Gabrîel Şemon: Armanca nêzîkbûna Tirkiye û hikumeta Şamê rêgirtina li sîstema demokratîk li Sûriyê ye

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gabrîel Şemon da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re, rêgirtina li veguhertina demokratîk li Sûriyê ye.

Gabrîel Şemon: Armanca nêzîkbûna Tirkiye û hikumeta Şamê rêgirtina li sîstema demokratîk li Sûriyê ye
31 tebax, 2022   06:14
REQA-EHMED EL ESAF

Armanca yekemîn a dewleta Tirk a dagirker derbkirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber ku wê projeyê li ser projeya xwe ya kapîtalîst û planên xwe yên li herêmê bi giştî xeter dibîne. Di demên dawîn de behsa nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re dike da ku têkiliyên her du welatan normîlaze bike.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gabrîel Şemon têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û wiha got: "Ji destpêka ragihandina projeya Rêveberiya Xweser di 2014´an de dewleta Tirk a dagirker dest bi projeyên derbkirina vê projeyê kir. Xwest wê yekê bi rêya komên xwe yên radîkal ên wekî Artêşa Azad, Cebhet El Nusra û DAIŞ´ê pêk bîne."

Şemon diyar kir ku ew hewldan hemû bi bin ketin û wiha domand: “Ji ber wê yekê dewleta Tirk neçar ma ku hêzên xwe bi kar bîne û êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Bi wê re Efrîn, piştre Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Lê timayên dagirkeriya Tirk û hewldanên wê heta niha didomin."

Şemon da zanîn ku dewleta Tirk ji bo temamkirina projeya xwe li ser hesabê xaka Sûriyê hîna jî bi Îran û Rûsyayê re peywendiyan datîne. Her wiha destnîşan kir ku wê ji bo vê projeyê erêkirin wernegirt, lê belê erêkirineke neeşkere ji bo bikaranîna balafirên bêmirov ên biçek li dijî herêmê û derbekirina ewlehî û îstîqrara wê wergirt.

Gabrîel Şemon wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji destpêka 2011´an de berjewendiyên hevbeş di navbera hikumeta Sûriyê û Tirkiyê de hene. Lê helwestên dewleta Tirk serobinî hev bûn. Lê berjewendiyên dewleta Tirk di ser berjewendiyên opozîsyonê û xwestekên gelê Sûriyê yên azadî, rûmet û demokrasiyê re ne."

Şemon bal kişand ser nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker bi hikumeta Şamê re û got ku ew yek pir xeternak e û armanca wê derbkirina projeya Rêveberiya Xweser û tevgera şoreşger e û wiha pê de çû: "Xwestekên gel ên azadî, rûmet û demokrasiyê hîna berdewam in. Ev lihevkirin çi projeyeke demokrasiyê ya dema pêş derbe dike. Çi guhartineke siyasî dibe ku rawebûna rejîmê li herêmê vegerîne. Bi wê re xewnên hemû sûriyan ên azadî û rûmetê dê bi dawî dibin."

Gabrîel Şemon wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêveberiya Xweser nêzîkbûneke bi vî rengî red dike, ji ber ku nakeve xizmeta berjewendiya gelê Sûriyê. Armanca wê ew e ku projeya Rêveberiya Xweser û çi projeyeke ji bo çareseriya siyasî û veguherîna ber bi sîstemeke demokrasî ve ku xizmeta berjewendiyên hemû sûriyan bike, derbe bike."

(fr)

ANHA