​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-9-2002`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-9-2002`YAN
10 îlon, 2022   23:00

Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin bi koodîneya Kongra Star li pêşiya navenda Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê li dar xistiye didome saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Festîvala 7`an a Zarokan di roja duyemîn a dawîn de li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li Rimêlan didome saet di 15:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê têkildarî şehadeta 2 gerîlayan û birîndarkirina 3 gerîlayan li Xelîfanê daxuyanî dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, taqîgeha yekemîn a madeyên xwarinê li Hesekê vedike saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa malbatên şehîdan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK`ê li herêma Xelîfanê daxuyaniyekê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê KCD`ê BerdanOzturk daxuyand ku girtiyên li girtiyên Tirkiyê bi zihniyeteke paşverû re rû bi rû ne, ku dixwaze îradeya wan teslîm bigre û wan di girtîgehê de bi mirinê re rû bi rû bihêle. Ozturk destnîşan kir ku kes nikare vîna girtiyên li ser şopa Mazlûm, Kemal û Xeyriyan dimeşin, teslîm bigire.

Şervanên YPG'ê yên ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê têk birin, bang li gelê herêmê kir ku di operasyonên li dijî sîxur, ajan û çeteyên DAIŞ’ê de, li kêleka wan bin û diyar kir ku dewleta Tirk û dewletên destekê didin DAIŞ’ê ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser hewl didin DAIŞ'ê vejînin.

Welatiyên Qamişlo û Kobanê da zanîn ku vebijêrka yekane li hember êrişên dagirkeriya Tirk amadekariyên parastinê li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ye û got pêşxistina parastin û xweparastinê erka her kesî ye.

Bi hêviya vegerê ve girêdayî ne û di wê baweriyê de ne ku sax an jî mirî, dê careke din vegerin Efrînê. Koçberên Efrînê yên li Helebê miriyên xwe bi tabûtê defin dikin da ku piştî rizgarkirina Efrînê wan bibin wir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Corcêt Barsoum ku beşdarî Konferansa 3`yemîn a Jinên Kedkar ên Cîhanê bû, bal kişand ser dilgeşiya beşdaran li hember rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û îşaret bi şoreş, bandora wê û guhertinên ku li herêmê û cîhanê rû dane kir.)

CÎHAN

Li gorî çalakgeran, tevgerên saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li herêmên  Derayê yên ku "lihevkirin" lê ferz kirine, siyaseteke nû ye da ku serweriya xwe ya li ser wan herêman ferz bike. Li aliyekî din dadgeha federal a biryar da ku mafê tune ye ku parlamantoyê hilweşîne, ev yek vebijêrkên li pêşiya Sedr tengav dike û wî neçar dike ku bi hevrikên xwe yên Çarçoveya Hemahengiyê re hevdîtinan bike.

ANALÎZ

Kurdistan ji aliyê hêzên global-ewropayî ve hate parçekirin. 4 parçeyên Kurdistanê kirin 4 girtîgeh, 4 dewletên gardiyan ava kirin. Dostoyevskî dibêje; girtîgeh, têkbirina îradeya mirov e; girtîgeha Kurdistan jî têkbirina îradeya gelê Kurd e. Lê hêvî û daxwaza gelê Kurd a azadiyê hêza xwe ji cografyaya xwe û israra azadiyê distîne û sed sal e li ber xwe dide.

ANHA