Roja 6`an a pêngava li Kampa Holê: 15 gumanbar hatin girtin, 3 tunel hatin dîtin

Di roja 6`an ji qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de li Kampa Holê 15 kesên biguman hatin girtin, 3 tunel, pakêteke cebilxaneyê, du çanteyên leşkerên û hejmareke alavên kuştin û îşkencekirinê hatin dîtin.

Roja 6`an a pêngava li Kampa Holê: 15 gumanbar hatin girtin, 3 tunel hatin dîtin
31 tebax, 2022   06:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 6`an ji qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya roja 6`an a pêngavê bi vî rengî ye:

"Hêzên me di roja 6`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di qonaxa duyemîn de, 15 kesên biguman ên girêdayî DAIŞ`ê girtin.

Hejmara konên hatine rakirin 3 ne.

Her wiha 3 tunelên ku çeteyên DAIŞ`ê ji bo veşartinê bi kar dianîn, pakêteke cebilxaneya çekên M-16, 2 çanteyên leşkerî û hejmareke alavên kuştin û îşkencekirin hatin dîtin.

Hêzên me gelek telefonên destan û tablet ên ku bi rêbazên cuda di bin erdê de hatibûn veşartin desteser kirin."

(cx)