​​​​​​​'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê îsbat kir ku dewleta Tirk destekê dide DAIŞ'iyên li Holê’

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û gundewarên rojhilatê Dêrazorê da zanîn ku piştî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê metirsiya kampa Holê xuyatir bû û got "Di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'ê li hundir û derveyî kampê, hate piştrastkirin."

​​​​​​​'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê îsbat kir ku dewleta Tirk destekê dide DAIŞ'iyên li Holê’
24 îlon, 2022   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 25'ê Tebaxa de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê li beşên kampa Holê ya kantona Hesekê dabû destpêkirin. Ev pêngav piştî kuştinên dubare yên li kampê pêk hat.

Qonaxa duyem a pêngavê di 17'ê Îlonê de bi dawî bû.

Der barê mijarê de şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji ajansa ANHA’yê re axivîn û pesnê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê da. Şêx û rûspiyan bang li welatên ku hemwelatiyên wan di kampa Holê de ne, kir ku welatiyên xwe vegerînin û barê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sivik bikin.

/kr/uploads/files/2022/09/23/194900_-.webp

Rûspiyê eşîra El Hilêsat û endamê Meclisa Rûspiyên Reqayê, şêx Hemod El Hemod wiha got: "Em rola hêzên xwe yên leşkerî, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber hewldanên wan ên Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê", pîroz dikin."

Hemod El Hemod axaftina xwe wiha domand: "Hêzên me 226 kes girtin û piraniya wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên destekkirin. Nîşaneya piştgiriya dewleta Tirk ji van çeteyan re hebûna cil û bergên artêşa Tirk a li kampê ye."

El Hamod ji bo sivikkirina barê Rêveberiya Xweser bang li hemû welatên cîhanê kir ku welatiyên xwe ji kampê derxin.

El Hemod wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêwîst e pêngavên ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û Kampa Holê bi taybet werin xurtkirin, da ku rê li ber ketin û derketina van şaneyan û rê li ber têkçûna aramî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were girtin."

/kr/uploads/files/2022/09/23/194946_-.webp

Şêxê eşîra El Elî û endamê têkiliyên giştî yên leşkerî li Reqayê, şêx Remedan El Rehal jî têkildarî mijarê nêrînên xwe wiha anîn ziman: "Em hemû dizanin ku kampa Holê bombeyeke li ber teqînê ye û statûya DAIŞ'ê werdigire. Di vê pêngavê de hêzên me yên ewlekariyê gelek tonel û çek dîtin, ev jî metirsiyeke mezin li ser deverê çêdike."

El Rehal wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi armanca jinûve zindîkirina şaneyên DAIŞ'ê û têkbirina ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo destekkirina wan dixebite."

El Rehal di dewama axaftinên xwe de ev bang kir: "Em bang li civata navneteweyî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hemû welatên cîhanê dikin ku welatiyên xwe ji kampê wergirin da ku di bin çavdêriya wan de bin. Ji ber ku wan serî jêkirin, zarok û jinên me qetil kirin."

El Rehal wiha pê de çû: "Dewleta Tirk li pişt van şaneyan disekine, piştgiriyê dide wan û hêsankirinê pêşkêşî wan dike. Piştî ku em di şerê xwe yê li dijî terorê de bi ser ketin, gefa kuştinê li me dixwe."

El Rehal herî dawiyê wiha got: "Divê civata navneteweyî û rêxistinên mirovî çareyekê ji aloziya kampa Holê re bibînin û her welatek welatiyên xwe ji bo kêmkirina metirsiya kampa Holê wergire."

/kr/uploads/files/2022/09/23/194932_-.webp

Sekreterê Giştî yê Kombûna Eşîrên El Bokemal û rûspiyê bajarokê Baxozê, Hewas Ebû El Casim jî têkildarî mijarê de wiha axivî: "Ev pêngav di demeke hestiyar û bi zanebûn de hat û encamên avaker bi xwe re anî. Piştî ku kampa Holê bû şahidê aloziyên ewlehiyê û sûîqastan, pêngavê li kampa Holê ewlehî û aramî bi dest xist."

Ebû El Casim wiha li axaftina xwe zêde kir: "Me bang li welatên cîhanê, Koalîsyona Navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û Xaça Sor a Navneteweyî kir û em dîsa jî bang dikin ku pirsgirêka kampa Holê bi yekcarî çareser bikin. Ji ber ku ev yek barê Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dike."

Ebû El Casim di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatan kir ku welatiyên xwe yên girêdayî DAIŞ'ê wergirin, ew li welatên wan ji ber sûcên ku li Sûriyê kirine bên darizandin û derfetê bidin Rêveberiya Xweser ji bo girtina dosyaya kampa Holê."

(hs)

ANHA