​​​​​​​Pirtûkxaneya gerok li Reqayê ye

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê destpêkirina çalakiya pirtûkxaneya gerok a ji bo pênasekirina fikrê rêber Abdullah Ocalan li herêma Reqayê ragihand, ku dê 3 rojan bidome.

​​​​​​​Pirtûkxaneya gerok li Reqayê ye
23 îlon, 2022   20:54
REQA

Çalakî di çarçoveya pêngava "Werin cenga azadiyê” ya ji bo belavkirina fikrê rêber Ocalan li herêmê ye, piştî ku çalakî li Minbic û Tebqayê bi dawî bû dê 3 rojan li Reqa û gundewarê wê bidome.

Di destpêka çalakiyê de berdevkê Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Reqayê Mazlûm Kobanê wiha axivî: “Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê em bixêrhatina pirtûkxaneya rêber Ocalan a ku li herêmên rizgarkirî, Minbic û Tebqa dest pê kir û vaye îro li Reqayê ye, armanc ji vê hemleyê bilindkirina asta têkoşîna ciwanan û pêkanîna azadiya rêber Ocalan e. Em bang li hemû ciwanan dikin ku tev li vê hemleyê bibin ku dê 3 rojan bidome.”

Mazlûm Kobanê soza domandina têkoşîn û xebatê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da.

Tê zanîn ku çalakiyên pirtûkxaneya gerok vê êvarê piştî 3 rojan li Tebqayê, bi dawî bû.

 (mh)

ANHA