​​​​​​​`Şehîdên me şehîdên neteweya demokratîk û biratiya gelan in`

Îro bo sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyên endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsmaîl Îbrahîm û zaroka ji pêkhateya ereb Emîra Xelef li goristana şehîdan a navçeya Fafînê û ya Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê, oxir kirin.

​​​​​​​`Şehîdên me şehîdên neteweya demokratîk û biratiya gelan in`
14 îlon, 2022   16:46
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn û cenazeyên şehîd Îsmaîl Îbrahîm û zaroka Emîra Xelef a ku di encama topbarana dagirkeriya Tirk li dijî gundê Xernata ya kantona Şehbayê de şehîd bûye, wergirtin.

Piştre bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê ve bi rê ketin. Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan, Menal Şêxo sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwest û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Menal Şêxo wiha domand: “Hemû pêkhateyên herêmê û tevî rewşa xerab, gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker, em yek in û bi hêviya vegera li Efrînê û gundên Şehbayê yên dagirkirî ne.”

Menal Şêxo di dawiyê de got şehîdan ev ax rizgar kir û şoreş parast.

Piştre, endama Meclisa Kantona Şehbayê, Fatme Cibo axivî û bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Fatme Cibo wiha pê de çû: “Şehîdan ji bo pêkanîna projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan canê xwe feda kir.”

Piştre wesîqeyên herdu şehîdan ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Rohay Kûsa û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îsa ve hatin xwendin û radestî malbatên her du şehîdan kirin.

Cenazeyê zaroka bi navê Emîra Xelef li goristana şehîdan a navçeya Fafînê û yê şehîd Îsmaîl Îbrahîm li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê hat oxirkirin.

(mh)

ANHA