Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê: Yê ku xwe bi dewleta dagirker ve girê dide, bila dev jê berde

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê a Herêma Firatê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê ku PDK'ê rêveberiya wê dike, kir ku binpêkirin û êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser xaka Başûr zelal bike. Her wiha hişyarî da ku yên xwe bi dijmin ve girê didin, jê dûrkevin yan jî dê bi bin kevin.

 Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê: Yê ku xwe bi dewleta dagirker ve girê dide, bila dev jê berde
6 îlon, 2022   13:59
KOBANÊ

Piştî êrişa bejahî û hewayî ya dawîn û hevbeş a dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêm Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê ku di encamê de 2 gerîla şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê ev daxuyanî da.

Berdevkê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê ya Herêma Firatê Mihyedîn Hemê axivî û bang li PDK`ê kir ku sûc û binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne, şîroveyan bide.

Hemê bêdengiya hikumeta Başûr a li hember hebûna baregehên dewleta Tirk li ser xaka wê şermezar kir û got: "Ev xak axa Kurdan e, ne axa dewleta Tirk e ku tê de bilîze û çi bixwaze li ser bike."

Hemê wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker qaşo bi armanca şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê şerê kurdan dike, ev tenê hicet in. Em baş dizanin ku dewleta Tirk a dagirker li pêşiya gerîla tu vebijark nehiştiye ji bilî çekê rakin. Ger li Bakurê Kurdistanê mafên kurdan bidana wan, wan çek ranedikir. Gelê kurd aştîxwaz e lê ev nayê wateya ku bêrûmetiyê qebûl bike."

Mihyedîn Hemê hişyarî da ku yên pişta xwe didin dijmin bila dev jê berdin, ji ber emanê dewleta Tirk tune ye û got: ji ber dirûşma wê, tek ziman, tek dewlet û tek netew e. Yên banga mafên xwe dikin bi mirinê yan sirgûnê re rû bi rû bimîne."

Hamê bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan şermezar kir û ew bi dualîtiya li hemberî bûyeran, girtina çavê xwe ji bûyerên ku li herêmê diqewimin û komkujiyên ku gelê kurd pê re rû bi rû ne, sûcdar kir.

Berdevkê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê di dawiyê de got: “Gelek ecêb e şêniyên Başûr li hember komkujiyên li dijî kurdan li çiyayên Kurdistanê pêk tên bêdeng in. Heta niha hikumeta Başûrê Kurdistanê tu daxuyanî nedaye. Gelo çima ev bêdengî?”

(hs)

ANHA