​​​​​​​Li navçeya Çil Axa civînek li ser rewşa herêmê ji şêniyan re li dar ket

Li Çil Axa ji bi şîrovekirina geşedanên dawîn civînek ji pêkhateyên navçeyê re hat lidarxistin. Tê de behsa rola pêkhateyan di qonaxa heyî de hat kirin.

​​​​​​​Li navçeya Çil Axa civînek li ser rewşa herêmê ji şêniyan re li dar ket
14 îlon, 2022   15:29
QAMIŞLO

Di civînê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Ebû bekir axivî û rewşa siyasî ya heyî û geşedanên li herêmê şîrove kirin.

Silêman di destpêkê de destnîşan kir ku dewletên hegemonîk di serê de dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya lihevkirinan projeya xwe ya dagirkirinê pêk bîne û împeratoriya xwe ya berê vejîne ku herêm zêdetirî 400 sal kontrol kir û got: “Îran jî hewl dide projeya xwe ya hîlala şîî vejîne ji bo herêmê kontrol bike û hegemoya xwe zêdetir bike.”

Ebû Bekir wiha domand: “Ev alî hewl didin bilez hevalbendiyan ava bikin û hêzên xwe kom bikin beriya ku mîna dibêjin sedsaliya parçekirinê li Rojhilata Navîn di 2023`yan de bi dawî dibe. Ji ber wê li alternatîfekê digerin da ku hevsengiyên nû li herêmê peyda bikin. Da ku civakan kontrol bikin û nehêlin ew ji xeta van dewletan derkevin. Ji ber wê lez didin her projeyeke li herêmê têk bibin ku banga demokratiyê û azadiyê dike.”

Ebû Bekir wiha domand: “Heke em xwedî li zihniyeta girêdana bi axê derkevin û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin, dê hêzên mêtinger nikaribin yekitiya gelê me têk bibin. Ji ber wê divê gelê herêmê rê li pêşiya şerê taybet bigire.”

Di dawiya civînê de beşdaran nêrînên xwe der bar rewşa herêmê de parve kirin.

(dm)

ANHA