​​​​​​​Ebdulkerîm Umer: Divê qada hewayî ya herêmê li pêşiya dronên dewleta Tirk bê girtin

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Umer gelek civîn û hevdîtin bi parlamenterên ewropî re li dar xistin. Di wan de encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şîrove kirin. Her wiha Umer destnîşan kir ku sedema sereke ya çalakkirina DAIŞ, êrişên dewleta Tirk e.

​​​​​​​Ebdulkerîm Umer: Divê qada hewayî ya herêmê li pêşiya dronên dewleta Tirk bê girtin
14 îlon, 2022   17:28
 NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Umer gelek hevdîtin û civîn li Strasborug ê Fransayê bi parlamenterên ewropî yên dostên kurdan re li dar xist. Her wiha bi hevkariya komeke dostên kurdan civîneke çapemeniyê li dar xist.

Umer ji ajansa me re navaroka civînan eşkere kir û got: “Di wan civînan de me balkişand ser rewşa heyî ya li herêmê, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin bi taybet di şerê DAIŞ`ê de, rewşa mirovî, aborî ya ji ber dorpêçê pêk hatiye, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya bi cihkirina derdora milyonek û nîv penaberên sûrî hewl dide demografiya herêmê biguhere.”

DIVÊ DESTEKÊ JI RÊVEBERIYA XWESER RE PÊŞKÊŞ BIKIN

Umer diyar kir ku di hevdîtinên xwe de wan teqezî bi pêwîstiya pêşkêşkirina desteka aborî ji aliyê civata navneteweyî ve ji Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re û girtina qada hewayî ya herêmê kiriye.

Piştî civînan û hevdîtinan, Ebdulkerîm Umer civîneke çepemeniyê bi beşdariya Parlamenterên Ewropayê yên ji koma dostên gelê Kurd; berdevkê komê Francois Alfonsi û parlamenter Andreas Schider li dar xistiye.

Di kongreyê de Umer îşaret bi geşedanên li herêmê kir û got: “Em dizanin şerekî di navbera Rûsya û Ukraynayê de heye em naxwazin ji ber wê, herêmên me bên paşguhkirin. Erê rast e tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve hate ragihandin lê xetereya wê hîna li dar e. Di vê dawiyê de êrişên xwe zêde kirin. Bi dehan şaneyên wê li herêmê ne bi taybet yên ku berê dagir kiribûn.”

Umer di civîna çapemeniyê de rewşa kampa Hol, DAIŞ`iyên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de û xetereya wan li ser herêmê û cîhanê bi giştî bi bîr xist.

DAIŞ HEWL DIDE DEWLETA XWE JI NÛ VE RAGIHÎNE

Umer diyar kir civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî girîngiyê nadin kampa Holê û xetereya DAIŞ`ê û got: “Em hêvî dikin ku ev pirsgirêk çareser bibe beriya ku karesatek rû bide. Heke pişta xwe bidin vê pirsgirêkê wê bi ragihandina DAIŞ`ê dewleteke din, şaş bimînin. Sedema êrişa li ser girtîgeha Sîna ya li Hesekê xilaskirina wan çeteyên girtî û ragihandina dewleta xîlafetê bû.”

Li rex van mijaran, Umer behsa rewşa aborî ya li herêmê kir, nederbaskirina alîkariyên mirovî yên herêmê ku bi awayekî neyînî bandor li jiyana welatiyan dike û rê li pêşiya belavbûna DAIŞ`ê vedike.

ÊRIŞÊN TIRKIYÊ ŞANEYÊN DAIS`Ê ÇALAKTIR DIKE

Umer diyar kir ku yek ji sedemên herî sereke ya ku dihêle DAIŞ li herêmê çalak bibe, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ye.

Her wiha Umer destnîşan kir ku asîmanê herêmê vekirî ye ji ber wê dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov ên biçek, sivîlan, fermandarên leşkerî yên QSD`ê yên ku şerê DAIŞ`ê kirine, dike hedef.

Tê payîn ku Ebdulkerîm Umer hevdîtinên din girêdayî heman mijaran li dar bixe.

ANHA