Dewleta Tirk bi qutkirina ava Firatê şerê debara welatiyan dike

Ji sala 2018’an ve, dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava çemê Firatê wek çekekî li dijî sûriyan bi kar tîne, di encamê de zirar gihîşt gelek aliyên jiyanê.

Dewleta Tirk bi qutkirina ava Firatê şerê debara welatiyan dike
24 îlon, 2022   01:51
KOBANÊ – CUMA MIHEMED

Di encama qutkirina ava çemê Firatê ji ser xaka Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, rûberên fireh ên zeviyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê av man.

Di destpêka 2018’an de, dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê bi awayekî demkî ji ser xaka Sûriyê qut dikir, anku çend hefte qut dikir û çend hefteyên din jî berdida, lê wê demê rêjeya avê ji ya niha baştir bû.

Di du salên borî de, dewleta Tirk a dagirker bi dirêjiya çend mehan rêjeyeke mezin ji ava Firatê qut kir, ku ji Adara borî de tenê 200 metrekab av derbasî xaka Sûriyê bûye. Li gor peymana di navbera Enqere û Şamê de ku di 1987’an de bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hate îmzekirin, divê di saniyekê de, 500 metrekab av bê berdan.

Ji 6 mehan ve, rêjeya avê ya ku dewleta Tirk a dagirker dide Sûriyê têra pêxistina bendavan jî nake.

Qutkirina ava Firatê yek ji amûrên dewleta Tirk a dagirker ku pê şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmeha sala 2012’an ve, dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bênavber êrişên hewayî û bejayî pêk tîne, her wiha ajan û sîxuran li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne.

EWLEHIYA XUREKÊ DI METIRSIYÊ DE YE

Bandorên vî şerî zû li Sûriyê xuya bûn, golên li ser çemê Firatê rêjeyeke mezin a ava xwe ji dest da, di encamê de saetên berhemdana kehrebeyê kêm bû, her wiha para cotkaran ji avê jî kêm bû ku niha bi sedan cotkar di peydakirina avê ji bo avdana zeviyên xwe de zehmetiyê dikişînin.

/kr/uploads/files/2022/09/23/195141_-_1.webp

Cotkarê bi navê Ehmed El Ehmed ê ji gundê Oca yê Reqayê, diyar kir ku ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pareke kêm ji avê digihîje wan, di encamî de zevî hişk dibin û nexweşî belav dibin.

El Ehmed wiha zêde kir: “Me projeyên xwe yên çandiniyê zêde dikirin, lê niha em rûberan kêmtir dikin, ji ber ku ji ber kêmbûna avê şitil hişk dibin, ev yek jî zirarê digihîne me, her wiha şivan jî heman zehmetiyê dikişînin.”

/kr/uploads/files/2022/09/23/195155_-.webp

Cotkarê bi navê Ebûd El Xerîb ê ji gundê Kesret El Ferec ê Reqayê, diyar kir ku kêmbûna avê bandorê li zeviyên wan dike, berovajî salên borî ku av têra wan dikir.

El Xerîb wiha domand: “Kêmbûna avê bû sedema nexweşiyan. Di aliyê çandiniyê de jî zeviyên me tî ne. Em li vir li ber çemê Firatê ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin, em zeviyên xwe diçînin lê em nizanin bê gelo wê mewsima me bi ser bikeve yan na, anku av dê bigihîje me ku em wan av bidin an na.”

Tevî wê jî, kalîteya avê û herkîna ava çem jî hat guherîn ku her çû qirêjtir bû û bû mîna çiravan û cihê kombûna gemarê, di encamê de jî gelek nexweşî belav bûn.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çend rewşên pêkatiyên Kolerayê tomar kirin ku ew jî li herêmên li ber çemê in. Tê texmînkirin ku jêdera sereke ya belavbûna vê nexweşiyê kêmkirina ava çem e.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa di civîneke çapemeniyê de ku 21’ê Îlonê hatibû lidarxistin, yekemîn rewşa pêketina Kolerayê li rojavayê Dêrazorê û belavbûna nexweşiyê li Reqa, Tebqa û Hesekê eşkere kir.

Ciwan Mistefa diyar kir ku ji 5’ê Îlonê ve 2 hezar û 867 rewşên gumanbar ên Kolerayê hene û 16 kes canê xwe ji dest dane.

Mistefa ragihand ku 43 rewşên pêketinê li rojavayê Dêrazorê hatine teqezkirin, 16 li Reqayê, 4 li Tebqayê û 15 li Cizîrê ku piraniya wan li Hesekê ne.

Wezareta Tenduristiyê ya hikimeta Şamê ragihand ku 253 kes bi Kolerayê ketine û 23 kes jî bi vê nexweşiyê mirine.

Koordînatorê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Koordînatorê Kar û Barên Mirovî, Umran Rêza, di 13’ê Îlonê de bi daxuyaniyekê diyar kir ku belavbûna nexweşiyê bi avdana zeviyan bi ava qirêj a çemê Firatê ve girêdayî ye.

PÊŞEROJEKE METIRSÎDAR

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van rojan de di qonaxeke zehmet re derbas dibin, ku ji gelek aliyan ve bi metirsiyan re rû bi rû ne, ji wan; ewlehiya xurekê û ya tenduristî. Di encamê de herêm nêzîkî kareseteke ye.

Jêdera belavbûna Kolerayê û nexweşiyên ku bi xwe re tîne ava qirêj a çemê Firatê ye, nexasim ku gelek bajar wek Heleb, Reqa, Minbic, Tebqa, Kobanê û Dêrazor bi awayekî sereke ji bo peydakirina ava vexwarinê xwe dispêrin ava Firatê.

Bi kêmbûna derfetên Rêveberiya Xweser û saziyên wê û girtina dergehê Til Koçer li ber alîkariyên navneteweyî yên mirovî re, dê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê xerabtir û dijwartir bibe.

Her wiha, kêmbûna rûberên çandiniyê ji ber kêmbûna avê, ewlehiya xwariniyê dixe metirsiyê zwabûn zirarên mezin gihandin qada çandiniyê ya Sûriyê.

Rêveberê bendava Rojava (Tişrîn), Hemûd El Hemadîn da zanîn ku para bendavê ji avê tenê 200 metrekab di her saniyekê de ye, hemwextî wê 5 metre rêjeya ava bendavê kêm bûye.

El Hemadîn di 22’ê Îlonê de ji ajansa me re diyar kiribû ku rêjeya avê ya gola herî mezin a Sûriyê, gola bendava Firatê 4 metre û nîv kêm bûye.

El Hemadîn diyar kir ku qutkirina avê derfeta belavbûn bakteryayê zêde dike ku di encmaê de gelek nexweşî belav dibin.

 (mh)

ANHA