QSD`ê kesekî bi DAIŞ`ê re kar dikir girt

Hêzên Sûriya Demokratîk li Hesekê operasyoneke ewlehiyê li dar xist û tê de kesekî ku ji DAIŞ`ê re kar dikir, hat girtin.

QSD`ê kesekî bi DAIŞ`ê re kar dikir girt
6 îlon, 2022   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku yekîneyên wan ên taybet, bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li hundir bajarê Hesekê operasyoneke ewlehiyê li dar xistiye û got, operasyon li dijî kesekî tê xwest ê bi rêxistina terorîst (DAIŞ) re kar dikir, pêk hatiye.

QSD`ê tekez kir ku operasyon li kolana El Qamişlî ya bajarê Hesekê pêk hatiye û ev agahî parve kirin: “Bi ser mala kesê tê xwestin de hat girtin, ku bi rêxistina terorîst (DAIŞ) re di veguhestina pereyan ji serçete û ji bo şaneyên veşartî yên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kar dikir. Kesê hatî girtin ji bo taxa Miftî ya bajarê Hesekê hat veguhestin, ku li wir xwedî dikaneke veguhestina pereyan bû. Dikan jî hat lêgerînkirin û pêdiviyên li wir hatin desteserkirin.”

QSD`ê destnîşan kir ku ev operasyon, hemwextî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya ewlekirina Kampa Holê û di çarçoveya xebatên hevbeş ên QSD`ê û Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de pêk tê, da ku çavkaniyên fînansekirina DAIŞ`ê bên ziwakirin û rê li têkbirina aramî û îstiqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve bê girtin.

(cx)