Şêniyên Helebê: Hikumeta Tirk dagirker e û na ji dagirkeriyê re

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê li hember êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan li dar xist. Şêniyan bang li civata navneteweyî kir ku mudaxele bikin û şer rawestînin.

Şêniyên Helebê: Hikumeta Tirk dagirker e û na ji dagirkeriyê re
Şêniyên Helebê: Hikumeta Tirk dagirker e û na ji dagirkeriyê re
Şêniyên Helebê: Hikumeta Tirk dagirker e û na ji dagirkeriyê re
Şêniyên Helebê: Hikumeta Tirk dagirker e û na ji dagirkeriyê re
Şêniyên Helebê: Hikumeta Tirk dagirker e û na ji dagirkeriyê re
Şêniyên Helebê: Hikumeta Tirk dagirker e û na ji dagirkeriyê re
Şêniyên Helebê: Hikumeta Tirk dagirker e û na ji dagirkeriyê re
Şêniyên Helebê: Hikumeta Tirk dagirker e û na ji dagirkeriyê re
Şêniyên Helebê: Hikumeta Tirk dagirker e û na ji dagirkeriyê re
29 tebax, 2022   20:49
HELEB

Ji bersivdayîna êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker, Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan bi koordîneya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) xwepêşandanek bi dirûşma “Hikumeta Tirk dagirker e na ji dagirkeriyê re” li dar xist.

Bi sedan şênî, hêzên ewlekariya hundirîn, HPC û saziyên sivîl tev li xwepêşandanê bû ku ji pêşiya hola civînan a 8`ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û Qad 7 şehîdan a li rojhilatê taxê rawestiya û veguherî mitingê.

Di mitingê de Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star daxuyaniyek da ku endama Meclisa Malbatê nŞehîdan Fatme Îbo û endama Kongra Star Zîlan Şêxo xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û bang li Rûsya û Amerîkayê hat kirin ku fişarê li Tirkiyê bikin da ku pabendî lihevkirinên agirbestê be ku di 2019`an de bi her duyan re îmze kirine.

Her wiha di daxuyaniyê de sûcên li dijî jinên têkoşer û çalakvanên siyasî hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

Meş bi silavkirina berxwedana YPG, YPJ û gerîla bi dawî bû.

ANHA