Fehid El Şilaş: Kampa Hol ji perwerdekirina nifşê nû yên DAIŞ`ê re zemînekî guncaw e

Şêxekî êla Benî Seîd a li Minbic diyar kir ku kampa Hol ji bo çeteyên DAIŞ`ê zemînekî guncaw e û qada perwerdekirina nifşekî nû ya çeteyan e. Her wiha da zanîn ku piştevanê mezin ê DAIŞ`ê, dewleta Tirk a dagirker e. Di heman demê de bang li rûspiyan kir ku piştgiriyê bidin QSD`ê da ku êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin û DAIŞ`ê bi temamî tune bikin.

Fehid El Şilaş: Kampa Hol ji perwerdekirina nifşê nû yên DAIŞ`ê re zemînekî guncaw e
16 îlon, 2022   01:46
MINBIC-ŞÎRÎN SERXAN

Ji bo şopandina şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê ya rojhilatê Hesekê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPJ û YPG`ê 25`ê Tebaxa derbasbûyî qonaxa duyemîn a pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" dest pê kir.

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd her wiha gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev pêngav silav kir ji ber ku ew ê herêmê ji xetereya DAIŞ`ê rizgar bike. Di vê çarçoveyê de şêxekî êla Benî Seîd ê bajarê Minbicê şêx Fehid El Şilaş li ser pêkanîna pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" li kampa Holê, spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

El Şilaş got kampa Holê ji bo çeteyên DAIŞ`ê zemînekî guncaw e û wiha dewam kir: "Mirov dikare bêje kampa Holê qada perwerdekirina nifşên nû yên çeteyên DAIŞ`ê ye. Ji ber ku şaneyên wan li dibistan û mizgeftên li hundirê kampê çeteyan li ser fikrê cîhadî yê tundraw perwerde dikin."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên tev li pêngava Mirovî û Ewlehiyê bûne, xendekên veşartî dîtin ku çeteyan ji bo belavkirina fikrê tundraw bi kar dianîn.

El Şilaş wiha axaftina xwe dewam kir: "Ji bo pêkanîna vê yekê çeteyan di perwerdeyên xwe de kêr û alavên tûj yên di îşkenceyê de bi kar dianîn, bi cih dikirin. Isbata wê jî hêzên me yên ewlehiyê li kampê gelek alavên îşkence, qetilkirin û hemû cureyên çekan, cebilxane û madeyên lojistîk dîtin."

El Şilaş ev li gotinên xwe zêde kir: "DAIŞ nikare tu kiryarên bi tena xwe pêk bîne û em tevda dizanin ku şaneyên DAIŞ`ê çi li kampê be yan jî li derve be xwe ji nû ve aktîf dikin û destên piştgiriya wan dikin hene ku ew jî dewleta Tirk e. Dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazan piştgiriya wan dike, isbata vê jî hêzên me li kampê çilên leşkerî yên dagirkeriya Tirk dîtin."

Şêx Fehid El Şilaş bang li civata navneteweyî kir ku bi çavdêriyeke navneteweyî dadgeheke cezayî ya navneteweyî av a bibe da ku çeteyên DAIŞ`ê darizînin û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dosya wan bigirin. El Şilaş got divê hemû dewlet hemwelatiyên xwe yên di nav çeteyên DAIŞ`ê de vegerînin û wiha dewam kir: "Kampa Holê ji ber çeteyên DAIŞ`ê yên terorîst, bûye bombeyek û ne diyar e kengî biteq."

Şêx Fehid El Şilaş anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û ji bo bidawîkirina hemû şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî dê li kêleka QSD`ê bin.

Li Kampa Holê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava "Mirohî û Ewlehiyê" de hîn jî lêgerîn û kontrolkirin dewam dike. Li kampê 54 hezar û 390 kes hene, ji wan 27 hezar û 816 penaberên iraqî ne û 18 hezar û 483 koçberên sûrî ne û 8 hezar û 91 malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî hene.

(eh)

ANHA