Birîna ava çemê Firatê li Sûriyê dibe sedema karesatan

Dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava çemê Firatê ji ser xaka Sûriyê didomîne. Rêveberê Bendava Tişrînê endezyar Hemûd El Hemadîn got dewleta Tirk rêjeya avê kêtir dike û bi payîzê re dibe sedema karesateke mirovî û jîngehê.

Birîna ava çemê Firatê li Sûriyê dibe sedema karesatan
30 tebax, 2022   03:25
KOBANÊ – CUMA MIHEMED

"Gola Bendava Rojava (Tişrîn) veguherî çemekî." Bi van gotinan rêveberê Bendava Rojava endezyar Hemûd El Hemadîn dest bi axaftina xwe ya li ser rastiya çemê Firatê kir ku dewleta Tirk a dagirker mîqdareke mezin jê li ser axa Sûriye û Iraqê dibire.

El Hemadîn dibêje ku ava gola Bendava Rojava zêdetirî 5 metreyan kêm bûye û nêzî ziwabûna bi temamî dibe ku êdî piştî wê bendav dê nekare karê xwe bidomîne. El Hemadîn her wiha diyar kir ku gola Bendava Firatê ya li Tebqayê heta 4 metreyan daketiye.

Ji sala 2008'an ve El Hemadîn li Bendava Rojava kar dike. Di destpêka karê xwe de wek serokê werşeyeke kar li bendavê dixebitî. Niha jî karê rêveberiyê dike. Di bendavê de ku zêdetirî 20 sal berê hatiye çêkirin, di mijara av û enerjiyê de kesê herî pispor e.

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî vekirî û li hemû eniyan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer dike. Ji bo dagirkirina xaka Sûriyê û dawî li hebûna gelên herêmê bîne, dewleta dagirker hemû hewldanan dike.

Dewleta Tirk di van salên dawîn de çemê Firatê veguherand çekeke şer li dijî herêmê, ew miqdareke mezin a avê li ser Sûriyê qut dike. Ev zêdetirî 4 salan e ku dewleta Tirk bi zanabûn 200 metrekab di saniyeyê de wek rêjeya navîn a ava çemê berdide xaka Sûriyê, lê di heman demê de Enqere û Şamê di sala 1987'an de li hev kiribû ku 500 metrekab derbasî Sûriyê bibe.

Rêveberê Bendava Rojava ku yek ji 3 bendavên Sûriyê yên li ser çemê Firatê ye, dibêje ku ava gola Bendava Rojava zêdetirî 5 metreyan kêm bûye û niha nêzî asta ziwabûnê dibe ku êdî wê demê jî karê bendavê radiweste û dê gol jî di encamê de nemîne. El Hemadîn wiha lê zêde kir: "Tenê metreyek maye ku bigihêje asta ziwabûnê, ev jî tê wateya karesateke jîngehê û mirovî."

El Hemadîn dibêje: "Ger ne ji bikaranîna pir a ava golê bûya, em ê bibûna şahidê karesatên jîngehê. Kêmbûna ava gola Bendava Rojava nayê wê wateyê ku ew tiştekî hêsan e. Depokirina stratejîk a golê 5 metre û nîv e, derketina 5 metreyan ji xizmetê tê wateya bidawîbûna golê û ziwabûna tevahiya ava golê ya stratejîk e, ev jî ji ber berhemdariya kêm a avê ji aliyê dewleta Tirk ve ye."

El Hemadî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kêmkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve bêmînak e, dema berê Tirkiye mehekê av qut dikir û du-sê rojan dida. Vê yekê jî hêvî dida berdewamkirina xebata bendavan, rizgarkirina zeviyên çandiniyê li her du aliyên çem û parastina astên stratejîk ên avê yên herî kêm. Lê ev 5 meh e rêje bi tevahî sabît e, bi qasî 200 metrekab di saniyeyê de û carinan jî kêmtir e. Ev jî rasterast bandorê li asta golan dike."

BIKARANÎNEKE BI ZANABÛN A AVÊ

Bendava Rojava 17 saetan radiweste û hilberîna kehrebeyê disekinîne. Di vê demê de, kehrebe li tevahiya herêmê qut dibe. Paşê Bendava Firatê 4 saetan dixebite da ku kehrebeyê bide bajaran piştî qutkirina wê ji ser gundan. Piştre jî karê bendavan bi temamî ji saet 3'yê sibehê heya 4'yê piştî nîvro disekine.

Rêveberiya giştî ya bendavan neçar dimîne ku li ser vê bernameyê xebatê bide meşandin da ku gol bi temamî vala nebe û bi vî awayî ava vexwarin û avdanê peyda bike. Ji ber ku xebitandina bendavan bi tevahî kapasîteya wê ji bo hilberîna elektrîkê, dê golê di nava çend saetan de vala bike. 

/kr/uploads/files/2022/08/29/183026_-.webp

Endezyar Hemûd El Hemadîn wiha dibêje: "Di havînê de heta 75 metrekaban av dibe hilm, pêdiviya ava vexwarinê di saniyeyê de digihêje 25 metrekaban, pêdiviya ava avdanê di saniyeyê de bi qasî 140 metrekab e. Di encamê de xerckirina giştî di saniyeyê de 240 metrekab e, lê ya ku digihêje me 200 metrekab e. Ev jî tê wateya windakirina 40 metrekabî di saniyeyê de.”

Ji ber rawestandina bendavê û kêmbûna avê di golê de, El Hemadîn wiha dibêje: "Atmosfereke guncaw ji bo her cure mîkroban heye, bi taybetî ku aliyê Tirkiyê bermayiyên pîşesazî yên kargehan û kanalîzasyonê jî diavêje çem. Dema av kêm dibe, rêjeya vê qirêjiyê jî zêde dibe, lewma em kalîteyeke kêmtir a avê bi dest dixin. Di zanista endezyariya avê de, em dizanin ku çem bi herikînê xwe paqij dike. Vê gavê çem sekiniye, ji ber vê yekê ev taybetmendî jî tune ye."

El Hemadîn wiha pê de çû: "Kalîteya avê ya niha ne baş e û ji bo vexwarinê ne guncaw e, ji ber vê yekê em li deverên derdora çem bi taybetî li Minbicê bûyerên navçûnê, îshal û nexweşiyên sîng dibînin."

Rêveberê Bendava Rojava di dewama axaftina xwe de wiha got: "Av jiyan e, ji bo wê parastina wê tiştekî sereke ye, paşê mijara hilberîna kehrebeyê tê. Ji ber vê yekê, em dibînin ku hilberandina elektrîkê niha di asta herî kêm de ye. Bi qasî ku pêkan e, em ava vexwarinê û avdanê diparêzin ku bingeha hilberîna berhemên çandiniyê ne, çi yên zivistanê û çi jî yên havînê ku ewlehiya xwarinê pêk tîne."

‘BERHEMDARIYA AVÊ CIHÊ FIKARAN E’

Endezyar Hemûd El Hemadîn di salên piştî avakirina Bendava Rojava de bûye şahidê herikîna zêde ya çemê Firatê. Di hin salan de rêjeya herikîna salane zêdetirî 800 metrekab di saniyeyê de bû. El Hemadîn dibêje: "Di rewşa heyî de û di mînakekê de ku ji dema avabûna bendava Rojava heta îro pêk nehatiye, parastina berhemdariyeke sabît kir ku asta herî kêm ji heyama 5 mehan, ew jî 200 metrekab û carinan kêmtir e. Ev jî di meha biharê de ku divê herikîna Firatê di lûtkeya xwe de be, vê yekê di berhemdariyê de pirsgirêkek çêkir, ji ber ku tûrbîn bi qasî 70 megabayt dide û em nêzî 35 ji karîna tûrbînê wekî enerjiya xerckirî winda dikin." 

El Hemadîn diyar dike ku berhemdariya avê ya heyî cihê metirsî û fikaran e û dibêje: "Piştî bidawîbûna demsala lehiyan û zivistanê, em di heyama lûtkeya ziwabûnê de ne.  Em bûn şahidê ziwabûna golan di mewsima lehiyan de, niha jî em ji pirsgirêkekê derbasî karesatekê dibin, ji ber ku em derbasî demsala ziwabûna rast dibin."

(hs)

ANHA