Mirin lê xeyala ku namire bi xwe re birin; vegera li Efrînê 

Bi hêviya vegerê ve girêdayî ne û di wê baweriyê de ne ku sax an jî mirî, dê careke din vegerin Efrînê. Koçberên Efrînê yên li Helebê miriyên xwe bi tabûtê defin dikin da ku piştî rizgarkirina Efrînê wan bibin wir.

Mirin lê xeyala ku namire bi xwe re birin; vegera li Efrînê 
11 îlon, 2022   05:46
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Piştî berxwedana 58 rojan a Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û gelê Efrînê ku derbeyên giran li dewleta Tirk dan, di 18’ê Adara 2018’an de dewleta Tirk kantona Efrînê dagir kir.

Piraniya niştecihên Efrînê piştî dagirkirinê, ji ber kaosa ewlehiyê, nebûna aramiyê li kantonê û belavbûna alozî û gendeliyê, bi darê zorê koçber bûne û berê xwe daye Şehba, Heleb, Kobanê, Qamişlo û hwd.

Jiyana koçberên ku bi darê zorê koçber bûne, ji hemû aliyan ve guheriye. Di warê veşartina cenazeyan de jî neçar man ku cenazeyên xwe li cihê lê dijîn veşêrin, bêyî ku ji bo definkirinê bibin Efrînê. Ji ber ku çeteyên dewleta Tirk destûra wê nadin, her wiha wan mecbûr dikin ku li beramber vê yekê pereyên zêde bidin wan.

Koçberên Efrînê ku hinek ji wan niha li bajarê Helebê dimînin, hêviya xwe ya vegera li cih û warên xwe qut nekiriye, ji bo wê jî dema ku yek ji endamên malbata wan an jî mirovên wan jiyana xwe ji dest bide, wan tevî tabûtê li gundê Beno vedişêrin da ku piştî rizgarkirina bajarê wan, wan veguhêzin axa welat.  

Goristan di destpêka sala 2015'an li gundê Beno hate avakirin, ew jî ji ber ku şêniyên Helebê ji ber dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê komên çete yên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirt, nikarin cenazeyên xwe veguhêzin Goristana Henan a li Efrînê. 

Destpêkê tene çend hebûn, piştî ku dewleta Tirk kanton dagir kir, hejmara koçberan ji Efrînê ber bi bajarê Helebê ve zêde bû. Di sala pêncemîn a dagirkeriyê de, hejmara miriyên ji Efrînê li gundê Beno ji 4 hezarî bû 4 hezar û 700 kes û her ku diçe zêde dibe.

LI SER HER GOREKÊ DAREKE ZEYTÛNÊ

Xelkê Efrînê ku bi hêvî û baweriya vegera li welat e, di nava tabûtê de miriyên xwe defin dikin da ku piştî rizgarkirinê bi hêsanî wan derbasî axa welatê xwe bikin. Piraniya wan jî dareke zeytûnê li ber gorê diçînin.

Rêveberê Komîteya Goristanan a Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Dilovan Yûsif diyar kir ku xebatkarên di warê veşartina miriyan de, li gundê Beno alîkariya gel ji bo amadekirina gorê û definkirineke guncaw dikin.

Yûsif diyar kir ku beriya 2015'an li gundê Beno goristan tune bû û wiha got: "Beriya şer û dorpêçkirina Şêxmeqsûdê, goristan tune bû, lê ji ber ku me nekarî miriyên xwe veguhezin Goristana Henan a li Efrînê û ji ber hewcedariya lezgîn bi ewlekirina goristanekê heta rakirina dorpêçê, em neçar man ku li gundê Beno goristanekê ava bikin da ku em miriyên xwe lê veşêrin.”

HÊVIYA VEGERÊ

Koçberên ji Efrînê yên li Helebê miriyên xwe bi awayekî demkî li gundê Beno tevî tabûtê vedişêrin heta ku Efrîn rizgar bibe û bibin wê derê.

Der barê mijarê de Dilovan Yûsif got: "Rewş guherî û rol hatin berevajîkirin û şêniyên Efrînê yên ku koçberî bajarê Helebê bûne, cenazeyên xwe li gundê Beno defin dikin. Lê piraniya wan miriyên xwe tevî tabûtê bi awayekî demkî defin dikin, ji ber ku nikarin wan li Efrînê binax bikin. Li ber gorê jî dareke zeytûnê tê çandin ku nîşan dide ku ew gora kesekî Efrînî ye."

Koçberê ji bajarê Efrînê, Ehmed Murad ji gundê Mamelo yê navçeya Racoyê ku keça wî beriya 3 mehan li bajarê Helebê jiyana xwe ji dest daye, got: "Em ji Efrînê koçber bûn û me berê xwe da taxa Şêxmeqsûd a Helebê.”

‘EM JI BENDEMAYÎNÊ NAWESTIN’

Ehmed Murad wiha li axaftina xwe zêde kir: "Rewşa min jî wekî ya hemû koçberan e, ez ji bendemayîna vegera ser axa welat nawestin. Keça min jî wesiyet li min kir ku ez wê li Efrînê defin bikim, ji ber ku ew ji 6 salan zêdetir bû ku nexweş ketibû û dizanî mirina wê nêzîk bûye."

Ehmed Murad got ji ber ku nekarî keça xwe li Efrînê veşêre, neçar maye li gundê Beno veşêre, lê bi tabûtê, ji bo hêsankirina veguhestina wê û wiha lê zêde kir: "Çer ku Efrîn rizgar bibe, ez ê wesiyeta keça xwe pêk bînim da ku ruhê wê di gora wê de aram bibe û bêhna axa xwe bike."

(hs)

ANHA