Tirkiyê dîsa ava Elok qut kir: Gerînendetiya Avê ji bo sivikkirina barê şêniyan dikeve tevgerê

Hemwextî ku dewleta Tirk a dagirker ava vexwarinê ji stasyona Elokê qut dike, Grînendetiya Avê ya kantona Hesekê bi rêya sahrîcan û zêdekirina bîran hewl dide barên nêzî mîlyon û nîv mîlyon welatî li kantona Hesekê sivik bike.

Tirkiyê dîsa ava Elok qut kir: Gerînendetiya Avê ji bo sivikkirina barê şêniyan dikeve tevgerê
31 tebax, 2022   06:18
HESEKÊ – HINAR ÎBRAHÎM

Ev 28 car in dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elokê qut kir, tevî ku lihevkirinên der barê avê de di navbera Rûsya û Tirkiyê de hene ku wek dabînkerê agirbestê sala 2019`an derbasî herêmê bûn.

Di encama qutkirina avê de dîsa kirîzeke mirovî li herêmê peyda bû ku bêhtirî mîlyon û nîv mîlyon welatiyên ku li bajarê Hesekê û kampên derdora wê û navçeya Til Temirê dijîn, bê av man.

Çavdêrên rewşa Sûriyê diyar kirin ku Tirkiyê avê wek çekekî li dijî Sûriyan bi kar tîne û pê şerê wan dike. Ji ber ku ew bi zanebûn ava Firatê ji ser xaka Sûriyê û ava vexwarinê ya stasyona Elokê ya di bin kontrola wê de li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, qut dike.

Şêniyên bajarê Hesekê neçar in ku her hezar lître ava vexwarinê bi 7 heta 8 hezar lîreyên Sûriyê bikirin ev jî barên wan giran dike.

Ji bo sivikkirina barê şêniyan û zehmetiya peydakirina avê, Gerînendetiya Avê wek çareseriyên demkî dest bi belavkirina ava vexwarinê li şêniyan bi rêya sahrîcan û bi rêya komîn û meclisên taxan kir.

Der barê rêbaza karê Gerînendetiya Avê ya qonaxa heyî de, hevseroka Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê, Newar Sebrî ji ajansa me re behsa karê gerînendetiyê kir da ku ava vexwarinê peyda bikin.

Newar Sebrî wiha axivî: “Zehmetiyên gelê Hesekê bi ava vexwarinê re dikişînin dubare dibin. Ji ber stasyon ji xizmetê derket. Tevî hemû bangewaziyên me ji rêxistinên navneteweyî û mirovî re ku stasyonê ji nakokiyê dûr bixin, lê dîsa bêdeng in li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker.”

Newar Sebrî diyar kir ku gerînendetî di vê qonaxê de jêderên ava vexwarinê li herêmê zêde dike û bi 30 sahrîcan avê li şêniyan belav dike.

Sebrî wiha domand: “Av bi sahrîcên gerînendetiyê bi rêya komîn û meclisan tê belavkirin û av erdnîgariyeke fireh a bajêr lê dîsa jî têrê pêwîstiya welatiyan nake.”

Newar Sebrî destnîşan kir ku belavkirina avê bi sahrîcan ne çareserî ye, lê belê çareserî di xebitandina stasyona Elok de ye. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku li hember pirsgirêka stasyona Elokê helwesteke cidî bigirin û zextê li Tirkiyê bikin.

Stasyona Elokê ya avê xwedî giringiyeke stratejîk e ji bo kantona Hesekê, ji ber ku ava vexwarinê ya piraniya şêniyên kantonê ji wir peyda dibe.

Di 22’ê Tebaxê de Meclisa kantona Hesekê hişyariya domandina qutkirina ava vexwarinê ya stasyona Elokê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve da û destnîşan kir ku ev kiryar bi armanca valakirina herêmê ji şêniyên resen e.

Meclisê got rêxistinên mirovî û navneteweyî li hember zehmetiyên şêniyan berpirsiyar in, ji ber ku li hember van binpêkirinan bêdeng in û bêdengiya wan jî hevkariya wan a bi dagirkeriya Tirk re nîşan dide.

Meclisa kantona Hesekê banga lezgîn li civata navneteweyî kir ku mudaxele bike û rê li pêşiya rûdana karesateke mirovî ya rastîn bigire ku jiyana zêdetirî milyonek û nîv milyon welatî û zêdetirî 500 hezar koçber û penaberên di kampan de dike xeteriyê.

(mh)

ANHA