Li Dêrazorê Konferansa 3`yemîn a Meclisa Malbatên Şehîdan li dar ket

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê bi dirûşma “Bi şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser kevin” konferansa xwe ya 3`yemîn li dar xist. Di konferansê de beşdaran li ser xwedîderketina li xwîna şehîdan û şopandina rêya wan heta pêkanîna serkeftinê destnîşa kir.

Li Dêrazorê Konferansa 3`yemîn a Meclisa Malbatên Şehîdan li dar ket
14 îlon, 2022   16:25
DÊRAZOR

Konferans li qada leşkerî ya li bajarokê Kesra yê rojavayê Dêrazorê bi beşdariya nûnerên meclisên sivîl, leşkerî û malbatên şehîdan dest pê kir.

Di konferansê de, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa El Ebdullah axivî û got: “Em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Li gel derfetên heyî em li hember dijmin sekinîn û me gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin û me rêxistina herî terorîst tune kir.”

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrarozê Sundus Cemal û hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme Merwan axivîn û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîan serkeftinê da.

Di konferansê de rapora Meclisa Malbatên Şehîdan a 2 salan hat xwendin.

(dm)

ANHA