Dadgehê daxwaza Tevgera Sedr red kir; gavên pêş ên tevgerê dê çi bin?

Dadgeha Federal a Iraqê daxwaza Tevgera Sedr a hilweşandina parlamentoyê red kir û ragihand ku hilweşandina parlamentoyê ne karê dadgehê ye, lê karê parlamentoyê bi xwe ye. Gelo dê Çarçovaya Hemahengiyê hikumetê ava bike? Gavên pêş ên Tevgera Sedr çi ne?

Dadgehê daxwaza Tevgera Sedr red kir; gavên pêş ên tevgerê dê çi bin?
16 îlon, 2022   05:59
NAVENAD NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê roja çarşema borî ragihandibû ku mafê desthilata destûrî tune ye ku parlamentoyê hilweşîne û diyar kir ku eger parlamento erkên xwe yên destûrî pêk neyne, divê ew bi xwe xwe hilweşîne.

Tevgera Sedr daxwaza hilweşandina parlamentoyê kir, da ku parlemento qebûl neke ku hikumeta ku Sedr dixwest bi beşdariya Hevpeymaniya Serweriyê ku ji Xemîs El Xencer û Mihemed Helbûsî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi serokatiya Mesûd Barzanî pêk tê, pêk bînin ku bi ser neket, piştî ku Sedr nekarî wê hikumetê ava bike, îstîfaya endamên xwe ji parlamentoyê ragihand.

Lê hilbijartina serokê berê yê Partiya Dawa Mihemed Şiya Sûdanî ji bo wezîfeya serokatiya hikumetê, Tevgera Sedr bi hêrs kir û li ser vê yekê alîgirên Sedr daketin qadan û avahiya parlamentoyê dorpêç kir. Çalakî gihaşt asta şerekî çekdarî di navbera ‘Seraya Selam’ a girêdayî Tevgera Sedr û Heşdî Şabî de. Vê yekê aloziya siyasî kûrtir kir. Piştre Sedr xwest bi rêya hilbijartinan li parlamentoyê vegere û bi tawanan ku erkên xwe yên destûrî bi cih nayne, dozek li dijî parlamentoyê vekir.

Endamên hêzên Çarçoveya Hemahengiyê razîbûna xwe ji biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya ku parlamento neyê jihevxistin, nîşan da. Lê rêveberên Tevgera Sedr dibînin ku ev biryara ku ji sêyan yekê endamên parlamentoyê beşdar nebûn, hewldana hêzên Çarçoveya Hemahengiyê ye ku rêya Tevgera Sedr a avakirina hikumetê girt.

DIYALOGÊN PAŞDEXISTÎ

Endamê Tora El Hedef a analîzên siyasî Mueyed El Elî ji ANHA'yê re axivî û razîbûna xwe der barê biryara destûrî de anî ziman û got: "Piştî biryara Dadgeha Federal a redkirina daxwaza Sedr a hilweşandina parlamentoyê, dadgehê nexşerêyeke zelal xêz kir ku ne erka Dadgeha Federal e ku parlamentoyê hilweşîne. Ev mijar dehfeke xurt dide Çarçoveya Hemahengiyê ku lihevkirinan bi blokên din ên siyasî re pêk bîne da ku mafên destûrî bên temamkirin, rûniştina parlamentoyê were lidarxistin û serokkomar were hilbijartin, piştre namzetê Çarçoveya Hemahengiyê ji bo serokatiya hikumetê hat erkdarkirin."

Mueyed El Elî diyar kir ku hemû dan û standin û lihevkirin bo piştî serdana çilemîn tên paşxistin da ku derfetê bidin aliyên siyasî ku biryarên xwe yên dawî bidin û dîtinên xwe yên siyasî der barê qonaxa bê de îsbat bikin.

Şîrovekar û çavdêrên kar û barên Iraqê dibêjin, dema dawî Sedr hin şikestinan dîtiye, lê dibe ku bi rêya çalakiyên gel tevliheviyê derxîne, lê ev vebijêrk hatiye ceribandin û encamên wê xetere bûn ku dikir bibûya sedema şerekî navxweyî di nava şîeyan de. Ji ber vê yekê dibe Sedr serî li vebijêrkên din ên "nebixwîn" bide.

El Elî wiha got: "Ji twîta wezîrê rêber (berdevkê daîmî yê Muqteda El Sedr) diyar dibe ku ew hewl dide biryara Dadgeha Federal li gorî berjewendiya xwe şîrove bike û hewl dide raya giştî bixapîne ku divê parlamento xwe hilweşîne, ji ber ku têkçûn di  karê parlemanê de heye, her wiha bangek zelal ji tevgera Sedr li ser zimanê wezîrê rêber ji hevalbendên xwe yên sunî û Kurd re hebû ku civînên parlamentoyê boykot bikin an daxwazek ji bo betalkirina wê bişînin.''

Lêkolîner Mueyed El Elî anî ziman ku Tevgera Sedr dest bi bikaranîna kaxeza dawî kirye û armanca ew e ku Kazimî di serokatiya hikumetê de bimîne.

El Elî wiha domand: "Mayîna Kazimî li ser vê hikumetê dê rewşa siyasî aloztir bike. Ji gel ber ku xurtî wî red dike, her wiha piraniya blokên siyasî karê ne baş ê Kazim red dike, ji ber ku Kazimî gelek biryar dan ku encamên wan li ser gelê Iraqê neynî bûn. Loma Tevgera Sedr piştî biryara Dadgeha Federal hevalbendên xwe bi aliyê refa xwe ve dikişîne. Lê bawer dikin ku hevbendiya sêalî (Sedr, Helbûs û Barzanî) bi temamî bi dawî bûye, ji ber ku di avakirina hikumeta ku dixwestin de bi bin ketin."

'ÎSTÎFAYA HELBÛSÎ ÇARESERÎ YE’

El Elî destnîşan kir ku aliyên sunnî û Kurd naxwazin ji dîmenê siyasî dûr bikevin, dibe hinek daxwaz û şertên wan ên nementiqî hebin, lê di encamê de dixwazin destkeftiyên zêdetir bi dest bixin.

Diyar e ku Çarçroveya Hemahengiyê di avakirina hikumetê de israr dike. El Elî diyar kir ku piştî biryara Dadgeha Federal, gog di stada Çarçrovaya Hemahengiyê û blokên siyasî yên kurdî de ye ku divê li ser namzetan li hev bikin û derbasî parlamentoyê bibin.

Mueyed El Elî îşaret pê kir ku erka lidarxistina civîna parlamentoyê ji Helbûsî tê xwestin, lê erka xwe ya qanûnî û destûrî baş bi cih nayîne. Her wiha got: "Divê blokên siyasî û kesayetên nîştimanî yên di parlamentoyê de biryareke xurt bikin û Helbûsî dûr bixin, ji ber ku Helbûsî beşek ji aloziyê ye ku di demên berê û piştî derketina xwepêşanderan ji avahiya parlamentoyê civîneke parlamentoyê li dar nexist."

'KAZIMÎ SÛDÊ JI ALOZIYÊ WERDIGIRE'

Endamê Tora El Hedef a analîzên siyasî Mueyed El Elî anî ziman ku dijminên Iraqê yên hundir û an jî derve sûdê ji aloziya li Iraqê digirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Sûdmendê dawî Kazimî ye, madem aloziya siyasî heye wê Kazimî di serokatiya hikumetê de bimîne, wê desthilatdar be û sûdê ji dewlemendî û pereyên gelê Iraqê bigire. Di encamê de Kazimî sûdmendê pêşîn û dawî yê ji vê aloziyê ye. Her wiha hin aliyên din wekî Îsraîl jî sûdê digirin. Heman demê hin dewletên ku bi proseya siyasî ya ku piştî 2003'yan hatiye avakirin, ne bawer in, sûdê ji vê aloziyê digirin û dixwazin Iraq vegerînin sîstema siyasî ya dîktator a Baas an jî kopiyeke nû mîna wê."

ANHA