El Alosî: Armanca tecrîdê şikandina vîna berxwedêrên li hember Osmaniya Nû ye

Dr. Teysîr Ebducebar El Alosî da zanîn ku armanca berdewama tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şikandina berxwedanê ye, ew jî bi rêya hincetên derew pêk tê.

El Alosî: Armanca tecrîdê şikandina vîna berxwedêrên li hember Osmaniya Nû ye
16 îlon, 2022   06:49
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHA EL HEBÎBÎ

Rêber Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve bi rêya komployeke navneteweyî ku tê de dewletên herêmî û kapîtalîst beşdar bûne û radestî dewleta Tirk hatiye kirin ku ew jî di girava Îmraliyê de dîl digire, di hovanetirîn cureyên zextan re derbas dibe, di serî de tecrîd, qedexekirina hevdîtina parêzer û malbatê.

Di 7’ê Tebaxê de, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyek da, tê de hate gotin: "Muwekilên me sûd ji mafên xwe yên diyarkirî yên di qanûnên herêmî û navneteweyî de ji 3 salan ve wernegirtine. Hemû daxwaznayên hevdîtinê ku piştî hevîdtinên parêzeran bi rêber Ocalan re di 27’ê Tîrmeha 2017’an û 2’yê 2019’an de kirine, bi awayekî derqanûnî hatin redkirin."

‘ARMANCA TECRÎDÊ ŞIKANDINA BERXWEDANA LI HEMBER OSMANIYA NÛ YE’

Sekreterê giştî yê Kombûna Ereban a Serxistina Doza Kurd, Dr. Teysîr Ebducebar El Alosî ji ajansa me ANHA’yê re li ser tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan got: "Armanca berdewama tecrîdê berdewama komkujî û dubarebûna wê ye. Divê aliyên hiqûqî yên navneteweyî helwestan li hember vê yekê nîşan bidin, bi taybet armanca wê ne tenê li gel serokê tevgera rizgariyê sînordar dimîne, lê belê li dijî gelê Kurd ku li Kurdistanê dijî ye. Armanca îro jî şikandina berxwedana kurdan e ku Osmaniya Nû ragihînin."

El Alosî wiha domand: "Dibe ku civaka navneteweyî û nirxên mafên mirovan ên serdemê bersiva wan meylên îhtîmala rûreşkirina rejîma sultaniyê û xîlafetê bi hemû taybetmendiyên wê yên ku di komkujî û hovane de têne eşkerekirin be. Ew yek armanca Erdogan ji doza birêz Ocalan ku ji bo azadî û çarenûsî ragirtî ye, eşkere dike."

‘HINCETÊN DEREW KU TU BINGEHÎN WAN ÊN QANÛNÎ TUNE NE’

Desthilatdarên dewleta Tirk li Îmraliyê qanûnên ferdî yên taybet li dijî rêber Ocalan ku bi "sîstema îşkence û tecrîda Îmraliyê" tê nasîn pêk tîne. Li ser vê yekê El Alosî ev tişt got: "Desthilatên faşîst li dijî birêz Ocalan tecrîd ferz kir û kiryarên xeternak ên binpêkirina qanûnên mirovî û navneteweyî, lîsteyên mafên mirovan heta qanûnên herêmî pêk tînin. Wê yekê bi rêya hincetên derew ku tu bingehên xwe yên qanûnî tune ne dike."

El Alosî ev tişt li gotina xwe zêde kir: "Laneteke bi vî rengî dê nifirek bimîne û bi demê re ranabe. Lê dê kesên siyaseta tecrîd û îşekencekirinê pêk anîne ku dikevin sûcên li dijî mirovahiyê wê werin darizandin û civata navneteweyî berpirsê wê yekê."

MAFÊ HÊVIYÊ

Desthilatên Tirkiyê hincetê bi ferzkirina "cezayên dîsiplînê" li ser rêber Ocalan digirin, da ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya jinûve darizandinê û biryara ‘mafê hêviyê’ pêk neyne.

Dr. El Alosî ev mijar şîrove kir û wiha got: "Fikrê maf di hêviyê de ye, yek ji hewldanên qanûnsazan e ku cezayên giran were rizgarkirin, jê jî muebed da ku ji nû ve darizandinê pêk bînin û rojekê azadiyê wergirin û jiyana xwezayî bi kar bînin. Wê yekê hişt hikumeta Tirkiyê birêz Ocalan ji wê biryarê mehrûm bike, ruxmî hemû hewlên Ewropa yan herêmî yan jî çi lêvegereke qanûnî."

El Alosî diyar kir ku ruxmî qanûna maf di hêviyê de ye ku bi sedemên nakok ên di navbera hêzên dijber de hate redkirin, lê pirsgirêkên wê di helwesta dewleta Tirk a neqanûnî de ye. Ew helwesteke siyasî ya hewldana ferzkirinê û bidawîkirina tevgera rizgariyê bi wan cezayan e.

El Alosî diyar kir ku tiştê tê xwestin ne tenê dayîna maf di hêviyê de bi roja azadiyê ve sînordarkirî, lê divê jinûve darizandinê pêk were, ku darizandinên berê yên binpêkirina qanûnan were betalkirin. Ji ber desthilatên erdoganî di dirêjahiya salên borî de ev yek şîrove kirin û dahênanên wê yên siyasî ew yek eşkere kirin.

El Alosî ev kiryar bi zîhniyta rejîma Tirk û siyaseta wê ya li herêmê ve girê da û wiha got: "Em cewhera felsefeya rejîmê li Tirkiyê, taybetmendiya wê ya leşkertî û meylên wê yên faşîst, sûcên tirkkirinê û helwdanên pêkanîna Osmaniya Nû bi rêya îxwan El Mislimîn baş dizanin. Ji ber ew li sultanekî digere da ku modela xwe li ser gelên herêmê ferz bike, hemwextî nêzbûna bi dawîbûna demê peymana navneteweyî di sala bê de."

El Alosî diyar kir ku binpêkirina mafên gelê li Kurdistanê ji hêla desthilata Tirk a erdoganî ve di çarçoveya pêkanîna siyaseta çewisandinê ye û berdewama qutkirina fermandariya tevgerê ji gel e. Ji ber bi texmîna wê qutkirina di navbera fermandarî û hîmên wê de dê şansekê bide wê projeya xwe ya Osmanî li ser hesabê gelên herêmê pêk bîne, di serî de jî gelê Kurdistanê. Lê ew yek ji bo qutkirina şansê têkiliya di navbera gel û rêberê wî de ye.

Dr. Teysîr Ebducebar El Alosî wiha dawî li gotina xwe anî: "Dibe ku ew kiryarên derqanûnî li hember fikrê di rojekê de bisekinin, ji ber ku yek ji astengiyan e. Lê di rastiyê de hîna negihîştiye armancên xwe yên qelskirina nêrînên têkoşînerê yên di çarçoveya Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Kurd û rêwîtiya wê ya mezin de. Berovajî wê wan fikreyan potansiyal li ser berxwedan, astengî û pêşveçûna ber bi firehbûnê ve mezin kir û hişt gel bi kûrahî bi fikrê azadiyê û pransîba çarenûsî ve girêdayî be. Gel bi awayekî hebûnî nayên desteserkirin, ew ji çewsînera faşîstê mezintir e."

(fr)

ANHA