​​​​​​​Amne Xidro: Em piştgiriyê didin serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê

Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê, Amne Xidro piştgiriya xwe bi serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li dijî desthilatiya Îranê nîşan da û diyar kir ku qetilkirina Jîna Emînî sûcek li dijî mirovahiyê ye.

​​​​​​​Amne Xidro: Em piştgiriyê didin serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê
24 îlon, 2022   03:23
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Desthilatiya Îranê binpêkirinên li dijî gel, nexasim ên li dijî jinan didomîne. Herî dawî polîsên rejîma Îranê keça Kurd Jîna Emînî bi bihaneya ku wê hîcab bi awayekî şaş daniye, girtin û bi îşkenceyê ew qetil kir.

Li hemberî vê yekê jin li Rojhilatê Kurdistanê daketin qadan û serî hildan. Jinan porê xwe qut kirin û hîcab avêtin. Serhildana gelê Rojhilat li seranserî Îranê belav bûye û dewam dike.

ʹHÎN JIN QURBANA TUNDIYÊ YEʹ

/kr/uploads/files/2022/09/23/194008_-.webp

Der barê vê yekê de, endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê, Amne Xidro, sûcên li dijî jinan, kuştin, tundî û îşkenceyê û her wiha bûyera qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî şermezar kir.

Amne Xidro diyar kir ku bi giştî û li Rojhilata Navîn bi taybet sûcên li dijî jinan zêde dibin û got: "Tundî zêde dibin û jin dibin qurbanî. Divê ev trajediya bi dawî bibe û sînorekî jê re were dayîn."

Amne Xidro wiha axivî: “Em wek jin li dijî van binpêkirinan in, em li kêleka serhildana jinan a li Îranê û seranserî cîhanê ne û dengê xwe tev li dengê wan dikin.”

Amne Xidro îşaret pê kir ku li Îranê mafên jinan ji aliyê desthilatiyê ve hatine standin û li dijî wan qanûnên hişk û hemû cûreyên tundiyê tên meşandin. Her wiha got: "Qetilkirina Jîna Emînî jî ne tiştekî asayî ye, ev sûceke li dijî mirovahiyê ye.”

ʹZIHNIYETA BAVIKSALARÎ JINA AZAD DIKE ARMANCʹ

Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Amne Xidro îşaret pê kir ku zihniyeta baviksalarî jina azad dike hedef û wê qebûl nake û got, desthilat jina azad wekî gefekê li ser sîstema xwe ya baviksalarî dibîne.

Amne Xidro bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser pergala parastinê ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev tişt anî ziman: "Jinên siyasetmedar û çalakvanên hiqûqî ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bê par neman, şehîd Hevrîn Xelef û gelek şehîdên din mînakên vê yekê ne."

Ji bo xurtkirina parastinê li hember êrişên pergala baviksalarî, Amne Xidro diyar kir ku heger jin li gorî fikrê rêber Abdullah Ocalan bimeşe û li hemberî desthilatdaran serî hilde, îradeya wê naşkê.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Amne Xidro anî ziman ku xwepêşandanên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê ne ji bo avêtina hîcabê ye, lê ji bo parastina hebûna xwe, bidestxistina mafên xwe  û têkbirina zordestiyê ne.

 (mh)

ANHA