​​​​​​​Şervanên berxwedana Kobanê: Tilîliyên şervanên ji tekbîrên çeteyan bilindtir bûn

Şervanên berxwedana destanî ya Kobanê ya sala 2014'an a li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi serfirazî wê berxwedanê bi bîr tînin û dibêjin "Bajar wêran bû, li her derê bêhna xwînê difûriya. Lê tilîliyên şervanan têrê dikir ku serkeftin û têkbirina terorê were mîsogerkirin."

​​​​​​​Şervanên berxwedana Kobanê: Tilîliyên şervanên ji tekbîrên çeteyan bilindtir bûn
15 îlon, 2022   23:40
KOBANÊ

Sal derbas dibin, lê bîranînên berxwedana Kobanê zindî dimînin ku şervanên leheng rûmeta bajar parast û bi xwîna xwe rizgar kir.

Êvara 15'ê Îlona 2014'an, çeteyên DAIŞ'ê ji hemû aliyan ve êrişeke berfireh anî ser bajarê Kobanê. Şervanên YPG û YPJ'ê bi îradeyeke xurt û çekên sivik bersiv da erebeyên bombekirî, tank û topên çeteyan. Şervanên li hemberî serma, dorpêç û birçîbûnê sekinîn, hinek asê man û şehîd bûn, lê tevî vê yekê serkeftin mîsoger kir û destanên qehremaniyê di rûpelên dîrokî de nîvisandin ku li cîhanê bûye mînak.

Di salvegera 8'emîn a êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê, şervanên ku beşdarî berxwedanê bûbûn, çîrokên fedaîtiyê û kêliyên rizgarkirinê bi bîr tînin.

'HER YEK JI ME DI CENGÊ DE ROLA XWE BI CIH ANÎ'

Şervanê YPG'ê Rêber Kobanê di berxwedana Kobanê de birîndar bûbû, behsa dorpêça çeteyan a li ser Kobanê kir û got: "Dema ku dorpêça li ser bajar giran bû, her yek ji me rola xwe bi cih anî. Yên karîbûn çek hilgirtin, yên din jî bi rêbazên cuda tev li berxwedanê bûn. Ya ku israra me xurt kir ew bû ku ji her çar aliyên Kurdistanê ve tev li berxwedanê bûn."

Rêber Kobanê diyar kir ku wan bi hejmareke biçûk li gorî hejmara mezin a çeteyan şerekî çarenûsî meşandin û wiha domand: "Dema ku şer giran bû, dijmin hejmareke mezin a çeteyan anî da ku bajar bi temamî kontrol bikin, me jî çekên xwe yên giran derxistin ku yên sekvaniyê bûn, da ku şerekî çarenûsî yan serkeftin an jî şehadet pêk bînin. Hejmara çeteyan mezin bû û çekên wan giran bûn. Li gorî hejmara wan, hejmara me pir kêm bû, em derdora 500 şervanî, şêniyên bajar jî di nav de bûn."

Rêber Kobanê îşaret pê kir ku ya herî zêde di bîra wî de maye şerê li seyrangeha başûrê Kobanê bû û wiha domand: "10 ciwan mîna firîşteyan hatin û tev li şer bûn, hemû di oxira Kobaniyeke azad de şehîd bûn. Şeref û rûmeta mirov girêdana bi xakê ve ye."

Kobanê anî ziman ku berxwedana Kobanê hêza terorê şikand û got: "Berxwedana ku parêzvanan pêk anîbû hêza terorê şikand. Çeteyan soz dabû hev du ku ew ê li mizgefta mezin a naverasta bajar nimêja roja yekemîn a cejnê bikin, lê gavek ber bi mizgeftê ve neavêtin.  Tevî xemgîniya me ya mezin a ji bo hevalên me yên şehîd, lê kêfxweşiya me ya wê rojê nedihat wesifandin. Di tarîtiya şevê de me şer dikir, roj bi roj em hînî sermaya şevê bûn, nemaze ku zivistan nêzîk dibû, me betanî li xwe dipêça da ku xwe ji sermaya dijwar biparêzin. Çeteyan bi dijwarî êriş dikir da ku tevahî bajar dagir bikin."

Têkildarî dijwarbûna şer û nêzîkbûna çeteyan li navenda bajar, Rêber Kobanê wiha axivî: "Roja sêyemîn a cejnê, çete derbasî bajarê Kobanê bûn, girên Miştenûr û Kaniya Kurda kontrol kirin. Dengê wan bilind bû dema digotin Allahû Ekber. Şervanên me derfet bi kar anîn û hin çete tune kirin, em bi demê re di pêşbirkê de bûn da ku cihê xwe biparêzin."

'TILÎLIYÊN ŞERVANAN, DESTPÊKA TÊKBIRINA DAIŞ'Ê BÛ'

Şervanê YPG'ê Ferîdon Qeremox kêliyên biêş ên êrişên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser bajarê wî Kobanê bi bîr anîn û got: "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê derbasî navenda bajar bûn, çend tax tenê di destê me de mabûn, dorpêç giran bû û êvar bû. Çeteyan bang li me kirin ku xwe radest bikin û digotin bajar ê wan e. Bersiva me ev bû; me ewqas şer kir ne ji bo ku di dawiyê de em bajarê xwe radestî we bikin. Li vir tilîliyên ku her yek ji me avêtin, enerjiyek bû ku mîna wê tune ye. Ew tilîlî destpêka binkeftina çeteyên DAIŞ'ê bûn."

Ferîdon Qeremox her wiha got: "Bajar wêran bû, li her cihekî bêhna xwînê difûriya. Çend gav dûrî me dengê tekbîran dihat, lê tilîliyên hevalên me yên jin bilindtir bû, em radest nebûn û me li ber xwe da."

Qeremox anî ziman ku piştî wê şevê, her şervanek di xêzkirina nîşaneyên serkeftinê û nîvisandina têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de xwedî rol bû û wiha pê de çû: "Heger em baş li erdê binerin, em ê şopên xwîna têkoşînên me yên şehîd ên ku şehadet di ser vekişînê re girtin, bibînin. Ji ber vê yekê divê her kesên ku li ser vê xakê dijîn, nirxên vê yekê bibînin."

'BI SAYA ŞÊNIYAN EM DI WÊ DORPÊÇÊ DE DIJIYAN'

Der barê zehmetiyan de jî Qeremox got: "Dorpêç gelekî giran bû, lê rola şêniyên bajar gelekî girîng bû. Me sûd ji xwarinên ku ji bo zivistanî depo kiribûn, girt. Her wiha dayikên ku li bajar man, di şerê dijwar de li kêleka me berxwedan dikir, xwarin û nan ji me re amade kirin, nan pir xweş bû bêhna jiyanê jê dihat ku rih dida me. Ew nan di nava şerê man û nemanê de dihat pêjandin."

'DIÊŞIM DEMA DIBÎNIM KU EV XAKA PAK JI BO ÇÛNA BER BI EWROPAYÊ VE TÊ FIROTIN'

Têkildarî girêdana bi xakê ve Ferîdon Qeremox got: "Tişta ku wê demê hişt em bajarê xwe bi îmkanên biçûk biparêzin, girêdana me ya ruhî bi vê xakê ve bû. Armanca pêşîn û ya dawî ew bû ku gelê me der bi der nebe. Ji ber vê yekê me zarok û malbatên xwe li dû xwe hiştin û tev li parêzvanên leheng ên bajar û xelkê bûn, em ne poşman in, lê ya ku min diêşîne ew e ku ev xaka pak ji bo çûna ber bi Ewropayê ve û noqbûna nav deryayan ji aliyê bazarên mirovan ve, were firotin."

Qeremox bang li ciwanan kir ku destkeftiyên şehîdan biparêzin "Ewropa em dabeşî çar parçeyan kirin û dixwaze me dabeşî hezarî perçî bike, ji ber vê yekê ciwanên me bi aliyê xwe ve dikişîne. Heger kêliyekê berî çûnê bifikirin wê nas bikin ku ewropiyan em parçe kirin û sînor di navbera me de danîne û bûn sedema ku em wekî gelên din mafên xwe bi dest nexin.

Qeremox di nava axaftinên xwe de bal kişand ser gefên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk a faşîst çi ji me dixwaze? Divê her kesek ji me vê pirsê ji xwe bike. Bi kurasî faşîst dixwaze rihê berxwedanê di me de bişkîne, lewra sîxuran di nav de belav dike û sînorê xwe vedike da ku gel koçber bibe. Lê bila nas bike ku bi koçberî û komkujiyan em naqedin, em xwediyê vê xakê ne û em ê wê biparêzin."

Li ser bîranên xwe Ferîdon Qeremox di dawiyê de got: "Me li ber xwe da û em bi ser ketin. Me gelek hevalên xwe ji dest dan, lê me bajarê xwe parast, her şehîd bi rihê xwe parastina bajar dike. Em hêvî ji gelê xwe dikin ku rihê berxwedanê di hundirê wî de nemire."

ANHA