Di Tebaxê de 27 welatî bi keşfên biçek ên dagirkeriya Tirk şehîd bûn

Êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bûn sedema şehîdxistina 27 welatiyan di mehekê de, di nav de 7 zarok û 2 jin hene.

Di Tebaxê de 27 welatî bi keşfên biçek ên dagirkeriya Tirk şehîd bûn
31 tebax, 2022   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike hedef. Di vê dawiyê de piştî civînên Tehran di 19`ê Tîrmehê de û Soçiyê di 5`ê Tebaxê de, dagirkeriya Tirk asta êrişên xwe zêde kir.

Ji ber êrişên balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker di meha Tebaxê de 27 welatî şehîd bûn di nav de 7 zarok û 2 jin hene.

Bîlançoya êrişan wiha ye:

*Di 3`yê Tebaxê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker gundê Til Cuma yê asûr ê navçeya Zirgan a Hesekê kir hedef. Di encamê de welatiyek şehîd bû lê nasnameya wî nehat zanîn.

*Di 4`ê Tebaxê de balafireke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bombebaran kir. Di encamê de 9 welatî birîndar bû di nav de 6 zarok hene ku navên wan wiha ne:

Duniya Osman (6), Mehmûd Xerîb Mamo (6), Hisên Cemal Qasim (7), Avrîn Ebdurehman Heyder (13), Orîvan Mihemed Ebdo (15), Ronahî Silo (27), Hisên Bêrem Elko (43), Sebah Henan Hemo (10), Arziyê Ehmed Reşo (23).

*Di 6`ê Tebaxê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li nêzî Stasyona Heseko ya li taxa Sînaa ya Qamişlo li wesayîtekê da di encamê de 5 kes şehîd bûn di nav de 2 zarok hebûn. Navên wan wiha ne:

Fermandarê PJAK`ê Rêza Cawît, endamê Saziya Displîna Leşkerî ya QSD`ê Mezlûm Sededîn (Rûxwaz Amûdê), her du zarokan, Ehmed Elî Hisên û Aheng Ekrem Hisên û welatiyê bi navê Şemdîn Şemdîn.

*Di 9`ê Tebaxê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker deverek li paş nexweşxaneya Jiyan Covîd 19 a bakurê Qamişlo li nêzî kembera bakurê bajêr kir hedef. Di encamê de 4 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bûn ku navên wan wiha ne:

Hêvîn Osman (Dilsoz Tirbespiyê), Elî El Mislet, Muhyedîn Îbrahîn (Muhyedîn Gulo) û Mahir El Ezbê.

*Di 10`ê Tebaxê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk gundê Mela Sebat ê rojavayê Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de 2 şervanên QSD`ê; Dijwar Kobanê, Bawer Enz (Çiya Qamişlo) û welatiyê bi navê Edîb Yusif şehîd bûn.

*Di 16`ê Tebaxê de balafirek bêmirov a dewleta Tirk gundê Sinceq Sadûn ê başûrê navçeya Amûdê kir hedef. Di encamê de 5 şervanên Hêzên Erkê Xweparastinê şehîd bûn ku navên wan wiha ne:

Welîd Hemîd Hemê (Baz Amûdê), Ehmed Mihemed Qaqûz (Baran Amûdê), Seed Rêzan Xelîl (Demhat Amûdê), Mahir Rakan (Şoreş Dirbêsiyê), Mehmûd Ehmed Mislet (Ronî Can).

*Di 16`ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bajarê Kobanê topbaran kir. Di encamê de zarokê bi navê Ebid Mihemed Hecî (12) şehîd bû û 4 welatiyên din birîndar bûn.

*Di 18`ê Tebaxê de balafireke dewleta Tirk a dagirker navendeke perwerdeyê ya keçan a di bin rêveberiya NY`yê de li gundê Şemokê yê li ser rêya Hesekê-Til Temir bombebaran kir. Di encamê de 4 keç şehîd bûn ku navên wan wiha ne: Raniya Ata, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn û Diyane Elo. Her wiha 11 keçên din birîndar bûn.

*Di 24`ê Tebaxê de balafireke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Rifetê bombebaran kir, di encamê de 4 welatî şehîd bûn di nav de jinek heye. Navên wan wiha ne:

Reşîd Elîko (28), Hemze Îbo Birîm, Zuhêr Ebdurehman Mihemed (36) û Fatme Osman (21).

Her wiha 5 welatiyên din birîndar bûn di nav de zarokek heye; Semîr Ebdulqadir Reşo (31), Edhem Reşîd Henan (54), Menan Reşîd Hesen (57), Hisên Murad (13) û Egîd Fexrî Şêxo (32).

(dm)

ANHA