​​​​​​​Di nava 2 salan de kiryarên PDK'ê yên li djiî Kurdan

Ji kemîna Xelîfanê heta vekirina rêyan ji dagirkran re, qetikirina kesayetên welatparêz û beşdarbûna êrişên li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê, PDK di xeta xiyanetê de berdewam e û planên qirêjî yên dewleta Tirk a dagirker bi cih tîne.

​​​​​​​Di nava 2 salan de kiryarên PDK'ê yên li djiî Kurdan
16 îlon, 2022   04:30
KOBANÊ

Beriya salekê, 7 gerîlayên azadiyê, li herêma Xelîfanê ketin kemîna PDK'ê, di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, yek birîndar bû û dîl hat girtin, gerîlayê din karibû xwe bighîne yekîneyên xwe û serboriya bûyerê parvekiribû.

Ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK'ê, bi serkêşiya malbatên şehîdên kemîna Xelîfanê bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera mehên Îlon û Cotmeha par de çalakî li deriyê sînor ê Sêmalkayê li dar xistin û daxwaza cenazeyên şehîdan kirin. Şêniyan kiryarên PDK'ê wekî xiyanet û desteka wê ya ji dijmin re di dagirkirina Kurdistanê wesif kirin. Hêzên PDK'ê bi keviran êrişî çalakvanan kir.

Li gorî agahiyên ewlehiyê, fermandarê Hêzên Zêrevanî yên taybet Ezîz Weysî û berpirsê pêşmerge Dilovan Rûbarî fermana pêkanîna kemînê da ku çeteyên "Leşkerên Roj" jî tê de cih girt.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku çeteyên "Leşkerên Roj" yên bi navê Şêran Remedan Sîma, Mêvan Îsa Îbrahîm, Îsmaîl Mihemed Salih û Raid Îsa beşdarî danîne kemînê bûne.

Piştî salek û 6 rojan anku di 5'ê Îlona 2022'yan, çekdarên PDK'ê senaryoya par dubare kir. Di vê rojê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li herêma Xelîfanê êrişî tîma ku ji 5 gerîlayan pêk dihat, kir. Piştre çekdarên PDK'ê êrişî gerîlayan kir, di encamê de 3 gerîla şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn û dîl hatin girtin.

HPG'ê bi daxuyaniyê bang li PDK'ê kir ku gerîlayên dîlgirtî serbest berde û bûyera li Xelîfanê ronî bike.

LÎSTEYA REŞ A PDK'Ê

Dewleta Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK'ê şerê gerîlayên li çiyayên Kurdistanê dike. Ev şer di salên 1992, 1995, 1997 heta 1999'an de dijwar bûn.

Ev kiryar careke din nû dibe, PDK hewl dide şerekî nû derxe ku xizmeta dewleta Tirk a dagirker bike. Ji 24'ê Nîsana 2021'ê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Avaşîn, Zap û Metînayê nesekinîne. Armanc ji van êrişan ew e ku hêzên gerîla di erdîngariyeke teng de li Başûrê Kurdistanê dorpêç bikin û têkiliyên di navbera gerîlayan de qut bikin û di dawiyê de wan têk bibe. Artêşa dagirker di van êrişan de çekên kîmyewî û yên nukleer taktîk li dijî gerîla bi kar tînin.

Li aliyekî din jî hêzên PDK'ê çeteyên"Leşkerên Roj" yên ku ji Rojava reviyane û li beramberî pereyan bûne çete, di şerê li dijî gerîla bi kar tînin.

Rêbazek nemaye ku PDK'ê li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi kar neaniye. Di Nîsana borî de, desthilata Başûrê Kurdistanê dest danî ser hezar û 200 maskên li dijî çekên kîmyewî û nehişt bigihêjin gerîlayên ku bi êrişên hovane yên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk re rû bi rû ne.

Li gorî raporên pêbawer, 11 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker û 11 kampên wê yên perwerdeyê yên MÎT'ê li Başûrê Kurdistanê hene. Ev baregeh li deverên Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanî Masî, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amediyê ne.

RÊ JI DAGIRKERAN RE ÇÊKIR

Di 27'ê Tebaxa borî, PDK'ê rê ji artêşa Tirk a dagirker re ber bi herêmên berxwedanê yên li Girkê Hekarî û Girê Amediyê yên Metînayê ve vekir. Dîmenên vekirina rê ji dagirkeran re hatin parvekirin. Tevî bertekên dijwar ên gel, lê PDK'ê guh neda van bangan.

Fermandariya Navendî ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Tê de hişyarî da PDK'ê û got, "Şerê me yê stratejîk, neteweyî û demokratîk wê bi ser bikeve, destwerdana li vî şerê rawestîne."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê jî got: "Têkiliyên PDK'ê û hevkatiya wê ya îstîxbaratî bi dewleta Tirk a dagirker re xizmeta gelê Kurd nake, her wiha xizmeta berjewendiyên PDK'ê bi xwe nake. Rewş hestiyartir û xeteretir li ser gelê Kurd bi tevahî dibe, mijar ya hebûnê ye. Ji ber ku Tirkyê hebûna Kurdan dike hedef û hewl dide wan têk bibe. Li hemberî van plan û komployan em tê dikoşin û li ber xwe didin. Divê PDK'ê alîkariyê me bike, ne berovajî vê yekê bike."

LI HEMBERÎ RÊVEBERIYA SIYASÎ YA KURDAN KIRYARÊN XIYANETÊ

Derveyî qada şer a li çiyayên Kurdistanê, PDK'ê di bin navê kurdîtiyê de lîstokên xwe li dijî rêveberiya gelê Kurd dewam dike.

Bi dehan dewletên cîhanê pêşwaziya şandeyên ji Rojava kir ku li gel aloziya li Rojhilata Navîn, şoreşeke dîrokî lê li dar e. Herêma Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir. Her wiha piştî şerê li Kobanê şandeyeke şervanên YPJ'ê li koşka Elysee hat pêşwazîkirin û bi serokkomarê Fransa yê wê demê François Hollande re civiyan, her wiha nivîsgehên rêveberiyê li Washingotin, Moskov û gelek dewletên din hene. Lê li gel dewleta Tirk a dagirker, herêma Başûrê Kurdistanê ya ku di bin serweriya PDK'ê de ye, hebûna nûnerên Rojava–Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Başûr red dike, şerê her statûyeke kurdan dike, çalakiyên her partiyeke kurdî qedexe dike, gihişt asta ku kesayetên kurdistanî yên welatparêz bigire û hin jî qetil kirin.

17'ê Gulana îsal kesên nenas li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê gule avêtin kesayeta welatparêz Zekî Çelebî û wî qetil kir. Malbata Çelebî berpirsyartiya êrişî hilgirt ser PDK'ê. Tê zanîn ku qatil hîna serbest e û li hemberî êrişî desthilata Başûr tu helwest nîşan nedaye.

Di 17'ê Îlona 2021'ê de endamê Komîteya Kar û Barên Malbatên Şehîdan Şukrî Serhed di çalakiyeke hevbeş a MÎT û PDK'ê de, li Başûr hat suîqastkirin.

17'ê Hezîrana 2022'yan cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ferhad Şibî di êrişa dewleta Tirk a dagirker  a bi balafireke bê mirov a bi çek de  li navçeyeke bajarê Silêmaniyê hat hedefkirin. Ev yek asta koordîne û çalakiyên îstîxbaratî yên dewleta Tirk li Iraq û Başûrê Kurdistanê nîşan dide.

Her wiha desthilata PDK'ê di 10'ê Hezîrana 2021'ê de endamên Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz û nûnerê Rêveberiya Xweser ê  li Başûr li Hewlêrê Cîhad Hesen revandin.