​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn çenteyeke leşkerî û cebilxane dîtin

Di roja 12’emîn a qonaxa duyemîn a “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn çenteyeke leşkerî, 3 cercûrên çekê AK-47 û telefonek dîtin.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn çenteyeke leşkerî û cebilxane dîtin
5 îlon, 2022   14:23
HESEKÊ

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê wiha da zanîn: “Îro duşemê 5’ê Îlonê di operasyona paqijkirina kampa Holê de, 3 cercûrên çekê AK-47, telefonek û çenteyeke leşkerî hatin dîtin.”

Nûçegihanên me ragihandibûn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ’ê îro duşemê 4 jinên destgirêdayê ku şopên îşkenceyê li wan xuya bûn, di encama operasyoneke taybet di beşa 7 a Kampa Holê de dîtin. Her wiha di beşa 5 a penaberên Sûrî de jî tunelek hat dîtin.

Tê zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 25’ê Tebaxê de û bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, YPG û YPJ’ê, destpêkirina “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” ji bo girtina şaneyên DAIŞ’ê yên di kampa Holê de ragihand.

(mh)

ANHA