​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-8-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-8-2022`YAN
30 tebax, 2022   23:00

Şêniyên navçeya Dêrik ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan li dar dixin û ji Qada Azadî dest bi çalakiyê dikin saet di 09:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin bi koordîneya Kongra Star bi dirûşma Kanî dadmendiya we li dar xistiye didome saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî xwepêşandan li dar dixin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ajansa me bi dîmen kêmbûna ava çemê Firatê kişand ku di encama siyaseta dewleta Tirk a dagirker de kêm bûye piştî ku ava çemê Firatê li paş bendavên xwe ragirt û li ser Sûriyê û Iraqê qut kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Rêveber a Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina stratejiyên herêmê di qonaxa heyî de civînek li avahiya xwe ya li Reqayê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bûn sedema şehîdxistina 27 welatiyan di mehekê de, di nav de 7 jin û 2 zarok hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîd Aheng û Ehmed Hisên xîtabî civata navneteweyî kir û got "Dewleta Tirk li ber çav û guhê cîhanê zarokên me qetil dike. Dema ku ev êrişên hovane têne kirin hûn li ku derê ne? Çima hûn bê deng in?" (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku ji ber xemseriya civata navneteweyî xeteriya şaneyên DAIŞ'ê zêde dibe û gotin, bidawîkirina dosya DAIŞ'ê ne berpirsyariya QSD û Rêveberiya Xweser tenê ye, lê belê berpirsyariya civak û hêzên navneteweyî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hemwextî ku dewleta Tirk a dagirker ava vexwarinê ji stasyona Elokê qut dike, Grînendetiya Avê ya kantona Hesekê bi rêya sahrîcan û zêdekirina bîran hewl dide barên nêzî mîlyon û nîv mîlyon welatî li kantona Hesekê sivik bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gabrîel Şemon da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re, rêgirtina li veguhertina demokratîk li Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hîndekarê Akademiya Civaka Demokratîk a Hesekê Hejar Mehmûd diyar kir ku hikumeta Şamê ji dema ku Lihevkirina Edeneyê îmze kir ve serdestiya welat ji dest daye. Welatiyan jî anî ziman ku dewleta Tirk bi nûkirina Lihevkirina Edeneyê dê ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Di demekê de asta derfeta pêkanîna dan û standinên DYA-Îranê li ser dosyaya nukleerî ya Îranê û nêzbûna lihevkirinekê bilind bû, hêzên alîgirên Îranê û yên DYA’yê li Sûriyê di vê hefteyê de bi hev ketin. Gelo girîngiya vê yekê çi qas e?

Li Lîbyayê aloziya di navbera hikumetên "El Weteniya" û "Istiqrar" de dewam dike. Herî dawî di navbera her du aliyan de şer qewimî bû. Her aliyek hewl dide aloziyê kûrtir bike bêyî ku li çareseriyan bigere. Çavdêr texmîn dikin ku şer pêş bikeve û Lîbya vegere çarçoveyê ewil a aloziyê.

JIN

Jina Ereb Xatûn Sultan ku li hember rewşa sîstema hikumdar a Sûriyê ferz kiriye serî netewand, li dijî zordestî, newekhevî û zayendperestiyê têkoşîneke mezin meşand û piştî naskirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê êdî bi vê sekna xwe tê naskirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şervanên jin ên Ermen diyar kirin ku Yekemîn Kongreya Jinên Ermen ji bo komkirina jinên Ermen piştî qirkirina ku bi destê Osmaniyan pêk hatî, gaveke girîng e. Her wiha tekez kirin ku bi hevgirtina jinên ji hemû pêkhateyan dê bersiva êrişên dagirkeriya Tirk bidin û wê têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Tê zanîn ku polîtîkaya derve ya Tirk bi giştî ketiye nava tengasiyê. Ev demeke dirêj e ew polîtîka ji vîzyonekê bê par e.

Xuya ye ji terz û rêza êrişkar û helwestên agresîf encamek dernexistine. Destwerdana di karên navxweyî yên Sûriye, Lîbya û Iraqê bi dawî bûn. Dibe ku negihaştiye wê qonaxê ku tavilê dawî lê bê anîn, lê qet nebe eşkere bûye ku rêya şopandiye feydeyeke xwe ya demdirêj nîn e.