Di Pêngva Mirovî û Ewlehiyê de 3 jin hatin rizgarkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, YPJ û YPG´ê jineke din jî rizgar kir ku çeteyên DAIŞ´ê bi awayekî hovane îşkence lê dikir. Ajansa me dîmenê rizgarkirinê kêlî bi kêlî bi rêya dîmen parve kir.

Di Pêngva Mirovî û Ewlehiyê de 3 jin hatin rizgarkirin
5 îlon, 2022   14:33
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ, YPG û QSD´ê 3 jinên kelepçekirî ku nîşaneyên îşkenceya hovane li ser wan hene bi operasyoneke taybet li beşa 7´an a Kampa Holê, rizgar kiribûn.

Nûçegihanê me kêlî bi kêlî rizgarkirina wan jinan ji aliyê hêzên di pêngavê de belge kirin. Temenê her sê jinan di navbera 20, 22 û 23 saliyê de ne. Ji ber ewlehiya wan navê wan em parve nakin.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku di roja 9'an a qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî de zarokeke êzidî bi navê Wefa Elî Ebas jî hate rizgarkirin.

Heya niha qonaxa duyemîn a Pêngava Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi hemû baldariyê didome.

ANHA