ʹBêyî derketina hêzên derve çareserkirina aloziya Sûriyê ne pêkan eʹ

Di demekê de ku Komîteya Lêkolînan a Serbixwe ya Navneteweyî ji ber îhtîmala derketina rageşiyeke tund di şerê li Sûriyê de hişyarî dabû, lêkolîner û pisporan sedema vê yekê dispêrin destwerdana hêzên herêmê û navneteweyî, di serî de dewleta Tirk  û diyar kirin ku çareserî di derketina hemû hêzan ji Sûriyê de pêkan e.

ʹBêyî derketina hêzên derve çareserkirina aloziya Sûriyê ne pêkan eʹ
24 îlon, 2022   04:37
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊN NÛR

Komîteya Lêkolînan a Serbixwe ya Navneteweyî ya têkildarî Sûriyê ku ji aliyê Neteweyê Yekbûyî ve hatiye erkdarkirin, di raporekê de ku li ser şerê 11 salan ê Sûriyê weşandibû, ji ber îhtîmala derketina rageşiyeke tund di şerê li Sûriyê  de hişyarî dabû, her wiha berpirsên şerê berdewam ê li Sûriyê diyar kiribû. Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Her wiha wekîlên Îranê êrişên xwe yên bi moşekan li ser baregehên Amerîkayê yên li rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Heman demê êrişên hewayî yên Rûsya yên li ser bakur û rojavayê Sûriyê dewam dikin. Li aliyekî din çeteyên DAIŞʹê bi êrişên xwe yên li ser girtîgeh û kampên jin û zarokên DAIŞʹî hewl didin "xîlafeta" xwe zindî bikin. Li beramberî van hemûyan tu çareseriyên rasteqîn ji bo aloziyê Sûriyê tune ye.

Komîteyê di rapora xwe de hişyarî da ku sûrî li pêşberî azar û zehmetiyên şerê ku ev 11 sal in dewam dike û her du diçe dijwartir dibe, rû bi bi rû ne.

Serokê komîteyê Paulo Pinheiro, di destpêka rapora ku ji 50 rûpelî pêk tê ya li ser rewşa mafên mirovan li Sûriyê, got: "Sûrî îro rûbirûyê zehmetiyên zêde û bêtehemûl in û di bin kavilên vê pevçûna dirêj de dijîn. "

DESTWERDANÊN DERVE

/kr/uploads/files/2022/09/23/193712_.webp

Der barê mijarê de lêkolînerê siyasî yê kar û barên Sûriyê û Rojhilata Navîn Mihemed Nebîl ji ANHAʹyê re axivî û diyar kir ku sedema sereke ya aloziyê destwerdana gelek hêzan e, di nav de destwerdana Tirkiyê ya li bakurê Sûriyê ye. Mihemed Nebîl got: ʹʹEv destwerdan ne rewa ye, lê temenê aloziya Sûriyê dirêjtir kiriye, destwerdan ne bi banga rewa ya hikumeta Şamê mîna destwerdana Rûsyayê, hatiye.ʹʹ

Nebîl anî ziman ku destwerdana dewleta Tirkiyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û hedefgirtina Kurdên li bakurê Sûriyê ye.

Nebîl her wiha bal kişand ser destwerdana Îran a li Sûriyê û wiha domand: "Destwerdana Îranê li ser banga fermî ya hikumeta Sûriyê bû. Ev destwerdan jî heta asteke mezin mîna destwerdana Tirkiyê ye ku temenê aloziyê dirêj kir, ji ber ku hebûna Îran li Sûriyê bandorê li berdewama tundiya li Sûriyê dike, an ku dihêle ku destwerdana Îsraîl û êrişên wê yên li ser baregehên Îranê yên li Sûriyê dewam bike. Ji ber ku dagirkera Îsraîl hebûna Îran xetere li ser xwe dibîne."

/kr/uploads/files/2022/09/23/193655_-.webp

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Ramî Xelîfe El Elî îhtîmala rageşiyeke mezin li Sûriyê di dema heyî de dûr xist û wiha anî ziman: "Bawer nakim ku di rojên bê de rageşiyekê li Sûriyê hebe. Ji ber ku derketina her rageşiyekê ne li gorî berjwendiyên tu aliyên bi bandor ên di aloziya Sûriyê de ye. Îran dixwaze bêghêje lihevkirineke nûkleerî û gûrbûna rewşê wê nekeve xizmeta wê, di heman demê de rewşa wê li Sûriyê aram e, naxwaze rewşa meydanî û leşkerî were guhertin. Rûsya jî bi şerê li Ukraynayê ve mijûl e û naxwaze nexşeya Sûriyê were guhertin."

Têkildarî dewleta Tirk a dagirker jî El Elî wiha got: "Tirkiyê dixwaze operasyonekê li dijî QSDʹê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, lê di dawiyê de ev mijar girêdayî asta lihevkirinên navneteweyî ku Tirkiyê naxwaze xwe tê werke. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî rageşiyê naxwazin û naxwazin eniyek din li herêmê veke, nexasim bi aliyên Rûsya û Îranê re. Sedemên vê yekê jî pir in. Di encamê de derketina rageşiyê li Sûriyê ne li gorî berjewendiyên tu kesî ye. Li gorî min hinek guhertinên biçûk hene, lê guhertinên rasteqîn û dijwar tune ne."

Lêkolînerê Mihemed Nebîl got: “Jinûve derketina rageşiyan an ne derketina wê li Sûriyê bi du aliyan ve girêdayî ye: aliyê yekem girêdayî hizrên siyasî ye, bi rêya beşdariya Sûriyê di sîstema siyasî ya erebî û herêmî de ye. Ev nîşana di dema dawî de  eşkere bûn, an ku bi serdanên fermî yên serokê Sûriyê Beşar Esed di Adara borî de  ji Îmarata Erebî re û hevdîtina wî ligel Welîehdê Ebû Dabî Mihemed Bin Zayid, yan jî bi rêya dan û standinên erebî bi Şamê re ji bo normalîzekirina pêwendiyên ligel Şamê, wek ku Behreynê di Kanûna 2021ʹê de û vekirina balyozxaneya xwe li paytexta Sûriyê Şamê, eşkere bû. Aliyê din jî divê em li ber çavan bigirin, ew jî daxuyaniya serokkomarê Tirkiyê yên  di Tebaxa borî de kir ye ku dibêje ew diyalog û dîplomasiyê bi Şamê re dûr naxin. Di encamê de ev nîşaneyeke xurt li ser asta niyeta Tirkiyê ya diyarkirina xeta diplomatîk bi Şamê re piştî 11 salên şer e. Bi rêya aliyên yekemîn û duyemîn em dikarin bêjin ku her du alî nîşane ne ku rasterast bandorê li rageşî an kêmkirina bûyeran li Sûriyê dike. Her çiqasî Sûriyê beşdarî lihevkirinên siyasî û derdora herêmî bibe, rageşiya leşkerî li Sûriyê kêm dibe."

BÊYÎ DERKETINA HÊZÊN DERVE ÇARESERÎ NE PÊKAN Eʹ

Têkildarî şerê Rûsya û dewletên rojava û bandora wê li qada Sûriyê û îhtîmalên vegera têkiliyên Enqere û Şamê, El Elî got: "Vegera têkiliyên Enqere û hikumeta Şamê ne hêsan e. Ji bo têkiliyên Rûsya û Tirkiyê  mijar girêdayî zextên Rûsya, bi taybet zextênli ser aliyê Tirk. Lê îmkana vegera têkiliyan mîna berê ne hêsan e, demeke dirêj hewce dike. Helbet hin tedbîr hene ku bi şêwazên hevdîtinan li ser asta îstîxbaratan hebûn, lê hevdîtinên fermî hewcedarî demeke dirêj in.

Xala sereke lihevkirina der barê QSDʹê de ye. Me mumkine Enqere û Şam li ser serweriya rejîma li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev bikin. Bi nêrîna min ev mijar gelekî zehmet e. Ji ber ku DYA li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ku destekê dide QSD û bêyî erêkirina wê bi nêrîna min rejîm nikare vegere van herêman. Heta niha rêveberiya Amerîkayê tu helwest li ser vê mijarê nedaye ku Enqere li bende ye."

Girêdayî îmkanên çareseriyê  û pêkanîna biryara navneteweyî ya 2254ʹan, lêkolînerê siyasî yê kar û barên Sûriyê û Rojhilata Navîn Mihemed Nebîl got: "Her hal dibe biryara navneteweyî ya 2254 a taybet bi veguhestina siyasî li Sûriyê were pêkanîne, lê bêyî rawestandina hemû çalakiyên leşkerî li Sûriyê û bêyî derketina hemû dewletên ku destwerdana aloziyê dikin, her wiha bêyî pêkanîna hilbijartinên pêşwext ên parlamento û serokatiyê ne mumkine ev biryar pêk were. Biryar girêdayî rêvebriya navneteweyî ya Sûriyê ne tenê girdayî rêveberiya hikumeta Sûriyê."

ANHA