Polîsên Alman di têketina Kolnê de Meşa Dirêj asteng kir

Li gorî ANF`ê Meşa Dirêj a Almanyayê ku bi pêşengiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst tê lidarxistin, berdewam dike. Polîsan di têketina Kolnê de ji çalakgeran re astengî derxist.

Polîsên Alman di têketina Kolnê de Meşa Dirêj asteng kir
15 îlon, 2022   20:49
NAVENDA NUÇEYAN

ANF`ê ragihand ku Meşa Dirêj a li Almanyayê ku bi pêşengiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê" tê lidarxistin, di roja pêncemîn de ye. Di têketina Kolnê de polîsan meş asteng kir.

Serê sibehê piştî xwepêşandana ji bo protestokirina bikaranîna çekên kîmyêwî û nukleerî ya taktîk a dewleta Tirk dest bi meşê hat kirin.

Meş ku bi asayî berdewam bû; piştî bêhndana ji bo xwarinê li Parka Lîs-Bohleyê polîsên Alman çend çalakvan destgîr kirin. Di nav ciwanên xwestin ên destgîrkirî bên berdan û polîsan de xirecir çêbû.

Ciwan, bi hinceta nihêrtina li nasnameyan ji aliyê polîsên Alman ve hatin rawestandin.