​​​​​​​Xwendekarên Til Temirê tevî êrişên dewleta Tirk jî israr dikin bixwînin

Zêdetirî 4 hezar xwendekar li 75 dibistanên herêmên nêzî eniyên şer ên Til Temirê ya kantona Hesekê dixwînin. Tevî ku hin ji wan dibistanan dibin hedefa topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî, xwendekar ji bo domandina xwendina xwe bi israr in.

​​​​​​​Xwendekarên Til Temirê tevî êrişên dewleta Tirk jî israr dikin bixwînin
24 îlon, 2022   05:48
HESEKÊ

Xwendekarên navçeya Til Temirê ya Hesekê diyar kir ku êrişên domdar ên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê ji bo koçberkirina wan û tunekirina hebûna wan in. Xwendekaran diyar kir ku ew di temamkirina xwendinê de bi israr in û xaka xwe nahêlin û dê parastina wê bikin.

Xwendekara bi navê Sêvîn Heysem Îbrahîm têkildarî rewşa perwerdeyê ya li navçeyê ji ber topbarana ku hema rojane li wir tê kirin, wiha got: "Êriş li ser herêma me hene û çend dibistan tên topbarankirin, lê nikarin me ji çûna dibistanan bi dûr bixin."

Dawiya sala 2019’an de piştî dagirkirina herêma Serêkaniyê, dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî Til Temirê bûn, dibistanên navçeyê bi giştî bûn hedefa wan û di encamê de 9 dibistan wêran bûn.

Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê ya 2022-2023`yan de ku di 18`ê Îlonê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir û tevî topbarana li ser Til Temir û gundewarên wê yên li bakur û rojava, dîsa zengilên dibistanan lê dan. Dibistan jî bi xwendekaran tijî bûn.

Xwendekara bi navê Hemrîn Selah Îbrahîm wiha got: "Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê li navçeyê û tevî topbaranên domdar, dîsa jî dibistanan deriyên xwe vekirin. Em pir kêfxweş in ku em bi zimanê xwe yê dayikê fêr dibin. Piştî vebûna zanîngehan bi zimanê dayikê, qonaxên perwerde û fêrkirinê gihaştine asteke pir bilind."

Hemrîn Îbrahîm wiha pê de çû: "Êrişên ku van salên dawiyê qewimîn, em neçar kirin ku ji dibistanên xwe bi dûr bikevin. Lê îro û tevî êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker em xwendina xwe dewam dikin. Ew ê nebe asteng li pêşiya hêvî û armancên me."

Hemrîn Îbrahîm diyar kir ku vegera wan a li dibistanan bersiva gelê herêmê ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk e û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe yên rojane hewl dide me qir bike û zimanê me tune bike. Berdewamkirina hînbûna me di dibistanan de, peyameke zelal e ku em ê di her şert û mercî de perwerdeya xwe bi zimanê xwe bidomînin.  Ew ê tu kes nekare zirarê bigihîne me."

Li gorî Rêveberiya Komeleya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a li navçeyê, 4 hezar û 51 xwendekar li Til Temirê di 75 dibistanan de dixwînin.

Xwendekarê bi navê Salih Dawrî jî nêrînên xwe wiha anîn ser ziman: "Her roj êriş li ser herêm û axa me tê kirin, lê em li vir in û em dev ji xwendina xwe bernadin. Em baş dizanin ku dagirkeriya Tirk dibistanên me dike armanc da ku hebûna me tune bike, lê em rê nadin û em ê xwendina xwe bidomînin."

Dawrî her wiha got: "Êriş dê nikarin xwendina me rawestînin. Em ê xwe bi pêş bixin heya ku em bighêjin astên herî bilind ji zanistê. Em bang li civak, hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî  û mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser qada perwerdeyê û li ser giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin. "

Li gorî serjimariya Desteya Perwerdeyê, di 4 hezar û 700 dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 878 hezar xwendekaên seretayî, navîn û amadeyî hene.

(hs)

ANHA