Siyasetmedar û rojnamegerên sûrî: Lihevhatina muhtemel a Şam û Enqere dê zirarê bide sûriyan

Siyasetmedar û rojnamegerên sûrî destnîşan kirin ku lihevkirineke muhtemel a di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, wê ne di berjewendiya Sûriyê de be û banga pêkanîna yekitiyê û avakirina berxwedaneke berfireh a sûrî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kirin.

Siyasetmedar û rojnamegerên sûrî: Lihevhatina muhtemel a Şam û Enqere dê zirarê bide sûriyan
9 îlon, 2022   03:27
HELEB – MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk a dagirker li ser esasê têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide bi hikumeta Şamê re lihevkirinê pêk bîne. Lihevhatina ku behsa wê tê kirin, piştî hevdîtina 5’ê Tebaxa derbasbûyî ya serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn bi hempîşeyê wî yê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan re, di daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk a dagirker de derket pêş.

Gelek siyasetmedar û çavdêrên kar û barên Sûriyê, hemfikir in ku armanca Pûtîn ji arastekirina Erdogan ji bo lihevkirina bi Esed re, lawazkirina Rêveberiya Xweser û xistina wê ya bin kontrola Esed e ku rêjîma wî berjewendiyên Rûsya di nav axa Sûriyê de diparêze.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijberiyeke eşkere li dijî her lihevhatinekê di hikumeta Şamê û dewleta dagirker de li ser hesabê sûriyan, derket holê. Di meha Tebaxê de, partî û hêzên siyasî bi daxuyaniyeke hevbeş lihevhatineke muhtemel a di navbera dewleta dagirker û hikumeta Şamê de red kirin.

Ajansa me der barê mijarê de nêrînên siyasetmedar û rojnamegeran girtin.

'EZ LI SER BERPIRSYARIYA XWE RADIGIHÎNIM KU WÊ LIHEVHATINEK SÛRÎ-TIRKÎ ÇÊNEBE'

/kr/uploads/files/2022/09/08/190519_-.webp

Sekreterê Giştî yê Tevgera Nîştimanî ya Kurd a Guhertina Aştiyane, Elî Omerî destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyan Til Rifetê re xwest ku di 24’ê Tebaxê de pêk hatiye û bû sedema şehîdxistin û birîndarkirina welatiyen. Her wiha şîfaya acil ji birîndaran re xwest.

Omerî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hemû timayên dewleta Tirk a dagirker dizanin û got: "Dewleta Tirk ji aliyê rejîmeke toranî ya osmanî ve tê birêvebirin ku dixwaze rûmeta împeratoriya xwe vejîne."

Omerî wiha domand: "Armancên dagirkeriya Tirk li Sûriyê hene, ji Helebê bigire heta Lazqiyê û Mûsilê. Ev xewn jî zehmet e ku pêk werin."

Omerî axaftina xwe wiha domand: "Em sûrî bi hemû pêkhate, mezheb û fikirên xwe yên siyasî û ne siyasî li dijî dagirkeriya Tirk in. Ev dagirkerî ne encama şer û pevçûnên li Sûriyê ye, lê belê beriya vî şerî jî hebû. Ew ji bo sûdwergirtina ji vê derfetê dixebitî da ku axa Sûriyê dagir bike û derbasî aliyê Iraqê jî bibe û xewna xwe pêk bîne."

Der barê daxuyaniyên vê dawiyê yên wezîr karên derve yê Tirkiyê li ser lihevhatina Enqere û Şamê de, Oemrî ev nirxandin kir: "Dibe ku di navbera her du hikumetan de nêzkbûnek çêbibe. Ev yek ji bo kurdan dilgiraniyekê û metirsiyên ji lihevkirin û komployan çêdike. Bi navê xwe û bi navê Tevgera Nîştimanî ya Kurd a Guhertina Aştiyane, li ser berpirsiyariya xwe dibêjim, li ser hesabê berjewendiyên "Kurdên Sûriyê" lihevhatineke sûrî-tirkî çênabe. Kurd jî welatiyên Sûriyê ne û li erdnîgariya welatê Sûriyê dimînin, ji bo wê li ser doza Kurd ti danûstandin çênabin."

Di 20’ê Cotmeha 1998’an de, di serdema Hafiz El Esed de, Sûriye û dewleta Tirk a dagirker li dijî kurdan peymaneke ewlehiyê îmze kirin (Peymana Edene). Li Sûriyê piştî hatina Beşar El Esed di sala 2000'î de a desthilatê, desthilatdariya Sûriyê li dijî kurdan zexteke sîstematîk kir ku di sala 2004'an de, di dema serhildana Qamişlo de gihaşt asta herî jor. Di wê salê de, desthilatdariya Sûriyê bi dehan welatiyên Kurd qetil kirin û bi hezaran jî girtin, di heman demê de têkiliyên wê bi dewleta Tirk a dagirker re, geş dibûn ku sala 1998`an gefa dagirkirina Sûriyê dixwar."

Piştî destpêkirina aloziya Sûriyê di sala 2011'an de û tevî daxwazên eşkere yên Erdogan ji bo îstifakirina Beşar El Esed, civînên ewlehiyê yên ku dixwestin kurdan tesfiye bikin di navbera her du welatan de ranewestiyan. Heta îro jî hikumeta Şamê Rêveberiya Xweser nas nake û weke "cudaxwaz" bi nav dike. Ev tawan mîna tawanên dewleta Tirk ên li ser Rêveberiya Xweser e."

'TIŞTA KU ME DIKE YEK JI YA KU ME JI HEV CUDA DIKE ZÊDETIR E'

/kr/uploads/files/2022/09/08/190458_-.webp

Girêdayî mijarê çalakvana sivîl û rojnamevana sûrî Însaf Silêtîn bal kişand ser daxuyaniyên li ser lihevhatina Enqere û Şamê û got: "Li ser vê lihevhatinê, ji aliyê rayedarên tirk ve di medyayê de propagandeyeke zêde heye. Armanca wê ew e ku hemwelatiyên sûrî tevlihev bike û berê wan ji ser danûstandinên ku di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta navendî ya Şamê de tên kirin, bide alî." 

Însaf Silêtîn ev li gotinên xwe zêde kir: "Ev gotegot rûyê neyînî yê lihevhatinê nîşan dide ku dê li ser hesabê Rêveberiya Xweser û li ser hesabê xelkên ku li wir dijîn be, di hewlekê de ku xelkê bitirsîne û  dewleta Sûriyê tawan bar bike ku ew lihevkirinan li ser hesabê sûriyan çêdike."

Însaf di vê mijarê de bêbaweriya xwe anî ziman û wek mijareke bi guman bi nav kir û got: " Dibe ku di bin sîwana Rûsya de hewldanên lihevhatinê hebin, lê ne bi wî şiklî ye ku dewleta dagirker a Tirk difikire."

Însaf Silêtîn got: "Heta niha yek ji wan hewldanan neket piratîkê. Em xwe dispêrin aqilmendên hemû aliyên sûriyê. Divê hikumeta Şamê berpirsyariya xwe ya dîrokî ya mezin û lihevhatina nîştimanî pêk bîne, aliyên cuda yên Sûriyê kom bike û ji aliyên din re vekirî be."

Çalakvana sivîl û rojnamevana sûrî Însaf Silêtîn herî dawî wiha got: "Tişta ku me dike yek ji ya ku me ji hev cuda dike zêdetir e."

DIVÊ BERXWEDANA TEVAHÎ GELÊ SÛRIYÊ BÊ NÎŞANDAN

/kr/uploads/files/2022/09/08/190539_-.webp

Yek ji rêveberiya Şepêla Rêya Guhertina Aştiyane yê muxalif, Fatih Camûs bal kişand ser erkên ku ji pêşengên Sûriyê tên xwestin û got: "Tişa ku pêwîst e pêk were, ew e ku ji ber şert û mercên pir xetere, nemaze ku aliyê tirk gavên li ser Sûriyê xetere aktîf kirin, yekitiya xebatên nîştimanî û bangewaziyeke rasteqîn a meşandina berxwedanê li hember dagirkeriya Tirk bi şêwazekê ku tevahî gelê Sûriyê li ber xwe dide ne tenê aliye, mîna MSD yan jî QSD`ê ye."

Camûs wiha li axaftina xwe zêde kir: "Divê divê berxwedan ne ji bo razîkirina Amerîkayê yanjî hikumeta Şamê be. Divê berxwedan li hember xetereyên Tirkiyê be. Ji bo ev pêk were, divê em kêmasiyan bi rêya rexnedayînê û meşandina berxwedaneke dildarî ya nû ya rastîn a sûrî û bi navekî nû nîşan bidin ku berxwedana sûrî rave dike.”

Der barê mijara yekbûna pêkhateyan de, Camûs got: "Ez bi xwe li dijî vê îfadeyê 'pêkhate' yê me, lê ew îfadeyeke realîst e. Bila em bêjin hêz û beşên civaka Sûriyê. Bêguman pêwîstî bi hevgirtineke berfireh a gel û derbaskirina hesasiyet û planên dezgehên girêdayî Tirkiye, Amerîka û Îsraîlê heye. Bi rastî, bêyî wê, dê ev bloke li ser fanatîzma paşverû ya kevn bilîzin, rejîm û tirk jî dê derxistina nakokiyan di navbera aliyan de bidomînin."

(hs)

ANHA