`Belavkirina aştiyê û dûrketina ji xîtabê nefretê`

Di berdewama panela “Rola olan di belavkirina aştiyê de” beşdaran balkişandin ser rola neyînî ya bikaranîna têgehên şaş di belavkirina çanda xîtaba nefretê de di nava civakan de û destnîşan kirin ku divê armanca xizmetkirina welatiyan wek plansaziyeke çapemeniyê ya sereke ya hemû dezgehên çapemeniyê bê diyarkirin.

`Belavkirina aştiyê û dûrketina ji xîtabê nefretê`
14 îlon, 2022   16:10
QAMIŞLO

Di mijara sêyemîn a panela “Rola Olan di belavkirina aştiyê de” ku ji aliyê Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ve bi hevkariya Kombûna Olan û Baweriyan a Mezopotamyayê beşdaran “Rola çapemeniyê di belavkirina aştiyê û rêbazên sekna li hember çapemeniya dijber de” nîqaş kirin.

Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Malva Elî û rojnamvan Ebduselam Emîn ev mijar bi hurgulî gotubêj kirin.

PLANSAZIYEKE ÇAPEMENIYÊ KU XÎTABÊ HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ DIKE

Destpêkê Malva Elî behsa bandora ragihandinê li civakan kir û got: “Li seranserî cîhanê ragihandin gelek bi pêş ketiye. Bi pirbûna aloziyan û pirsgirêkan re, zêdebûna xîtabê nefretê di navbera pergalan û civakan de rola sereke ya çapemeniyê derdikeve pêş. Ji ber wê divê çapemeniyê xwedî plansaziyeke çapemeniyê ya pêşwext be.”

BANDORA BIKARANÎNA TÊGEHÊN ŞAŞ

Malva Elî îşaret bi rola çapemeniyê di tunekirina xîtabê nefretê de di nav civakê de kir û got: “Bikaranîna têgehan di civakan de, hawîrdoreke guncew ji şerê re peyda dike beyî ku civak pê bihese. JI ber wê divê ev têgeh werin diyarkirin û ji holê werin rakirin da ku hawîrdoreke guncew a aştiyane û ewle peyda bibe. Ji ber civak layîqî aştiyê ye.” 

XIZMETA WELATIYAN

Malva Elî di dawiyê de got: “Siyaseta çapemeniya dijber her tim xwe dispêre hunera gotegotan. Ev gotegot, reftariyeke civakî ya nayê qebûlkirin lê bi rêbazekê vediguhere şêwazeke din ku endamên civakê bi kar bînin. Ger em bixwazin bigihêjin ragihandineke aştiyane, divê em dezgehên çapemeniyê yên taybet û yên ragihandinê têkil hev bikin. Ji ber armanca hemû dezgehên çapemeniyê yek e, ew jî xizmeta welatiyan e.”

RAGIHANDINA NAMEYA CIVAKÊ

Rojnamevan Ebduselam Emîn jî behsa rola ragihandinê di belavkirina aştiyê de kir û wiha domand: “Pêwîstî bi wesîleyeke ragihandinê heye ku nameya civakê radigihîne. Xîtaba nefretê ku hin dezgehên çapemeniyê pêk tînin, armanc dikin ajandeyên siyasî yan niyetên din pêk bînin ku piraniya guhdaran wê nizanin.”

Ji bo têkbirina van hewldanan Emîn got: “Divê bi mîna van xîtaban nayê xapandin. Divê çavdêriyek li ser dezgehên çapemeniyê were peydakirin. Ji ber li cem hemûyan bi sedan wesîleyên çapemeniyê hene. Çi yên li gorî derdora wan yan jî yên li dijî wan. Lê ev çavdêrî niha ne pêkan e.”

ROLA SAZIYÊN OLÎ LI ROJAVA

Di mijara çarem de “Rola saziyên olî li Rojava” ji aiyê cîgirê hevserokatiya Kongreya Îslama Demokratîk Ebdurehman Bedirxan û serokê beşa ola xiristiyan a Fakulteya Zanyariyê ya Zanîngeha Rojava Hena Somî ve hat birêvebirin.

Destpêkê Ebdurheman Bedirxan îşaret bi rola saziyên olî kir û got: “Yekitiya Oldarên Musliman a sala 2014`an ava bûye, roleke girîng di birêvebirina civakê de ji aliyê olî ve lîst. Ol yek in, lê şîrovekirinên nivîsên olî li gorî demê tê guhertin. Niha pêwîstî bi nûkirinê heye.”

Di dawiyê de got divê hemû saziyên civakî, sivîl û olî, mil bi mil civakeke hevgirtî ku hemû bi giyanê biratî û hezkirinê komî ser hev dike, ava bikin.

Serokê beşa ola xiristiyan a Fakulteya Zanyariyê ya Zanîngeha Rojava Hena Somî jî got: “Pêwîstiyeke bilez a lidarxistina vê panelê hebû. Ji ber aliyên derve û hundir hewl didin fitneyê di navbera civakê de derxin da ku wê parçe bikin. Lê bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan pêkhateyan, li hember êriş û gefan xwe kirin yek.”

ANHA