Festîvala ya Girê Spî ya Çand û Kulturê piştî 4 salan dîsa li dar ket

​​​​​​​Komîteya Çandê ya Meclisa Kantona Girê Spî Festîvala 3`yemîn a Girê Spî ya Çand û Kultûrê bi dirûşma “Kultûra me biryardariya me ya berxwedanê zêde dike”, bi beşdariya gelek şêniyan, li dar xist.

Festîvala ya Girê Spî ya Çand û Kulturê piştî 4 salan dîsa li dar ket
Festîvala ya Girê Spî ya Çand û Kulturê piştî 4 salan dîsa li dar ket
Festîvala ya Girê Spî ya Çand û Kulturê piştî 4 salan dîsa li dar ket
Festîvala ya Girê Spî ya Çand û Kulturê piştî 4 salan dîsa li dar ket
Festîvala ya Girê Spî ya Çand û Kulturê piştî 4 salan dîsa li dar ket
Festîvala ya Girê Spî ya Çand û Kulturê piştî 4 salan dîsa li dar ket
Festîvala ya Girê Spî ya Çand û Kulturê piştî 4 salan dîsa li dar ket
Festîvala ya Girê Spî ya Çand û Kulturê piştî 4 salan dîsa li dar ket
Festîvala ya Girê Spî ya Çand û Kulturê piştî 4 salan dîsa li dar ket
14 îlon, 2022   17:39
EYN ÎSA

Festîval li nêzîkî kampa koçberan a Girê Spî ji aliyê Komîteya Çandê ya Kantona Girê Spî ve bi koordîneya Desteya Çandê ya Herêma Firatê li dar ket. Hêjeyî bibîrxistinê ye piştî dagirkirinê yanî piştî 4 salan festival careke din li dar ket.

Di destpêka festîvalê de berdevkê Desteya Çandê ya herêma Firatê, Ziyad Elî bixêrhatina beşdaran kir.

Elî destnîşan kir ku vejandina çanda herêmê di van rewşên siyasî û leşkerî de îsrara gel a berxwedanê û parastina reseniya xwe nîşan dide.

Di festîvalê de gelek berhemên hunerî û yên kultra herêmê hatin pêşandan.

Têkildarî bidawîbûna roja 1’emîn a festîvalê, yek ji beşdarên festîvalê, Salim Felac ji ajansa me re destnîşan kir ku ev festîval derfetek e ji bo pêşandina kultûr û kevneşopiyên xwe.

Her wiha diyar kir ku ew di vê festîvalê de girêdana xwe bi xak û kultûra xwe ve û sekna li hember planên dijmin ên mêtingeriyê ku tunekirina çanda gelên herêmê ji xwe re kiriye armanc, teqez dikin.

Tê payîn ku festîval sibe pêncşemê bidomin.

(mh)

ANHA