​​​​​​​‛Vebijêrka yekane li hember dagirkeriyê şerê gel ê şoreşgerî ye’

Welatiyên Qamişlo û Kobanê da zanîn ku vebijêrka yekane li hember êrişên dagirkeriya Tirk amadekariyên parastinê li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ye û got pêşxistina parastin û xweparastinê erka her kesî ye.

​​​​​​​‛Vebijêrka yekane li hember dagirkeriyê şerê gel ê şoreşgerî ye’
11 îlon, 2022   00:45
NAVENAD NÛÇEYAN

Gelek gel bi sedsalên berê de di înkarkirina civakî, siyasî û aborî re rû bi rû man û sîstemên desthilatdar hewl da vîna wan bişikînin û di civakan de rola wan lawaz bikin ku dîrok, ziman û çanda wan serwer bikin.

Li ser vê yekê rêber Abdullah Ocalan di Manîfestoya Şaristandiya Demokratîk de wiha dibêje: "Civak wateya xwe winda dike ger parastina xwe neke. Civak tên mêtingerkirin û ji hilweşînê re tên hiştin an jî dê li ber xwe bidin û taybetmendiyên xwe yên exlaqî û polîtîk qezenc bikin."

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êrişan re rû bi rû ne û li dijî gelê herêmê komplo hene, lê ji bo sekna li hember van êrişan welatiyên Qamişlo û Kobanê girîngî da xweparastinê.

/kr/uploads/files/2022/09/10/191814_-.webp

Welatiyê bi navê Ebdî Xelef ê ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê destnîşan kir ku parastin ji hîmên sereke yên avakirina civakan û xurtkirina wan e û îşaret bi girîngiya parastinê kir û got: "Parastin ji bo hemû civak û zindiyan stûn e û ger civak nikare xwe biparêze, ew ê tune bibe."

'CIVAK XWE BI PARASTINÊ LI SER PÊYAN DIHÊLE'

/kr/uploads/files/2022/09/10/191754_-.webp

Welatiya bi navê Emel Elî ya ji Til Brak a Qamişlo axivî û got hewcedariya mirovan bi parastinê heye ku malbat, mal û welatê xwe biparêze û ne pêkan e civak bêyî parastin û xweparastinê dewam bikin.

/kr/uploads/files/2022/09/10/191945_-.webp

Welatiyê bi navê Wenas Ebdullah anî ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi komployên mezin re rû bi rû ye û li dijî timayên dewleta Tirk ji gelê Sûriyê bi giştî tê xwestin ku parastina herêmê bikin, ji ber ku dizanin dagirkeriya Tirk hewl dide gelê herêmê qir bike.

Wenas da zanîn ku zarokên eşîrên li navçeya Til Brakê li kêleka QSD`ê ne û li dijî gefên li ser Rêveberiya Xweser, xak û gelê xwe ji bersivdayînê re amade ne.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser 6`ê Tîrmeha derbasbûyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand. Her wiha hemû derfet ji bo xizmeta parastina gel ji êrişên dijminan danîn.

Piştî ragihandina rewşa awarte her ferdek li herêmê bû şervan û hemşîre. Da ku civak xwe li gorî derfetên xwe li hember êrişên dagirkeriyê şerê gel ê şoreşgerî pêk bîne.

/kr/uploads/files/2022/09/10/191842_-.webp

Welatiya bi navê Silava Hesen a ji navçeya Til Birakê diyar ku di salên derbasbûyî de herêm bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê DAIŞ re rû bi rû ma. Lê gelê wê bi saya xweparastin, avakirina yekitiyê û saziyên civaka sivîl ev êriş têk birin.

'JIN BERPIRSÊN XURTKIRIN Û AVAKIRINA TÊGEHA XWEPARASTINÊ NE'

Silava Hesen diyar kir ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Şoreşa Jinan hate naskirin ku şer kir û nifş gihandin, îro jî berpirsa xurtkirin û avakirina têgeha xweparastin û parastina xakê ye.

Xweparastin di nav gelê têkoşer û azad de çekeke aktîf e, ji wan pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi vî rêbazî li dijî êrişên li ser xwe parastina xwe dikin. Gelê kantona Kobanê xweparastinê bingeh digirin û bang li çi kesên li herêmê dikin ku vê rêgezê bingeh bigirin.

/kr/uploads/files/2022/09/10/191859_.webp

Welatiyê bi navê Ednan Ebdulqadir ê ji navçeya Sirînê ya kantona Kobanê axivî û got: "Divê em şerê taybet ê dewleta Tirk li dijî gelê herêmê pêk tîne hişyar bin. Heta ji erka me ye ku em li hember vî şerî hişyar bin û xwe biparêzin ji ber ku erkeke rewa ye."

Ebdulqadir destnîşan kir ku parastina xakê di heman demê de parastina rûmetê ye jî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji mafê her ferdekî li ser vê xakê dijî. Bi xweparastinê bêyî ku xwe bispêrin tu kesî em ê çarenûsa xwe diyar bikin. QSD`ê hêza me ye û em li kêleka wan in."

'LI DIJÎ PLANAN ÇEKA HERÎ GIRÎNG XWEPARASTIN E'

/kr/uploads/files/2022/09/10/191914_.webp

Ciwanê bi navê Mihemed Mihemed ê ji şêniyên navçeya Sirînê got: "Li dijî planên li ser herêmên me û bersivdayîna çi kesên hewl didin ewlehî û îstiqrara wan têk bibe çeka herî girîng, xweparastin û şerê gel ê şoreşgerî ye lewma divê em ji rewşên awarte re amade bin."

Mihemed Mihemed wiha axaftina xwe dewam kir: "Divê em li kêleka QSD`ê bin, ew îro hêza sereke û parêzvan e. Ji erka me ye ku em destekê bidin wan her yek li gorî derfet û enerjiya xwe û girêdana bi vê xakê ve. Êdî dem hatiye ku gelê me yekane rastiyê nas bike ku ew ê parastina wan ji xakê re ye ji ber ku em bi komployeke mezin re rû bi rû re ne."

Mihemed destnîşan kir ku ew ê serkeftin para wan be û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şerê îro dagirkeriya Tirk dimeşîne ne li dijî hêzekê yan partiyekê ye, lê belê ji bo qirkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

/kr/uploads/files/2022/09/10/191929_-.webp

Şêx Mehmûd Osman ê ji heman navçeyê got: "Xweparastin tê wateya parastina xak û namûsê û ev e ya ku pirtûkên esmanî em li ser wesyet kirine. Kesên parastina xaka xwe dikin û di oxira wê de jiyana xwe ji dest bide şehîd e. Lewma divê em terka xaka xwe nekin an şehadet an jî jiyana birûmet û azad."

Osman bang li gelê herêmê kir ku koçber nebin, ji ber ku hiştina xaka pabîran ji dijmin re sûceke û şaş e ku mirov li pey xwestekên xwe bikeve û ji bo wan noqî deryayan bibe yan jî bikeve destên bazirganên endamên laşên mirovan difiroşin. Osman di dawiyê de ev pirs kir: "Kesên xaka xwe ya bi saya bi hezaran şehîdan rizgar bûye li pey xwe dihêle, çi sûdê jê werdigire?"

(eh)

ANHA