nû bi dest bixe.  Ew jî di demekê de ye ku Şam hewl dide çeteyên girêdayî dewleta Tirk têk bibe, derbasî Idlibê bibe û kotrol bike."

Xelef di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser armancên Rûsyayê û hikumeta Şamê û got: "Ji dema hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê li herêmê bi cih bûne, gelek armancên wan hene.  Ji wan armancan jî zextkirina li ser Rêveberiya Xweser û lawazkirina pozîsyona Amerîka li herêmê ye. Îro bikaranîna Rûsyayê ji dewleta Tirk a dagirker ew e ku zextê li hêzên Amerîkayê û herêmê bike da ku bigihêje armancên xwe û hêviya hikumeta Şamê ya vegera li herêmê pêk bîne. Li hember wê jî girêbestên bazirganî û aborî bi dewleta Tirk a dagirker re pêk tên."

(hs)

ANHA