Bi dîmen: Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk çemê Firatê ziwa dibe

Ajansa me bi dîmen kêmbûna ava çemê Firatê kişand ku di encama siyaseta dewleta Tirk a dagirker de kêm bûye piştî ku ava çemê Firatê li paş bendavên xwe ragirt û li ser Sûriyê û Iraqê qut kir.

Bi dîmen: Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk çemê Firatê ziwa dibe
31 tebax, 2022   06:25
KOBANÊ

Ji dîmen û wêneyên ku ji beravên çemê Firatê hatine kişandin, zûhabûna qadên berfireh ku berê tijî av bûn, diyar dibe. Lê niha bûne bor.

Dîmen û wêne ji nêzî duyemîn mezintirîn bendavên Sûriyê li ser çemê Firatê; Bendava Rojava (Teşrîn) hatin kişandin. Ji wêneyan kêmbûna mezin a ava çemê Firatê diyar dibe.

Dewleta Tirk ji gelek salan ve, çemê Firatê wek çekekê li dijî sûriyan bi kar tîne. Ji ber miqdarên mezin ên ava çemê ji ser axa Sûriyê û Iraqê qut dike.

Li gorî lihevkirineke berê di navbera hikumeta Şamê û Enqere de ya sala 1987`an, divê Tirkiyê di her saniyekê de 500 metrekab av bida Sûriyê. Lê niha tenê 200 metrekab di her saniyekê de berdide.

Di encama kêmbûna zêde ya ava çemê li Sûriyê û bikaranîna depoyên stratejîk ên golan, saetên derxistin û dayîna kehrebeyê daketin asta herî kêm. Qada zeviyên çandiniyê li ser beravên çemê kêm bûn. Her wiha derfeta peydakirina ava pak ji bo vexwarinê dijwartir bû.

Rêveberiya Xweser demeke berê hişyarî dabû ku di encama siyaseta Tirkiyê de ku ava çemê Firatê kêm kiriye, dê karesateke mirovî rû bide ku jiyana 9 milyon sûriyên li nêzî çemê û li ser beravên çemê dijîn bixe xeteriyê.

Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kiribû ku mudaxele bikin, tevgerên provokatîf ên dewleta Tirk ên li dijî avê rawestînin.

(dm)

ANHA