Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya konvedanê li Tebqayê çalakiya konvedanê li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Tebqayê îro bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji bo azadiya rêbertî werin cenga azadiyê", çalakiya konvedanê dest pê kir. Konê çalakiyê li Navenda Yekitiya Werzîşê ya Tebqa hate vegirtin û dê du rojan dewam bike.

Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya konvedanê li Tebqayê çalakiya konvedanê li dar xist
6 îlon, 2022   13:33
TEBQA

Di roja yekemîn a çalakiya konvedanê de şandeyên komîte, nivîsgeh û gerînendeyên Rêveberiyên Sivîl ên Demokratîk ên li Tebqa û gundewê wê hazir bûn.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Tebqa Diyaeddîn Mihemed axivî û got: "Ji bo piştgirî û wefedariya rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan û ji bo eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker me ev çalakiya xwe li dar xist."

Diyaeddîn Mihemed anî ziman ku ev çalakî di çarçoveya çalakiyên ciwanên şoreşger û jinên ciwan bi aramnca rizgarkirina fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê herêmê û cîhanê pêk tîne, li dar dixe.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Tebqa bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku li dijî dagirkeriya Tirk û kiryarên li dijî mirovahiyê û rêber Ocalan pêk tîne, helwestekê nîşan bide.

Mihemed da zanîn ku projeya neteweya demokratîk ji bo aloziya Sûriyê û hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, çareseriya herî guncew e.

Hevserokê  Şaredariya Gel a Tebqa Ebdulezîz El Mistefa bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqa û gundewarê wê axivî û got: "Em piştgiriya çalakiya ciwanan dikin ku banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dikin."

El Mistefa anî ziman ku divê hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan zextê li dewleta Tirk a dagirker bike ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rake û serbest berde.

Di dawiya bernameya çalakiyê ya roja yekemîn de têkildarî sehkirina rewşa rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya wî îmze hatin komkirin  da ku piştre radestî aliyên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan were kirin.

Çalakiya konvedanê dê sibe berdewam bike û dê şaneyên şênî û endamên rêveberiyên sivîl û leşkerî tev lê bibin.

(eh)

ANHA